Sêşem, 23 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Nameya vekirî ya KNK’ê ji dewletên NATO’yê re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rapora Neteweyên Yekbûyî: Xisara şerê li Lubnanê 1,38 milyar dolar derbas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çapemeniya azad Bayram Balci jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Beriya civîna bilind a NATO’yê gelek kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gel Şaredarê Adalarê yê CHP’yî 35 kes hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Em ji rastiya pêvajoyê bawer dikin, lewma dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li lûtkeya çiyayên Kurdistanê jiyana gerîla: Tenê teyrê baz dikarin li van lûtkeyan bijîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qilebanê îdiaya ji aliyê walîtiyê berdana 2 cerdevanên ku tundî li jinan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Polîtîkayeke dewletê ya rêxistinkirî: Eger kiryar bi unîforma be, nayê cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê yên Mêrsînê banga tevlîbûna Mitînga Azadiyê ya 27’ê Hezîranê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werzîşvana Êzidî madalyaya zêr qezenc kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê ji ber konserek li YouTube 8 hunermend hatin cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mêr ê ku Hêlîn Eren qetil kir, bi gotina ‘tehrîkê’ xwe parast

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan bi dawî bû: Niha dema bikevin nava tevgerê ye!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Jinan a Zîlan di sala 21’emîn de ye: Dem dema jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroza Hezexê: Em di asteke krîtîk de ne, dor a desthilatdariyê ye
Kurdistan

Newroza Hezexê: Em di asteke krîtîk de ne, dor a desthilatdariyê ye

Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li pîrozbahiya Newrozê ya li Hezexê axivî û got, "Em di qonaxeke gelekî krîtîk de ne" û bang li dewlet û desthilatdariyê kir ku gavê biavêje.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad  (TJA) û bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên bajar û navçeyan û bi sedan welatî tev li pîrozbahiyê bûn. Xelkê navçeyê di saetên serê sibehê de bi cil û bergên xwe yên Kurdî berê xwe dan qada Newrozê. Li qadê pankartên “Silav ji aştiyê re” û “Newroz azadî ye” hatin daliqandin.

Di pîrozbahiyê de dîmenên rengîn derketin holê. Jin û ciwanên ku li ber stranan govend gerandin, gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” berz kirin. Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ji bo bîranîna Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin, pankarta bi nivîsa, “Tu kulîlka biharê ya hê nebişkivî ye Kemal Kurkut” hilgirtin.

Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Bi bidawîbûna rêzgirtinê re girseyê bi yek dengî sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Piştre jî Dayikên Aştiyê kevok firandin.

Piştre jî Dayika Aştiyê Ayşe Hezer axivî û got: “Ez Newroza hemû girtiyan pîroz dikim. Em dibêjin ev pêyama birêz Ocalan wê aştî û azadiyê bîne. Bila gumana kesekî ji vê nebe. Ev peyama aştî, azadî û wekheviyê ye.”

Hevserokên DBP’ê û DEM Partî yên Şirnex û navçeya Hezexê, parlamenterên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Mehmet Zekî Îrmez û hevşeredarê Hezexê Dogan Adilbelî derketin ser dikê û gel silav kirin. Piştre jî Hevşeredara Bajarê Mezin a Merdînê Devrîm Demîr axivî û got: “Agirê Kawayê Hesînkar vêxistiyê îro bi hêviyeke mezin geş dibe. Îro hemû cîhan qala têkoşîna Kurdan dike. Bangeke sedsalê û hebûn û tunebûna Kurdan diyar dike hat kirin. Em piştgiriya banga Aştî û Civaka Demokratîk a birêz Abdullah Ocalan dikin. Ev bang ji bo hemû gel û baweriyan e. Lê divê êdî bombe li ser gelê Kurd neyên barandin. Em bang li rêyedarên dewletê jî dikin ku gav biavêjin. Êdî dora gavavêtinê ya dewletê ye.”

Ayşegul Dogan jî di pîrozbahiyê de axivî û got: “Newroza Serok Apo jî pîroz be. Newroz ji bo me Kurdan ne tenê roja cejnekê ye. Newroz ji bo me Kurdan xwe nûkirin û çareserî, aştî û jiyaneke nû ye. Gelê Kurd ji aliyekî ve kêfxweş e û ji aliyê din ve jî xemgîn e. Îro jî rojeke wisa ye. Duh bîranîna komkujiya Helebceyê bû. Îro xeberek ji Kobanê hat. Kurd hemû ji bo Kobanê xemgîn in. Ji ber ku li wir malbatek hatiye bombebarankirin û qetilkirin. Em qebûl nakin ku Kurd bên kuştin. Em desteserkirina vîna gelan qebûl nakin. Em dibêjin dev jî înkarê berdin ku bila raperîn nebe. Peyama me zelal e. Di destekî me de gul û di destekî me de bombe nîn e. Her du destên me jî ji bo aştiyê vekirî ne. Kesên bi Kurdan re aştiye pêk bînin bila êdî Kurdan nekujin. Em qebûl nakin. Em ji kuştin û bomberankirinê re dibêjin êdî bes e. Rêya ku ji aliyê rêzdar Ocalan ve hatiye vêkirin ji bo hemû gelen Rojhilata Navîn e. Bila bizanibin ew nexşere ne tenê ji bo gelê Kurd e, temînata hebûna hemû gelan e. Divê hemû kes piştgiriyê bidin banga rêzdar Ocalan. Divê di serî de deriyê Girava Îmraliyê bên vekirin. Felsefeya Jin Jiyan Azadî wê aştî û wekheviyê bîne ser vê erdnîgariyê.”

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di pîrozbahiyê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, Newroza gel pîroz kir û got: “Agirê Newrozê herî zêde li Botanê geş bû. Botan bû navnîşana berxwedana Newrozê. Di encama vê berxwedanê de em dikarin îro li vê qadan Newrozê pîroz bikin. Mazlum Dogan di zindanê de li dijî tunehesibandina gelê Kurd xwe kir Newroz. Ew agir bi berxwedanê wî geş dibe û belavî tevahiya Kurdistanê bû.”

Bi domdarî Çîgdem Kiliçgun Uçar bal kişand ser komkujiya li gundê Berxbotanê ya Kobanê ku 7 jê zarok 9 kes bi SÎHA’yên dewleta tirk hatin qetilkirin û ev tişt anî ziman: “Beramberî vê banga dîrokî ev bombebaran nayê qebûlkirin. Divê rêyedarên dewletê derbikevin û daxuyanî bidin. Bi milyonan Kurdan piştgiriya banga rêzdar Ocalan kirin. Lê hûn radibin komkujiyan dikin. Divê faîlên komkujiya Kobanê derkevin holê. Gelê Kurd li Kobanê di bin xeterê de ye. Desthilat tenê li gelê Kurd binêre wê bizanibe ku çi bike. Em bi êrişan neqediyan. Berê me li banga Abdullah Ocalan e. Em dibêjin hemû gelên Tirkiyeyê divê berê xwe bidin vê bangê. An em ê wekhev bijîn û an jî ev înkar wê berdewam bike. Înkar û pişaftin êdî li Kurdistanê ne bê wate ye. Gelê Kurd dibêje ez ê li welatê xwe azad bijîm. Banga rêzdar Ocalan li dijî înkarê ji bo hemû kesan azadî û wekhevî ye. Divê birêz Ocalan êdî ji hêla fîzîkî ve azad bibe.

Hezex cihekî girîng e. Di salên 1990’î de yek ji cihê ku herî zêde kuştinên kiryarnediyar lê qewimîn e. Em careke din malbata ku li Kobanê jiyana xwe ji dest daye bi rêzdarî bibîr tînin. Divê birêz Abdullah Ev Newroz bila bibe wesîleya azadiya birêz Ocalan û aştiyê.”

Bi axaftinê re girseyê bi yekdengî dirûşma “Şehîd namirin” berz kir. Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi berzkirina dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Newroz pîroz be” hat pêxistin. Herî dawî jî stranbêj Mizgîn Turan derket ser dikê û stran gotin. Pîrozbahiya Newrozê li ber stran û gerandina govendê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEZEX

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partiyê têkildarî ‘hiqûqa aşitiyê’ civînek li dar xist û ‘sabotaj’ şermezar kir
Nûçeya Pişt re Li Misircê azadiya Rêber Apo hate xwestin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di çarçoveya peymana QSD-Şamê de sîstema perwerdeyê tê nîqaşkirin

Di çarçoveya peymana QSD û desthilata Şamê de li ser materyalên di sîstema perwerdeyê de…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogullari serdana Emîne Şenyaşar kir

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di roja 58’emîn a çalakiya Emîne Şenyaşar ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Merasîmeke meqam û stranên gelêrî yên Kurdî li Kerkûkê hat lidarxistin

Di merasîma meqam û stranên gelêrî yên resen ên Kurdî de, hunermendê mezin ê Kurd…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Ji Tifaqa Hêzên Siyasî ya Rojhilat daxuyanî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê şewat nayê kontrolkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Li Herêma Kurdistanê dozên siyasî û destwerdana li hiqûqê zêde dibe’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YNK: Biryara Wezareta Karên Hundir li dijî azadiya çapemeniyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?