Li gorî ajansa TASS’ê nûnerê Wezareta Karê Derve yê Rûsyayê Zamîr Kabûlov 27’ê Gulanê bi daxuyaniyekê diyar kiriye ku Moskowa plan dike ku talîbanê ji lîsteya rêxistineke terorîst derîne.
Kabûlov, da zanîn ku Wezaretên Karên Derve û Edaletê bi hev re daxwaznameyek bi vî rengî pêşkêşî Serokdewlet Vladîmîr Pûtîn kirine û got ku ev pêvajo gihaye ‘qonaxa dawî’.
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, da xuyakirin ku êdî Talîban a ku ji sala 2003’yan û vir ve weke ‘terorîst’ dihat pênasekirin, niha nûneriya ‘hêza rasteqîn’ a li Efganîstanê dike. Lavrov, destnîşan kir ku Rûsya jî wê li hemberî vê rewşê bêhelwest nemîne.”
Tevî ku hin welatan bi taybetî Çîn bi Talîbanê re têkiliyên nêz danîne jî, Talîban hê li qada navneteweyî bi awayekî fermî nehatiye naskirin.
Biryara Rûsyayê ya ji bo derxistina Talîbanê ji nava lîsteya terorê, weke gaveke girîng ji bo naskirina fermî ya rejîmê li Kabîlê tê dîtin. Ev pêşketin, weke nîşaneya serdemeke nû tê dîtin ku dînamîkên siyasî yên li Efganîstanê wê li qada navneteweyî çawa şekil bigirin.