Şemî, 21 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Peyama Rêber Apo ya Newroza 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Amedê de peyama ‘Em ji bo azadiya Rêber Apo amade ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îlham Ehmed: Hingî ku pêvajoya li Bakur pêşde diçe, siberoja hemû parçeyan garantî dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Amedê de peyama girtiyên siyasî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pîrozbahiya Newrozê li Amedê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yekîtîya Gelê Kurd wê bi Agirê Newrozê re gur û geş bibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PÎK: Newroz destpêka hêviyên mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi hezaran kes li Amedê diherikin qada Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şengal bi agirê Newrozê ronî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê jinan bi meşaleyan agirê Newrozê geş kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê bi hezaran kes bi meşaleyan hatin cem hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ferîde Eralp: Azadiya jinan bi destwerdanên derve nayê bidestxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Pirtûka ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê şoreşa jinên Rojava de’ hat weşandin
Çand û Hûner

Pirtûka ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê şoreşa jinên Rojava de’ hat weşandin

Pirtûka ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê şoreşa jinên Rojava de’ ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf a Jineolojî ve hat weşandin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 9. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Di sala 2018’an de komeke jinên enternasyonalîst ên ku li Enstîtuya Andrea Wolf a Jineolojî ya li Rojava kom bûbûn, projeya nivîsandina pirtûkên wekî parçeyekî karên Enstîtu dabû destpêkirin. Li ser vî esasî di nav salekê de hem bi jinên ku bi salan di Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê de cihê xwe digrin hem jî bi jinên ku parçe û pêşengên Şoreşa Rojava ne, bi dehan jinan re hevpeyvîn hatibûn kirin. Wekî encama yekem ya vê projeyê di havînê 2020’an de pirtûka ‘Mujer Vida Libertad. Desde el corazón del Movimiento de Mujeres de Kurdistan (Jin Jiyan Azadî. Ji dilê Tevgera Jinên Kurdistanê)’ bi zimanê Spanî bi weşanxaneya Descontrol Editorial ya Katalunya ya ku pirtûkan li seranserê Spanya belav dike hatibû weşandin. Ji 2020’an û şûn ve pirtûk bi zimanê Îtalî hatibû wergerandin û weşandin. Kar û xebatê tercumantî ya bi zimanê Fransî, Îngilizî û Portekizî berdewam dike. Bi dehan pêşkeşkirinên vê pirtûkê li seranserê Spanya, Katalonya û Welatê Bask, di heman demê de jî li Italiya hatine kirin. Bi sedan jinên enternasiyonal ev pirtûk wekî çavkaniyeke esasî ya bi zimanê xwe ya ji bo naskirin û kûrbûyîn di derbarê dîrok û îdeolojiya Tevgera Jinên Kurdistanê de dibînin û bi vê pirtûkê bandor bûn. Bi dehan komên xwendinê, nîqaş û xwe perwerdekirin pêk hatin û pêk tên. Ji 2022’yan û şunde vê pirtûk sînorên Ewropa jî derbas kir û li aliyê din a okyanusê, destpêke li Ekvador û herî dawî di Adarê 2024’an de li Kolombiyayê jî hat weşandin.

Niha, piştî 6 salan carek din bi Descontrol Editorial bi weşandina beşa duyemîn ya pirtûka bi navê ‘Jin Jiyan Azadî. Di agirê soresa jinên Rojava de’ ev proje bi dawî bû. Vê carê, ji bo parastina zimanê Katalanî û misogerkirina xwendina bi vê zimanê, pirtûk bi zimanê Katalanî hat weşandin, wê di Payizê de bi Spanî jî çap bibe. Piştî bingeha dîrokî û îdeolojik ya ku di pirtûka yekemîn de hat dayîn, di vê pirtûka duyemîn de bingeha şoreşa jinên Rojava çi ye, şoreşa Rojava çawa destpê kir û çawa pêşve çû, jiyana jin û gelan çawa daye guhertin, û di her qada jiyanê de (xweparastin, aborî, tenderustî, politik, diplomasî, ciwan, civak, edalet, çapemenî hwd) jin çawa xwe birêxistin dikin di vê pirtûkê kom bû. Her wiha, di dawiya pirtûkê de biyografiya şehîdên şoreşa Rojava ya ku di pirtûkê de tên behskirin ji bo danasîna wan hatin nivîsandin. Wekî di destpêka pirtûkê de tê xwendin ‘ev pirtûk ji bo bîranîna bi hezaran hevalan ku bi agirê şoreşê re xwe helandin e’. Wekî perperokên di lêgerîna heqîqetê de…

Her wiha, pêşgotina pirtûkê ya ku ji aliyê Enstîtuya Andrea Wolf ve hatî nivîsandin, wiha ye: “Em weke tevgera azadiya jinên Kurdistanê, ji tecrubeya xwe, giringiya naskirina dîroka xwe li hemberî şîroveyên dagirker û baviksalar ku me vedişêrin û me parçe dikin dizanin. Em pêwîstiya hilweşandina qalibên fikir û zihniyeta ku dagirkerî û baviksalarî ferz kirine bi pêşxistina fikir û zanebûnek azad, girêdayî dîrok û rastiya xwe, dizanin. Ev pirtûk di vê rêyê de dixwaze bibe alîkar. Bi salan, jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komun, meclîs, akademî û koperatîf ava kirine. Di her enî de ji bo parastina civakeke azad şer kirine. Di vê pirtûkê de gelek jinên cuda, dayik, xwendekar, karker, şervan, hunermend, rewşenbîr, jinên her temen û yê gelên cuda tecrubeyên xwe ya li ser jin çawa xwe birêxistin kirine, xwe perwerde kirine û saziyên xweser avakirine ji bo pêşveçûna şoreşa jinê parve kirine. Ev pirtûk utopyayeke dûr şîrove nake, lê tecrubeyên şênber ji dilê jiyanê ve nîşan dide. Pirtûkek li ser jiyanê di vê pevajoya şoreşgerî de ye. Bi hemû xweşikbûna xwe û rihê xwe yê şoreşgertî, bi hemû zehmetiyên xwe, nakokiyan û windahiyên bi êş, bi hemû serkeftin û hêviyên xwe. Çîrokên jiyan û têkoşîna ku rojane tê jiyankirin. Ji ber vê yekê ev pirtûk parçeyekî nivîskî ya dîrok û ya dema niha ye.”

Bi vê pirtûkê tê destnîşankirin ku şoreşa Rojava di esasê xwe de şoreşa jinê ye. Di navbera 6 û 19’ê Gulanê de wê ev pirtûk li 13-14 bajarên cuda yên welatên katalan (Katalunya û herema Valencia) wê ji aliyê endameke ji koma amadekariya pirtûkê ve were pêşkêşkirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Akademisyenên Ereb û Kurd: Rêber Abdullah Ocalan jin kir mifteya jiyanê
Nûçeya Pişt re Konseya Ewlehiyê wê derbarê endamtiya Fîlîstînê ya ji NY’ê re biryara xwe bide
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Nerazîbûnên girseyî li dijî êrîşên li ser Helebê dewam dikin

Li bajarên Til Birak, Hol û Erîşa yên kantona Cizîrê, bi armanca şermezarkirina êriş û…

Ji aliyê Stêrk TV

Kooperatîfa Jinan a Rawestayê: Li dijî xizaniyê piştgirî û keda kolektîf!

Kooperatîfa Jinan a Rawestayê ya ku xizmên girtiyan bi hev re bi piştevaniyê ava kirine,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Gever û Colemêrgê pîrozbahiyên bi coş

DEM Partî li Colemêrg û Gevera hezaran leşker û polîs lê hatibûn veguhestin, şaredarî bi…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Rojava gel diherike qadên Newrozê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PÎK: Newroz destpêka hêviyên mezin e

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

DYE, ji bo petrola Îranê bi rengekî demkî destûra standinê da

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?