‘Qanûna Çarçoveyê’ ya di çarçoveya Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de dihat payîn, di Desteya Giştî a Meclîsê de li gel 468 dengan hate erêkirin.
Serokê Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz têkildarî ‘Qanûna Çarçoveyê’ ji ANF’ê re axivî.
Ercan Yilmaz di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku sererastkirinên wê ji aliyê kesên ku bi salan e bi zexta darazê re rû bi rû mane ve bibe sedema derketina encamên girîng û ev yek anîn ziman:
“Gelek kesên ku têkildarî pirsgirêka Kurd axivîne, nêrînên xwediyar kirine û daxwazên demokratîk anîne ziman, ji ber sererastkirinên antîdemokratîk ên li Tirkiyeyê bi lêpirsîn û şopandinê re rû bi rû man. Yanî em di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de weke hewl û qonaxeke girîng dibînin. Hûn dizanin, bi taybetî piştî sala 2015’an li gel bidawîbûna pêvajoya 2013-2015’an hewleke derbeyê çêbû. Piştî hewla derbeyê rewşa awarte hate îlankirin û gelek tekstên qanûnan, ji xwe bi pirsgirêk bûn zêdetir hatin girankirin û ji bo muxalîfan veguherandin amûreke zextê. Li vir herî zêde kesên ku têkildarî pirsgirêka Kurd nêrîn û fikrên xwe eşkere kirin, bi cezakirinan re rû bi rû man.”
‘DIVÊ PÊŞIYA TEVLÎBÛNA JIYANA CIVAKÎ BÊ VEKIRIN’
Ercan Yilmaz di dewama axaftina xwe de anî ziman ku sererastkirinên hiqûqî ji aliyê jiholêrakirina tabloya di encama şer û pevçûnên çil salan de derketiye holê ve girîng in, got ku divê pêşiya siyaseta demokratîk û nîqaşên civakî werin vekirin û ev yek anîn ziman:
“Roja îroyîn ji aliyê ku kêmek jî be jiholêrakirina tabloya di atmosfera şerê di çil salan de derketî holê ve bi taybetî ji bo ku rê li ber nîqaşkirina meseleyê ya bi rê û rêbazên demokratîk vebe jiholêrabûna van cezakirinên ku bi hukmên mewzûatê hatine birîn, qonaxeke girîng e. Helbet ev yek bi tena serê xwe di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de sererastkirineke têrker nîne.”
‘VEGUHERÎNA TABÛYÊ YA HIN MIJARAN CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE’
Ercan Yilmaz bi bîr xist ku di pêvajoya amadekirina qanûnê de ji aliyê mafparêz û hiqûqnasan ve gelek pêşniyar hatine pêşkêşkirin û got: “Me jî weke Komeleya Mafên Mirovan nêrînên xwe anî ziman. Lê belê veguherîna tabûyê ya hin mijaran û cihnegirtina wan a di vê qanûnê de wê bibin sedema hinekî dirêjbûna vê pêvajoyê. Li gorî daneyên li ser çapemeniyê, di rojevê de ye ku nêzîkî 4 hezar girtî werin tehliyekirin, nêzîkî 2 hezar milîtanên PKK’ê vegerin Tirkiyeyê û bi hezaran welatiyên neçar mane ku berê xwe dane welatên cuda vegerin. Lê belê berdewamkirina zexta darazî ya li ser welatiyekê jî wê li pêşiya vê pêvajoyê bibe astengî. Divê bi tenê welatiyek jî ji vê çarçoveyê bêpar nayê hiştin.”
‘BÊPARHIŞTINA BIRÊZ OCALAN NE LI GORÎ RUHÊ PÊVAJOYÊ YE’
Ercan Yilmaz piştre destnîşan kir ku yek ji kêmasiya herî girîn a qanûna çarçoveyê ew e ku Rêber Apo ku pêvajo daye destpêkirin û hin rêveberên PKK’ê di nava sererastkirinê de cih nagirin û got:
“Di hatina roja îroyîn a pêvajoya ku li gel banga Birêz Ocalan dest pê kir de Tevgera Azadiya Kurd pêngavên girîng avêtin. Di rastiyê tişta ku ez qala wê dikim statu û rewşa Birêz Ocalan e. A niha cihnegirtina wî û hin rêveberên PKK’ê ne li gorî ruhê vê pêvajoyê ye. Ev yek li pêşiya pêvajoyê astengî ne.”
‘AZADIYA FÎZÎKÎ YA BIRÊZ OCALAN WÊ PÊVAJOYÊ PÊŞ BIXE’
Ercan Yilmaz di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku dabînkirina azadiya fîzkî ya Rêber Apo be s ne meseleyeke mafê şexsî ye di heman demê de ji aliyê pêşketina pêvajoyê ve girîng e û got: “Divê êdî şert û mercên rehîngingirtinê ji girtîtiyê werin dûrxistin. Gelek kes bi vî rengî difikirin. Yanî girtîyekî ku heya roja îroyîn salên dirêj bi tecrîd û îzolasyonê re rû bi rû maye, mafê xweyê hevdîtina bi malbatê re bi kar neaniye û têkiliya wî ya li gel derve hatiye qutkirin, di heman demê de binpêkirineke mafî ya giran e.”

