Pêncşem, 6 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Tecrûbeya demokrasiya herêmî li Kurdistanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nejdet Atalay: Divê Kurd karibin biryarên li ser pêwîstiyên xwe yên siyasî û çandî bi xwe bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Gelekî girîng e ku alî li hev civiyan û ev metna hiqûqî çêkirin”

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bîlgesû Erenûs jiyana we ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    CHP’ê jî pêşnûmeya ‘qanûna çarçoveyê’ îmze kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şopên ji heqîqetê: Fermandar Zekiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Muzikjenên jin ji çar parçeyên Kurdistanê bi hev re konser dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Platforma Ked û Demokrasiyê piştgirî da qanûna çarçoveyî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wargeha Mexmûrê di salvegera 12’emîn de êrişên DAÎŞ’ê şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Tenduristiyê ya Mexmûrê: ‘Tenduristiya Rêber Apo tenduristiya me ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga li dijî darvekirinan: Nerazîbûn têrê nake, gav divê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Meha Tîrmehê 5 rojnamevanên jin hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ber nûçeya Gulistan Doku derbarê rojnamevan Zîlan Azad lêpirsîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    REPAK: Têkoşîna jinên Êzîdî wê azadiyê misoger bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dikanek li Kerkûkê dîroka çar parçeyên Kurdistanê radixe pêş çavan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11’emîn di 30’ê Hezîranê de ye
Jin

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11’emîn di 30’ê Hezîranê de ye

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11'emîn ku her sal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê tê lidarxistin îsal bi dirûşma 'Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin' wê 30'ê Hezîranê bê lidarxistin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 28. Hezîran 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Ji damezrînerên PKK’ê Sakîne Cansiz ku di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê tevî Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hate qetilkirin, her sal li bajarê Zurîch ê Swîsreyê bi festîvalekê tê bîranîn. Amadekariyên ji bo Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz temam bûne.

Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz a 11’emîn ku Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S) pêşengiyê jê re dike, gelek saziyên jinan jî piştgiriyê didin wê di 30’ê Hezîranê de bi dirûşma ‘Bi Jin, Jiyan, Azadî em ber bi şoreşa jinê ve dimeşin’ li qada Kasernenareal a li bajarê Zurîchê bê lidarxistin. Ji Komîteya Amadekar Sîdar Aydin anî ziman ku amadekariyên ji bo festîvalê qediyan e û got, “Bi pêşengiya YJK-S’ê ji aliyê nêzî 30 înîsiyatîf û saziyên jinan ve bi rengekî hevpar tê lidarxistin.”

ÊDÎ YA JINAN HEMÛYAN E

Aydin anî ziman ku Sakîne Cansiz ji aliyê aktîvîstên têkoşîna jinê yên li cîhanê ve tê naskirin û qala pêvajoya guherînê ya li nava 11 salan kir: “Festîval destpêkê ji aliyê jinên Kurd ên li Swîsreyê ve dihate lidarxistin. Ji sala 2015’an û pê ve êdî ne tenê jinên Kurd, her wiha rêxistinên jinan ên enternasyonalîst ên li Swîsreyê jî tevlî me bûn. Şehîd Sakîna Cansiz di heman demê de weke pêşengên xwe dibînin. Mirov dikarin vê yekê bi hêsanî bibêjin; Festîvala Jinê ya Sakîne Cansiz êdî ya jinên li Swîsreyê hemûyan e. Jinên şoreşger, sosyalîst tevlî Komîteya Amadekar jî dibin. Herî dawî UniMenos û Greva Jinê ya Swîsreyê beşdarî lidarxistina vê festîvalê bûn. Li gorî vê yekê dixebitin.”

BERNAMEYEKE TÊR Û TIJÎ

Aydin diyar kir ku bernameya festîvalê hem ji aliyê siyasî hem jî ji aliyê çandî ve têr û tijî ye û anî ziman ku li qada festîvalê wê standên agahdarkirinê hebin, standên xwarinê û çandî bêne danîn û got, “Li qada festîvalê wê 8 standên agahdarkirinê hebin. Standên her rêxistineke entenasyonalîst ên tevlî festîvalê bûne wê hebe. Mîna her salê îsal jî wê Konê Dengbêjiya Jinê bê danîn, li binê kon wê dengbêjên jin klamên xwe bibêjin. Em zarokên xwe jî ji bîr nakin. Ji bo zarokan wê qada me ya lîstikê hebe. Mirov dikarin bi zarokên xwe tevlî festîvalê bibin. Bernameya me ya li ser dikê jî têr û tijî ye. Hunermend Sûna Alan, Sheyda Ghavamî, Cemîl Dînçer, Berî Van, Pîa û Dîda, Colla Bostorena De Sants (Koma dansê ya jinan a Katalan), koma Erbaneyê ya Jinan, Koroya Zarokan a Wînterthûr, Koma Govendê ya Zarokan a Bîelê wê li ser dikê hunera xwe pêşkêş bikin.”

MECLÎS HEMÛ SEFERBER BÛN

Aydin ragihand ku li hemû kantonên Swîsreyê karên ji bo tevlîbûna li festîvalê dewam dikin û diyar kir ku belavokên bi zimanên Elmanî, Fransî, Îngilîzî, Îtalyayî, Tirkî û Kurdî hatin amadekirin û belavkirin Aydin got, “Belavok li hemû cihên ku meclîsên me lê hene têne belavkirin. Di 14’ê Hezîranê de li tevahiya Swîsreyê greva jinê hebû. Weke jin em tevlî van çalakiyan bûn û ji bo festîvalê me bang kirin. Li gelek qadan hevalên me ji bo festîvalê standên agahdarkirinê danîn.”

LI HEMÛ KANTONAN OTOBUS HATIN AMADEKIRIN

Aydin ragihand ku qada festîvalê nêzî stasyona trenê ya navendî ya Zurîchê ye ku bi meşê jî mirov dikarin xwe ji stasyonê bigihînin qadê û diyar kir ku di heman demê de li hemû kantonên ku Navendên Civaka Demokratîk a Kurd lê ne otobus hatin amadekirin. Aydin got, “Li Cenevre, Lozan, Sîon, Bîel, Bern, Solothûrn, Aaraû, Basel, Lûzern, Raperswîl, Wînterthûr, Chûr, Bellînzona, St. Gallen û Schaffhaûsenê otobus hatin amadekirin. Meclîsên me vî karî dikin. Yên ku dixwazin tevlî festîvalê bibin dikarin bi komeleyên meclîsên me lê ne têkiliyên dînin.”

SAZIYÊN KU TEVLÎ AMADEKARIYA FESTÎVALÊ BÛNE

Saziyên ku tevlî amadekariya festîvalê bûne bi vî rengî ne: Yekîtiya Jinên Kurd a li Swîsreyê (YJK-S), Jinên Kurd ên Ciwan (TêkoJIN), Women Defend Rojava, Medico International, Frauen Lesbes Kasama, Tevgera Jinên Demokratîk a Ewropayê (ADKH), FÎST, Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), PDA, Jin a Nû, Tevgera Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Zurîch Kollektive, Solifonds, Frauenbündnis, Weqfa Jinê ya International (WÎLPF) Pêkhateya Jinê ya Sosysalîst (BFS), Pira Amed Zurîchê, BastA, Partiya Sosyalîst Parti (SP) û Lîsteya Alternatîf (AL), Frauenstreick (Greva Jinê), UniMenos, Mor-Sor Kollektive û Bethnahtin Frauen Union.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ZURÎCH

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ji bo nobeta li Colemêrgê banga hevgirtinê hat kirin
Nûçeya Pişt re ‘Qada çapemeniya azad bi pêşengtiya jinan bi pêş dikeve’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Gerîla TV dîmenê ANKA’ya hatî xistin, weşand

Gerîla TV dîmenê balafira bi tîpa ANKA ya li qada Çiyareş a girêdayî Zapê hatî…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Colemêrgê gel ber bi qada mîtîngê ve diherike

Li Colemêrgê ji bo mîtînga bi dirûşma 'Şaredarî yên gel e, em ê rê nedin…

Ji aliyê Stêrk TV

Firat: Azadiya Rêber Apo yek ji esasên çareseriya demokratîk e

Seydî Firat diyar kir ku azadiya Rêber Apo yek ji esasên bingehîn ên çareseriya demokratîk…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Girtîgeha Qerçekê binpêkirinên mafan ên li hemberî jinên girtî

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Em ê dest ji daxwaza xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bernedin’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

‘Di nava partiyan û rêveberiyên herêmî de kotaya jin ên ciwan divê mecbûrî be’

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?