Li gorî nûçeya Rojnewsê, Serokê berê yê Eniya Tirkmenan ya Iraqê (ITC) Eşref Salihî di hevpeyvînek xwe ya medyaya Iraqê de ragihand ku wan bi PDK û hêzên Ereb re li ser rêvebirina xwecihî ya Kerkûkê lihev kirine.
Salihî got“Gotûbêjên me yên bi pêkhate û serkirdeyên siyasî re didomin. Bernameya Serokwezîr jî di gihandina projeyê û pêngav avêtina ji bo lihevkirinê, serkeftî bû.
Salihî got; “Heta niha aliyên siyasî nekarîne tu lihevkirinan bikin. Lê ez di wê baweriyê de me ku di nav çend rojên pêş de em ê bigihin lihevkirinê. Ji ber ku zêde dem nemaye. Mayîna Kerkûkê ya di vê rewşê de jî ne di berjewendiyên tu kesê de ye.”
Têkildarî lihevkirina Eniya Tirkmenan bi PDK û Ereban re jî Salihî wiha got; “Sê aliyan li ser vê mijarê lihev kirine ku ew jî ji Eniya Tirkmenan, PDK û Ereban pêk tê.”
Tevî ku Kurd li Kerkûkê piranî ne û xwediyê 7 kursiyên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ne, PDK’ê li ser bidestxistina erka walitiya Kerkûkê ne bi Kurdan re bi Eniya Tirkmen û Ereban re li hev kir ku bi fermana Hakan Fîdan tevdigerin.