Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Kedkar Hakan Ozturk diyar kir ku dema bi sosyalîstan re qala hin mijarên giştî dikin, pir xweş diaxivin lê dema mesele dibe Kurd dixwazin vê mijarê derbas bikin û xwest ku car din li nêzîkatiya meseleya aştiyê ya demê Şoreşa Cotmehê bê temaşekirin.
Serokê Giştî yê EHP’ê Ozturk bi wesîleya salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ji ANF’ê re axivî û bi bîr xist ku Tevgera Azadiya Kurd tevî hemû êrîş û zextan çend caran agirbest îlan kiriye, bangên aştiyê kirine.
Ozturk wiha got: “Hat gotin bila diyaloq hebin, bi rêya hevdîtinan bê çareserkirin, aştiya demokratîk û çareseriya siyasî hebe. Çend caran hate axiftin. Tevgera Kurd lihevkirin û aştiya civakî dixwaze. Di pêvajoya diyalogê de qanûnek derket û qanûn ji bo hevdîtin bên kirin hat nivîsandin. Divê hevdîtin, muzakere û nîqaş bên kirin, divê ev bi rêya Meclîsê bê çareserkirin. Mînaka baş ev e.”
SOSYALÎSTAN NEGOTIN KU KURD DIJÎN
Ozturk destnîşan kir ku sosyalîstên li Tirkiyeyê pêvajoya 15’ê Sibatê û bûyerên piştî wê qewimî ne, ji gelê Tirkiyeyê re venegotine û wiha pêde çû: “Em gelek mijaran bi gelek hevalên xwe re diaxivin, di medyaya civakê de cih digire, li wir dest bi nirxandina bûyeran dike lê dema niha qala hin mijarên giştî dikin, pir xweş diaxivin lê dema mijar dibe meseleya Kurd dixwazin vê mijarê derbas bikin. Tiştek wiha nabe! Weke sosyalîst tu dizanî li welatê te çend pirsgirêk hene, yek ji van pirsgirêkan guhertina şert û mercan û civak gihandina xweşiyê be, yek jî meseleya Kurd a di qada demokratîk de ye. Divê tu qala vê jî bikî. Yek din cînayetên li dijî jinan, yek din pirsgirêka ekolojî lê yek ji pirsgirêkên sereke meseleya Kurd e û divê tu qala vê bikî. Weke sosyalîstekî yek ji wezîfeyên te yên destpêkê ev e, ji ber ku mirin çêdibin.”
YÊ PIRSA WÎ/Ê HEBE BILA LI ŞOREŞA COTMEHÊ BINÊRE
Ozturk xwest ku eger pirsek di serê sosyalîstekî de çêbibe, bila li Şoreşa Cotmehê binêre û wiha got: “Mijara sereke ya li wir, sosyalîstan aştî diparast. Rûsya li dijî Elmanyayê şer dike. Nayê gotin, ‘Tu li rastiyê binêrî Elmanya emperyalîst e, em jî li dijî vê têbikoşin û tevlî şer bibin’. Na, Bolşevîkan wisa nekir, aştî parast in. Di heman demê de ji bo başiya mirovahiyê jî aştî parastin. Ji wî alî ve divê em jî aştiyê biparêzin.”
Ozturk ragihand ku zimanê Kurdî ne hebûneke arkeolojîk e, hebûneke zindî ye û wiha got: “Ji aliyê nifûseke mezin ve tê axaftin. Lê çareseriyeke bi awayê ‘em enstîtuyekî ava bikin, bila li wir bê lêkolînkirin’ jî nîne. Tenê ji ber ku Ahmet Kaya dixwest bi zimanê xwe baxive, li vî welatî hate protestokirin. Ahmet Kaya neçar ma ku ji welêt biçe. Tenê got, ez straneke bi Kurdî çêbikim, hate protestokirin. Ev pirsgirkeke ku ji dawiya dema Osmanî ve heye.”