Li gor rapora nû ya NY’ê, hejmara jinên ku li tevahiya herêmên şer ên cîhanê jiyana xwe ji dest dane li gor sala par du car zêde bûye û ji sedî 40’ê miriyan jin pêk tînin.
Li gor rapora Yekîneya Jinan a NY’ê ku rewşa ewlehiyê ya jin û zarokên keç ên ku li herêmên şer dijîn lêkolîn dike, bûyerên şîdeta cinsî yên têkildarî şer li gor sala 2022’an di sala 2023’an de ji sedî 50’î zêde bûye.
Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku di sala 2023’an de di şerê çekdarî de herî kêm 33 hezar 443 sîvîlan jiyana xwe ji dest dan. Ji 13 hezar 377’an zêdetirê van ango ji 10 sîvîlan 4 kes jin, ji 10 sîvîlan 3 kes jî zarok bûn.
Yekîneya Jinan a NY’ê diyar kir ku ji ber ku di dema şer de zagonên navnetweyî yên ji bo parastina jin û zarokan hatine çêkirin “Bi eşkere tên binpêkirin”, jin nikarin li herêmên şer xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê. Ji ber vê yekê li welatên ku lê şer heyî, her roj 500 jin û zarokên keç ji ber ducanîbûn û pirsgirêkên dayîkbûnê jiyana xwe ji dest didin.
Li Sûdanê jî ku ji ber erîşên cinsî yên di dema şerî de der barê wê de gelek rapor hene, ji ber ku gelek mexdûr rastî tecawizê tên û di 72 saetên ewil de mudaxeleya lezgîn jî di nav de nikarin xwe bigihînin xizmetên tenduristiyê.
Rêvebera Yekeya Jinan a NY’ê Sîma Bahous wiha axivî: “Berdêla şerê mêran ji didin. Ev şer li dijî jinan di nav çarçoveyeke berfirehtir de pêk tê. Bi awayekî eşkere hedefgirtina mafên jinan ne tenê rewşeke xweserî wan welatan e ku lê şer berdewam dike. Lê di van welatan de ji ber rewşa şerî dijwartir e.”
Bahous diyar kir ku newekheviya zayendî li gelek qadan wekî çek tê bikaranîn û got: “Heger em daxwaza guherînê nekin, dê encamên van kiryaran bi dehan salan bidomin û dê aşitî pêk neyê.”