Şemî, 31 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rewşa tenduristiya Dr. Zeyneb Silêmanî ya girtî giran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Samsunê ‘Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê civîna gel hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 7 kesên li Kerboranê hatine qetilkirin, hate pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo ji 50 welatan 845 îmze hatin komkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Xizmên windayan car din edalet xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya YJA Starê Rojbîn Sonmez hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Şehîdên me siberoja me ronî kirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo kurê xwe yê bûye mexdûrê tiryakê têdikoşe: ‘Ciwanên me ji vê jehrê rizgar bikin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê binpêkirinên mafên Kurdan: Tedawiya girtiyekî hat astengkirin, 4 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 9 sal cezayê girtîgehê li mamosteyê zanîngehê birî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Dayika Aştiyê Elîf Aslan jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan: Divê em aştiyê mîsoger bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Voce Arcaica ya ku ji bo Nagîhan Akarsel tê lidarxistin wê di 7’ê Mijdarê de li Romayê be

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E û KON-MED’ê li dijî qirkirina jinan pêngava têkoşîna civakî da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinek

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > ‘Ne darvekirin ne jî girtin wê nikaribin li pêşiya çapemeniya azad bibin asteng’
Rojava

‘Ne darvekirin ne jî girtin wê nikaribin li pêşiya çapemeniya azad bibin asteng’

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkanînên li dijî rojnamevanan ên li Îranê û li Başûrê Kurdistanê şermazar kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 2. Tebax 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rojnamevanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Demhat û Zinar Cafer têkildarî biryarên îdamê yên Îranê yên ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktîvîst Şerîfe Muhammedî û 3 sal cezayê li rojnamevan Silêman Ehmed hatiye birîn axivîn.  

Rojnamevan Newroz Demhat kiryarên dijmirovahî yên li ser rojnamevan Pexşan Ezîzî û aktivîst Şerîfe Muhammedî û dîlgirtiyên di zindanan de şermzar kir û wiha got: “Em cezayên darvekirinê ne li ser hevalên xwe û ne jî li ser tu kesî qebûl nakin. Ji ber ku ne pîvanên exlaqî ne û li dijî mirovahiyê ne. Her wiha em cezayê ku li rojnamevan Silêman Ehmed hatiye birîn, bi tundî şermezar dikin.”

Newroz Demhat anî ziman ku serhildana ku di sala 2022’an de dest pê kir, zemîna pergala Îranê hejandiye û ev tişt got: “Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zemîna ku dewleta Îranê xwe li ser dida meşandin hejand. Ji ber vê bi girtin, çewisandin û darvekirina jinên aktivîst û siyasetmedar dixwaze jinan bêdeng bike. Lê îro şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ku bi pêşengtiya jinan destpê kir, ne tenê li Kurdistanê, belavî cîhanê bûye. Girtin û qirkirinên li ser jinan tê kirin nîşan dide ku pergala desthilatdar e ku bi hezaran salan e dixwaze xwe li ser piyan bigire, ber bi têkçûyînê ye. Têkoşîna jinan ku bi taybet bi Tevgera Azadiyê re destpê kir, îro diyar dike ku wê tu hêz nikaribe berxwedana jinê, pênûsa jinê têk bibe.”

 

Newroz destnîşan kir ku jinên li Îranê ti carî serî li hember pergalê netewînin û wiha got: “Pexşan, Ezîzî, Şerîfe Muhammedî, Warîşe Mûradî û gelek jinên ku niha di zîndanên Îranê de li ber xwe didin, nîşaneya wê yekê ne ku wê tu carî serî li hember vê pergalê neyê tewandin. Em hempişeyên wan, bi pênûs, kamera û nivîsanên xwe re li her derê, tevahiya cîhanê û Kurdistanê têbikoşin ku wê tu carî ev deng qut nebe. Ne darvekirin, ne girtin û ne jî çewisandin wê nikaribe pêşî li vê yekê bigire, Bi salan e diyar e ku xeta berxwedan, azadî û serketinê, xeta xiyanetê bin xistiye û wê dîsa bin bixe. Ji bo vê em heta dawî bi hempîşeyên xwe re ne.”

Newroz Demhat bal kişand ser cezaya li rojnamevan Silêman Ehmed hatiye birîn û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Cezaya ku ji aliyê dadgeha Dihokê ve li rojnamevan Silêman Ehme hatiye birîn, siyasî ye û ji bo veşartina rastiyên xwe ne, em vê cezayê şermezar dikin. Ji ber ku tişta ku PDK’ê dike hevkariya dewleta Îranê û Tirkiyeyê ye û her yek ji wan bi rêbazeke dixwaze siyaseta xwe li ser Kurdan bide meşandin. Îro li Bakurê kurdistanê, Rojhilat û Başûrê Kurdistanê rojnamevan tên girtin. Zextek mezin li ser rojnamevanên azadîxwaz heye. Tişta ku dikeve ser milên me ew e ku em heta dawî xwedî li têkoşîna hevalên xwe derbikevin.”

Rojnemevan Zinar Cafer jî bertek nîşanî kiryarên li dijî rojnamevan da û wiha got: “Ev demeke dirêj e ku dewleta Tirk hewl dide heqîqetê bi çewisîne. Ev yek bi hevkariya PDK’ê tê kirin. Ev demeke dirêj e ku rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatiye revandin. Ev pergalekî ku li dijî Kurdan tê meşandin e. Ev yek li Rojhilatê Kurdistanê jî bi revandina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhammedî ku hewl didan vê rastiyê bi her kesî re parve bikin, dewam dike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê TAJÊ daxwaza edaletê kir
Nûçeya Pişt re Dagirkeran êriş kirin: 2 kes birîndar bûn
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Atabay: Bi zextên li ser saziyan zimanê Kurdî hedef tê girtin

Hevserokê Egîtîm-Senê yê Şaxa Wanê Mûrat Atabay bertek nîşanî serdegirtinên li ser saziyên ziman û…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Îzmîrê meşa ‘aştiyê’: Helbesta herî xweş aştî ye

Parlamenter Îbrahîm Akin di meşa Platforma Ked û Demokrasiyê ya Karşiyakayê ya Îzmîrê de axivî…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar dewam dike

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a malbata wê ji aliyê AKP’yiyan hat qetilkirin, di…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şertên joyanê yên li kampên Waşûkanî û El-Telae xirabtir dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Ji ber lehiyên li Sûriyeyê 7 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

KNK a Rojava: Parastina destkeftiyên Kobanê erka neteweyî ya hemû Kurdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Qehreman Rojava: 1’ê Mijdarê encama berxwedana dîrokî ya şehîdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?