Li gorî Waliyê herêma Kurskê, rayedarên Rûsyayê li dijî pêşdeçûna yekîneyên leşkerî yên Ûkranyayê, ji bo ewlehiya santrala nukleerî ya li herêmê bigirin rewşa awarte îlan kirine.
Wezareta Tenduristiyê ya Rûsyayê texmîn dike ku li herêmê ji ber topbarana Ûkraynayê zêdeyî 30 kes birîndar bûne û 19 ji van giran in.
Mûxafizên Neteweyî yên Rûsyayê, tedbîrên ewlehiyê yên li dora santrala nukleerî ya Kursk û çar reaktorên wê, ku 60 kîlometre dûrî sînorê Ûkraynayê ye, berfireh kir.
Hat diyar kirin ku, pêşdeçûna hêzên Ûkranyayê li nêzî Suca ku yek ji nuqteyên ku gaza xwezayî ya Rûsyayê digihêje Ûkraynayê û Rojavayê Ewropayê berdewam dike.