Duşem, 9 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik: Pêşveçûna pêvajoyê bi gavên pratîk ve girêdayî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 9’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tê payîn koma nivîsê ya Komîsyona Meclîsê roja Çarşemê kom bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayşegul Dogan: Abdullah Ocalan ji bo gelan deriyeke dîrokî vekir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Norşînê banga ji bo vekirina deriyê Murşîtpinarê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Şemzînanê konferansa yekîtiya demokratîk: Berxwedana Kurdan zîhniyeta netewe dewletan têk bir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mîdyadê Kurd, Suryan û Ereb ji bo Rojava meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê jinek serhildêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojava meşa girseyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Alîkariya Gelê Şengalê ber bi Rojava ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Bacid Kendala şewat derket: 2 Jinên Êzidî birîndar bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Saarbruckenê ‘Women Defend Rojava’ hat damezrandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê şehadeta Mizgîn Jiyan ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: 15 jin hatin kuştin, 11 jin bi gumanbarî mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E: Nivîsa Der Spiegel parastina îdeolojîk a tundiya serdest a mêran e

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJAD: Em nûçevaniya Der Spiegel a ku jinên Kurd hedef digire red dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Çileyê de 22 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Jinên Wêrek’ li ser dikê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo bîranîna şehîd Ziyad Heleb û hevrêyên wî stranek hate çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend TrueLu: Têkoşînên me girêdayî hev in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Qada çapemeniya azad bi pêşengtiya jinan bi pêş dikeve’
Jin

‘Qada çapemeniya azad bi pêşengtiya jinan bi pêş dikeve’

Rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bal kişandin ser girîngiya Yekîtiya Ragihandina Jinan (YRJ) û diyar kirin ku ew hewl didin dengê jinan bigihînin cîhanê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Evîn Îbrahîm û Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo di salvegera demezrandina YRJ’ê de têkildarî mijarên avakirina YRJ’ê û armancên wê û rola jinên rojnamevan di nava civakê de ji ANF’ê re axivîn.

 

Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê  Evîn Îbrahîm salvegera damezrandina YRJ’ê li hemû rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhiltatê Sûriyeyê dixebitin pîroz kir û diyar kir ku rojnamevanên jin ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê roleke mezin rakirine û wiha dest bi axaftina xwe kir: ‘’Rojnamevanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkoşîneke mezin didin meşandin û îro bi hejmareke mezin di nav ragihandinê de cih digirin û roleke mezin radibin. Ji bo gihandina dengê gel û jinên Rojavayê Kurdistanê ji cîhanê re ragihînin û parastina şoreşa ku bi pêşengtiya jinan dest pê kiriye, bike jî têkoşîna xwe heya roja me ya îroyîn jî bê navber didomînin.’’

Evîn di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa rojnamavanan ya beriya Şoreşa Rojava û ev yek anîn ziman: ‘’Li rojavayê Kurdistanê bi taybet jî beriya Şoreşa Rojava ji ber sîstema ku li ser civakê hatibû ferzkirin, rojnamevaneke jin tune bû. Ev rewş ne tenê ji bo jinan ji bo hemû gelê Kurd ê rojavayê Kurdistanê derbasdar bû. Her wiha eger kesekê cihê xwe di nav çapemeniyê de girtibana jî nikarîbûn weke rojnamevanekî azad tev bigere. Rojnamevanan nedikarî  temsîliyeta çand, dîrok û neteweya xwe bike. Her wiha ev rewş ji bo jinan bi tu awayî nedihat qebûlkirin.’’

Evîn di nava axaftina xwe de anî ziman ku di sala 2011’an de li gel Şoreşa Rojava jinan di çapemeniya azad de cihê xwe girt û bi pênûs û kameraya xwe daketin qadan û got: ‘’Beriya Şoreşa Rojava li gorî fikrên ku li me hatibûn ferzkirin, me xeyal nedikir ku em bibin rojnamevan. Lê belê li gel Şoreşa Rojava yek ji qadên sereke yên ku di sala 2011’an de ketin nava kar û xebatê çapemeniya azad bû û  wê demê herî zêde jin tevlî xebatan bûn. Jin bi kamera û pênûsên xwe weke pêşkêşvan û nûçegîhan daketin qadan û di nava çapemeniyê de cihê xwe girtin. Di destpêka şoreşê de ji ber civak û çanda ku hatibû belavkirin, di warê xebata çapemeniya azad de gelek zehmetî hatin kişandin. Nedihate qebûlkirin ku jinek rojnamevantiyê bike. Jinan jî ji bo ku vî karî bi civakê bidin qebûlkirin, têkoşîneke mezin dane meşandin.  Jinan xwe perwerde kir, şoreşek di nava xwe de ava kir û bi sekn û pêşketina xwe civaka derdora xwe jî bi xwe re perwerde kir.”

Evîn Îbrahîm bal kişand ser rola jinên rojnamevan ya di nava şoreşê û êş û azarên jinan û ev yek anîn ziman: ‘’Rola jinên rojnamevan di qada şoreşê de mezin bû. Li kêleka wê jî ji bo eşkerekirina êş û azarên jinan roleke mezin diket ser milên jinên rojnamevan. Ji ber ku di destpêka Şoreşa Rojava de rola wan herî mezin ew bû ku ev mijar ji raya giştî re werin ragihandin,  da ku jin bikaribin di nav vê şoreşê de gavên mezintir bavêjin û bikaribin jinan ji vê tundiyê rizgar bikin. Ji ber wê jî têkoşîna ku jinên rojnamevan di destpêka şoreşê de dane meşandin, gelekî mezin bû û heta roja îro jî heman keda ku di wê demê de dihat dayîn, berdewam dike’’

Evîn Îbrahîm anî ziman ku ger di qadên şoreşê de jin nebirêxistinkirî bûna, wê serkeftinên mezin jî nebûna û got: ‘’Ji bo wê jî beriya damezrandina YRJ’ê jinên rojnamevan di bin sîwana RA JIN ROJAVA de xebat dikirin. Jinên rojnamevan bandoreke mezin ser civakê dane avakirin û nêrînên civakê ên li ser jinan dan guhertin. Her wiha jinên rojnamevan karîbûn bi pênûs û kameraya xwe balê bikşînin ser hin mijarên civakê. Ji cîhanê re ragihandina dengê şoreşa jinan bi saya têkoşîna jinên rojnamevan pêk hat û heta niha jî ev têkoşîn berdewam dike.’’

Endama Desteya Rêveber a YRJ’ê Evîn Îbrahîm di nava axaftina xwe de qala beşdarbûna rojnamevanên jin a ji bo hemleyan kir û got:  ‘’Gelek rojnamevanên jin di nava hemleyên rizagarkirinê û şerên ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih girtin. Yek ji wan jî şerê Kobanê bû ku kêliyên şer û serkeftina ku bi pêşengtiya YPJ’ê pêk dihat di saya kamera û pênûsa jinên rojnamevan gihişt raya giştî û cîhanê. Heta roja îro jî cîhan qala têkoşîn û berxwedana Kobanê dike. Roja îro jî jin di qadên girîng de yên weke Hêzên Asayîş û YPJ’ê de cih digirin.’’

Evîn Îbrahîm di nava axaftina xwe de qala destpêka avakirina Yekîtiya Ragihandina Jinan kir û ev yek anîz ziman: ‘’Di sala 2020’an de Yekîtiya Ragihandina Jinan hate avakirin. Her wiha qadên şoreşê berfirehtir bûn û gelek herêm hatin rizgarkirin û jin jî weke hemû pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevlî qada çapemeniya azad bûn. Ji bo wê jî pêwîstî bi avakirina yekîtiyekê hebû da ku jinên rojnamevan xwe di bin sîwana wê de xwe bi rêxistin bikin û kar û xebatên xwe baştir bikin. Weke encam jî îro wê jî îro jin di nava qadên çapemeniya azad de xwedî rêjeyeke weke ji % 70’yî ne. Çawa ku jinan di her qadê de cih girt û pêşengtî kir, îro di qada çapemeniya azad de jî pêşengtiya jinan derdikeve pêş.’’

Evîn Îbrahîm di dewamiya axaftina xwe de eşkere kir ku di kêliyên gef û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê berdewam dikin de jî  jinên rojnamevan di nav civakê de bi kamera û pênûsa xwe têkoşîna xwe ya li hemberî wan êrîşan didin berdewamkirin û got: ‘’Di van deman de em di xebatên xwe de zêdetir balê dikşînin ku em ê çawa guhertinan di nav civakê de ava bikin. Her wiha li aliyekî jî  rojane êrîş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tên kirin û gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê hê jî berdewam dikin. Em jî weke rojnamevanên jin hewl didin ku bi xebatên xwe di nava civakê de bi pênûs û kameraya xwe têkoşîna xwe ya li hemberî gef û êrîşan bilindtir bikin.’’

Evîn Îbrahîm dawiya axaftina xwe de anî ziman ji bo ku jinên rojnamevan dengê jinên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê negihînin cîhanê her tim ji aliyê dewleta Tirk ve tên hedefgirtin û wiha got: ‘’Îsal jî dewleta Tirk êrîşên xwe yên li ser ekîba JIN TV’yê berdewam kirin. Di encama êrîşên dewleta Tirk de rojnamevanek birîndar bû û hevkarê me Necim El Dîn gihîşt asta şehadetê. Ev jî dide diyarkirin ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe çapemeniya azad hedef digire. Her wiha ji ber ku dengê jinên rojavayê Kurdistanê bi rêya jinên rojnamevan digihîje cîhanê û da ku jin bi azadî jiyan nekin, kar û xebata xwe nedin meşandin di hedefa dewleta Tirk a dagirker de ne. Em hemû êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û jinên pêşeng û rojnamavanan şermezar dikin. Em ê her li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikin.’’

 

Li aliyeke din jî nûçegîhana televizyona JIN TV’yê Sîdra Mamo di salvagera demezrandina YRJ’ê de hemû şehîdên ku ji bo heqîqetê canê xwe feda kirine, bi bîr anî û ev roj li wan şehîdan pîroz kir û got: ‘’Di nava Şoreşa Rojava de bi pêşengtiya jinan gelek destkeftî hatin bidestxistin. Yek ji wan destkeftiyan jî ew e ku jinan di nava çapemeniyê de bandoreke mezin li ser civak û raya giştî da avakirin.’’

Sîdra di dewama axaftina xwe de têkildarî rola jinan ya  di nava ragihandinê de axivî û wiha berdewam kir: ‘’Jin di nav xebetên çapemeniyê de bi roleke girîng radibin. Bi taybet jî di warê xwebirêxistinkirinê de weke xwediyên roleke girîng di nava xebatên çapemeniyê de cihê xwe digirin. Her wiha jinan li seranserê cîhanê jî bandoreke mezin li ser hemû jinên cîhanê dan avakirin. Piştî şoreşê ev yek bi çavan jî hate dîtin ku jin di nava çapemeniya azad de bi hejmareke mezin cih digirin û rola xwe dilîzin.’’

Sîdra di nava axaftina xwe de anî ziman ku jin jî bi kamera û ramanên xwe li hemberî sîstema kapîtalîst têdikoşin  û got: ‘’Di roja me ya îroyîn de leşker bi çekên xwe şer dike, siyasetmedar bi pênûsa xwe şer dike û  jin jî di nav ragihandinê de bi raman û fikrên xwe li hemberî sîstema kapîtalîst şer dike. Girêdayî esasê ku em bibin dengê rastiyê û bi taybet jî li her derê em bibin dengê jinan û bibin çavê rastiyê em xebatên xwe dimeşînin.’’

Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra di berdewamiya axaftina xwe de behsa îlankirina demezrandina YRJ’ê û sîstema YRJ’ê kir û got: ‘’Di konferansa sala 2020’an de YRJ hate avakirin. YRJ’ê bi awayekî bi rêk û pêk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sîstema xwe da runiştandin û meclîsa xwe li hemû qad û kantonan da avakirin. Girêdayî vê yekê kar û xebatên me li ser esasê pêşxistina jinan û perwerdekirina jinan û civakê ye.’’

 Sîdra di axaftina xwe de  da diyarkirin ku armanca wan a sereke ew e ku bibin dengê jinên li herêmên dagirkirî û got: ‘’Em weke rojnamevanên jin armanca me ya sereke ew e ku em bibin dengê jinên li herêmên dagirkirî yên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî. Jinên li van herêman rastî kiryarên dewleta Tirk a dagirker yên weke êşkenceyên giran tên. Em jî weke nûçegîhanên jin yên li qada Şehba, erka me ye ku em bibin dengê van jinan û ji cîhanê re nêzîkatiyên dewleta Tirk ên li hember jinan eşkere bikin. Her wiha bidin xuyakirin ku dewleta Tirk ji hêz û rêxistinbûyîna jinan ditirse û ji ber wê ye ku bi awayekî eşkere li her derê jinan hedef digire. Dewleta Tirk bi taybet jî jinên ku li pey azadiyê digerin û xwe perwerde û zana dikin û ramanên xwe li her derê vedibêjin, hedef digire.’’

Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo got ku ji cîhanê re gihandina dengê wan jinan weke erka xwe dibînin û axaftina xwe wiha domand: ‘’Em jin weke erka xwe dibînin ku heta jinên li herêmên dagirkirî bên rizgarkirin em ê dengê wan jinan ji hemû cîhanê re ragihînin û em ê bibin dengê heqîqetê û em ê tim ji bo vê yekê kar bikin. Taybet jî erka me ye ku em berxwedana jinên Efrînê ên ku li Şehba li hemberî hemû zor û zehmetiyan, li hembeî êrîşên dewleta Tirk û dorpêça Hikumeta Şamê li ber xwe didin, ji cîhanê re ragihînin.’’  

Nûçegîhana JIN TV’yê Sîdra Mamo diyar kir ku serkeftinên ku îro hatine bidestxistin bi keda salan e û wiha axaftina xwe bi dawî kir: ‘’Serkeftinên ku îro hatine bidestxistin bi saya keda salan ya rêhavelên me ên şehîd ên ku di oxira vê şoreşê de hewl dan ku bibin dengê heqîqetê. Em weke rojnamevanên jin ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî em ê tim li ser şopa şehîdên xwe bin û em wan ji bîr nakin. Her wiha em soz didin ku em ê tu carî ji xeta wan gav paşde nevêjin û xeyalên wan pêk bînin û her tim bibin dengê rastiyê.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11’emîn di 30’ê Hezîranê de ye
Nûçeya Pişt re ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Tulay Hatîmogûllari: Bila azadiya Birêz Ocalan misoger bibe

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li Newroza Bazîdê axivî û got, "Bila tecrîda…

Ji aliyê Stêrk TV

SOHR: Li Humisê 3 Elewî hatin qetilkirin

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand k li bajarê Humisê bi çêkê êrîşî…

Ji aliyê Stêrk TV

Şervanê QSD’ê Mihemed el Hîsanî hate veşartin

Şervanê QSD'ê Mihemed Mutai El Hîsanî li Şehîdgeha Hikumiyê ya li Reqayê hate veşartin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Şandeya Kurd diçe Şamê

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Estetîka Berxwedanê: Rojava

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Elyakut: Pevajoya li Rojavayê têkoşîna hebûn û statuya Kurdan e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Gelê Rojava tevî asayîşê bajarên xwe diparêze

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?