Ji bo mal û milkên Efrîniyan ên ji aliyê komên dagirker ve hatine desteserkirin jinûve radestî şêniyên wan ên resen bê kirin, li ser medya dîjîtal bi navê “Mala min mafê min e” kampanyayekê destpê kir.
Kampanya 16’ê Îlona 2026’an bi înîsiyatîfa çalakvan û rojnamevanên li herêma Efrînê bi hashtaga “”#بيتي_حقي û ‘Mala min mafê min e’ destpê kir.
Rojnamevanên li herêmê diyar kirin ku ji ber destdayîna li ser malên şêniyên resen ên li Efrînê bi dehan gazinc ji hêla şêniyan ve tên kirin, bi sedan mal hîn di destê kesên ne ji herêmê ne.
Her wiha hate ragihandin ku ev kampanya bi armanca vekirina vê dosyayê li ber raya giştî, daxwaza bidawîkirina rewşên destdayînê û vegera malan ji bo şêniyên resen hatiye destpêkirin.
Kesên ku ev kampanya organîze kiriye ji şêniyên Efrînê yên resen in û kesên ku piştgiriyê didin şêniyan xwest beşdarî kampanyayê bibin.
Ji dema destpêkirina kampanyayê û vir ve bi sedan kes tev li kampanyayê bûne, pê re jî wêneyên malên xwe, zeviyên xwe û malên ku ji destê xwediyê wan hatiye standin, weşandine.

