Dewleta Tirk ne tenê di serdema AKP’ê de hema bibêje ji roja damezrandina wê heya niha xwebirêvenebûna gelê Kurd esas girtiye. Tayînkirina qeyûman jî weke formata vê polîtîkayê ya serdema me, ev sê serdem in li ser gelê Kurd tê ferzkirin.
Yekem polîtîkaya xespkirina şaredariyan di sala 1979’an de dema ku Nadîr Temel li navçeya Curnê Reş a Rihayê di hilbijartinan de bi ser ket, hate meşandin ku Tevgera Azadiya Kurd piştgirî dida Nadîr Temel. Di Nîsana 1980’yan de qeymeqamê Curnê Reş Taykan Ataman weke qeyûm hate tayînkirin û Serokê Şaredariyê û endamên Meclisa Şaredariyê hatin girtin. Piştî darbeya 12’ê Îlonê jî darbekaran şaredarî xesp kirin. Di sala 1987’an de li gel îlankirina Rewşa Awarte (OHAL) Waliyê OHAL’ê weke waliyê dagiriyê hilbijartin weke formalîte esas girt. OHAL bi biryara Desteya Wezîran di 30’yê Tîrmeha 2002’yan de hate rakirin.
AKP ya ku piştî şerê navxweyî yê dewletê yê di 15’ê Tîrmeha 2016’an de di hilbijartinan de bi ser ket û bi pêvajoyeke nû ya OHAL û Biryarnameyên Qanûnî (KHK) Destûra Bingehîn û yasa binpê kirin. Bi vê yekê 94 şaredariyên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi telîmata Erdogan û bi daxuyaniya Wezîrê Karên Hundirin Suleyman Soylû ya di 9’ê Îlona 2016’an de bi hincetên cuda hatin xespkirin. Ji 44 şaredariyên DBP’ê re walî û qeymeqam weke qeyûm hatin tayînkirin û hevşaredar rehîn hatin girtin, meclîsên şaredariyan hatin betalkirin.
HDP’Ê ŞAREDARÎ DUBARE BI DEST XISTIN
Tevî terora dewletê ya bi destê hikûmetê dihat meşandin jî HDP’ê di hilbijartinên xwecihî yên Adara 2019’an de 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok bi tevahî 65 şaredarî bi dest xist. Mazbetayên 6 hevşaredaran bi hinceta ku ew KHK’yî ne nehate dayîn û li şûna wan mazbeta dan namzetên AKP’yî. Ji 45 endamên meclîsa şaredariyê û 3 endamên meclîsa giştî re jî mazbeta nehate dayîn. 5 mehan piştî hilbijartinan di 19’ê Tebaxa 2019’an de bi biryara Wezareta Karên Hundirin şaredariyên HDP’ê hatin xespkirin. Di demên cuda de 48 şaredariyên HDP’ê hatin xespkirin. Ji ber ku qeyûman weke karê ewil meclisên şaredariyan betal dikir, 807 HDP’yiyên ku hatibûn hilbijartin û bi tevahî endamtiya 1139 endamên meclisan jî hatin betalkirin. 84 hevşaredarên HDP’ê hatin binçavkirin û 39 hevşaredarên hatin girtin û ew şandin girtîgehê. 19 hevşaredar bi hinceta; ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘propagandaya rêxistinê’ hatin sûcdarkirin û derheqê wan de cezayên zêdeyî 140 salan hatin birîn. Li 5 hevşaredaran jî nêzîkî 21 meh cezayê hepsa malê hate birîn.
NE ŞAREDARVANIYA WAN, AXAFTINÊN WAN…
Li gorî rapora HDP’ê ya têkildarî xespkirina şaredariyan; di pêvajoya darizandinê de ku egera xestpkirina şaredariyan hatibû destpêkirin, di îdîanameyan de bi tu awayî xebatên şaredariyan nehatibûn esasgirtin. Ji hevşaredaran re ji ber daxuyaniyên çapemeniyê yên tevlî bûne, çalakiyên siyasî yên qanûnî ceza hatin birîn.
RAPORÊN HDP Û DEM PARTIYÊ
Bi Rapora Rastiyên Qeyûm û Xespkirina Îradeyê ku di Sibata 2021’an de ji aliyê HDP’ê ve hate amadekirin û bi Rapora Operasyonên Siyasî û Polîtîkayên Zextê yên li dijî DEM Partî û Pêkhateyên Wê ku ew jî di Kanûna 2023’yan de ji aliyê DEM Partiyê ve hate amadekirin, hemû detay û piştperdeya îdeolojîk yên xespa îradeyê ya li gel operasyonên qirkirinê tên eşkerekirin:
* Rapora HDP’ê:
https://www.hdp.org.tr/tr/irade-gaspi-ve-kayyim-gercekleri-raporumuz/15108/
* Rapora DEM Partiyê:
https://www.demparti.org.tr/tr/partimize-yonelik-saldiri-ve-ihlaller/17689/