Rojnamevanên Kantona Efrîn û Şehbayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî cezakirina rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê rêveberiya PDK’ê ve ji ANF’ê re axivîn û biryar şermezar kirin.
Nûçegihanê Ronahî TV Ciwan Mistefa anî ziman ku edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ku şahidê Berxwedana Serdemê bû, bi kamera û nivîsên xwe gelek binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê belge kirin.
Ciwan Mistefa diyar kir ku rojnamevan Silêman Ehmed bi neheqî hate girtin û cezakirin.
Nûçegihana Nûjihna ya Şehbayê Hisna Mihemed di destpêka axaftina xwe de girtina rojnamevan Silêman Ehmed bi tundî şermezar kir.
Hisna Mihemed bi bîr xist ku Silêman Ehmed bi rengekî fermî li Başûrê Kurdistanê karê rojnamevaniyê dikir, rastiya civaka xwe dida nîşandan û got, “Ne cara yekemîn e ku ragihandina azad dibe hedefa zext û zordariyê. Em cezakirina Silêman Ehmed ti carî qebûl nakin. Biryara li ser Silêman Ehmed biryara li ser hemû rojnamevanên azad in. Em ê ji bo azadiya civaka xwe, ji bo nîşandana rastiya civaka xwe karê xwe dewam bikin, astengî wê karê me nesekinîne.”
Rojnamevan Zana Roj jî diyar kir ku hikumeta PDK’ê bi tawanên derew ceza li rojnamevan Silêman Ehmed birî û got, “Revandina Silêman Ehmed revandina me hemûyan e. Binpêkirinên li hemberî rojnamevanan têne kirin binpêkirinên li hemberî me hemûyan e. Lewma divê nerazîbûnên hîn xurt bêne nîşandan.”