Li civata giştî ya meclîsa Tirk, Pêşnûme Qanûna li ser Guncawiya Erêkirina Protokola li ser Tevlîbûna Swêdê ya li nava Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) hate qebûlkirin.
Piştî axaftinên li ser mijarê di dengdanê de 346 parlamenteran deng dan. Ji wan parlamenteran 287 dengê erê, 55 dengê na dan. Protokol bi piraniya dengan hate qebûlkirin.