În, 14 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê: Hat piştrastkirin ku wê pêvajo bi biryardarî berdewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Heyeta DEM Partiyê ya bi Erdogan re bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên li Girtîgeha Burdurê yên jehrkirî bûne nabin nexweşxaneyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê bi Erdogan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Em ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ax birîneke di dil û hişê dîrokê de: Sosin û Dersim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin
Rojane

Lamî Ozgen: Divê kedkar hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin

Serokê berê yê KESK’ê Lamî Ozgen got: "Di vê pêvajoya nû de divê hêzên kedkar û karker hem daxwazên xwe hem bendewariyên civakî hem jî bi nêzîkatiyeke demokratîk û aşitiyane hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 14. Tebax 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Serokê berê yê KESK’ê Lamî Ozgen têkildarî pêvajoya entegrasyona demokratîk bi ajansa me re axivî. Lamî Ozgen ji ber hem domandina hebûna xwe ya gelê Kurd a bi nasnameya xwe û avaniya xwe ya civakî hem jî pêkvejiyana li gel civaka Tirkiyeyê bal kişand ser entegrasyona demokratîk.

Lamî Ozgen di destpêka axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku em têkildarî naveroka entegrasyona demokratîk nîqaşan bi rê ve dibin, hemû kes li gorî nêzîkatiya xwe ya siyasî sekn û helwestekê nîşan dide. Baş e weke gel, netew û civakekê ji bo Kurdan entegrasyona demokratîk tê çi wateyê? Herwiha ji ber gelê Kurd bi civaka Tirkiyeyê re dijî ev pêvajo ji bo civaka Tirkiyeyê tê çi wateyê? Li gorî me divê ev her du pirs bi hev re li ber çavan werin girtin.’’

‘CARA EWIL DI VÊ PÊVAJOYÊ DE HEBÛNA KURDAN HATE NASKIRIN’

Lamî Ozgen piştre diyar kir ku gelê Kurd ê di tevahiya sed salan de hate înkarkirin cara ewil li gel Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk hebûna wan hate nasikirin û got:

‘’Gelê Kurd ev sed sal in weke netew û gelekî tê înkarkirin û mafên wan hatin desteserkirin. Gelê Kurd li hemberî vê helwesta ku li ser vê polîtîkaya înkarê israr dike, tim li ber xwe daye û serî rakiriye. Dewleta Tirk jî piştgiriya hêzên navneteweyî standiye, êrîşên xwe domandine û komkujî pêk anîne. Ji ber vê yekê cara ewil di Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de hebûna gelê Kurd hatiye qebûlkirin. Lê belê gelekî ku hatiye naskirin bi awayekî xwezayî mafên wan jî hene: Mafên neteweyî, siyasî û civakî hene. Baş e ev mafên siyasî, hiqûqî û çandî çawa pêk werin? Ji siyasetmedaran bigirin heya çandparêz û kedkaran wê dînamîkên civaka Kurd û aktîvîst çawa entegreyî vê pêvajoyê bibin?’’

‘ZEMÎNA HIQÛQÎ HEWCE YE’

Lamî Ozgen ji bo avakirina pêşerojeke hevapr a li gel civaka Tirkiyeyê bal kişand ser girîngiya reformên hiqûqî û ev yek anîn ziman: ‘’Girêdayî vê yekê di destpêkê de zemîneke hiqûqî hewce ye. Dema ku ev bingeha hiqûqî hate dabînkirin civaka Kutrd wê mafên xwe  bi awayekî eşkere bi kar bînin wê hem li gel rê û rêbazên demokratîk jiyan û pêşeroja xwe ava bikin  hem jî li gel civaka Tirkiyeyê pêşerojeke havpar ava bike.’’

‘ENTEGRASYONA DEMOKRATÎK BES NE JI BO AKTORÊN POLÎTÎK E’

Lamî Ozgen di dewama axaftina xwe de îfade kir ku entegrasyona demokratîk bes ne ji bo aktorên polîtîk û aktîvîstan e û got: ‘’Ji bo jinan e, ji bo ciwanan e, ji bo kedkaran e û ji bo hemû derdorên bindest e. Naskirina hebûn û mafên hiqûqî yên derdorên civakî yên bindest, wê di vê pêvajoyê de bi rê û rêbazên demokratîk derkevin pêş û di nava civakê de belav bibin.’’

‘JI BER ŞERÎ TÊKOŞÎNA BINDESTAN JÎ HATE KRÎMÎNALÎZEKIRIN’

Lamî Ozgen piştre destnîşan kir ku ji ber helwesta zextkar a li ser têkoşîna gelê Kurd têkoşîna kedê jî hate krîmînalîzekirin û ev yek anîn ziman:

‘’Bêguman di vê serdemê de hêzên kedkar û tevgerên karkeran roleke pir girîng dilîzin. Em dikarin bibêjin ku jiyan bi destê karker û kedkaran tê avakirin. Ev derdor, hêzên civakî yên sereke ne; ji ber wê yekê ew xwedî maf û daxwazan in. li gel mafên siyasî têkildarî jiyana karkirinê xwedî daxwazên hiqûqî ne.

Lê belê ji ber înkarkirina Kurdan û şerê heyî ev mafên sereke bi salan hatin çewisandin, kesên têkoşîna mafî bi rê ve dibirin jî hatin krîmînalîzekirin û sûcdarkirin. Di encama vê nêzîkatiya hêzên serdest de têkoşîna kedkaran hate çewisandin û bi helwesteke neyînî li nêzî wan bûne.’’

‘JI BER ÎNKARKIRINA KURDAN Û ŞERÎ MAFÊN KEDKARAN NEHATIN NASKIRIN’

Lamî Ozgen diyar kir ku li Tirkiyeyê sererastkirinên têkildarî mafên kedkaran ên navneteweyî ji ber înkarkirina Kurdan û şert û mercên şerî nehatine naskirin û got: ‘’Di gel ku li gelek welatan mafên karker û kedkaran bi qanûnî hatine misogerkirin jî li Tirkiyeyê ji ber înkarkirina Kurdan û şert û mercên şerî ev maf nehatine naskirin, peymanên eleedar ên navneteweyî nehatine îmzekirin û ew nexistine meriyetê.’’

‘DIVÊ KEDKAR PÊŞEROJA HEVPAR BIPARÊZIN’

Lamî Ozgen di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku di vê pêvajoya nû de divê kedkar bernameyên xwe yên têkildarî entegrasyona demokratîk di nava sendîka û rêxistinên xwe de pêk çêbikin, banga meşandina têkoşîna hevpar li hemû derdorên civakî kir û ev yek anîn ziman:

‘’Di vê pêvajoya nû de divê hêzên kedkar û karker hem daxwazên xwe hem bendewariyên civakî hem jî bi nêzîkatiyeke demokratîk û aşitiyane hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin, wan derxînin pêş û têkoşîna van yekan bimeşînin. Ji ber vê yekê divê karker û kedkar di sendîka û rêxistinên xwe de bernameyên têkildarî entegrasyona demokratîk amade bikin û van yekan pêk bînin. Divê bernameyên berbehs li gel hemû derdorên civakî werin parvekirin, derkevin qadan û daxwazên bi awayekî eşkere bînin ziman û têkoşîna hevpar were meşandin.

Rol û mîsyoneke dîrokî ya ku divê kedkar di vê pêvajoyê de  bi cih bînin hene; divê ev berpirsiyarî bi biryardarî were bicihanîn.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN
Nûçeya Pişt re ‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

ROJEVA 19’Ê TÎRMEHA 2026’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Serokê Amerîkayê Joe Biden xwe ji namzetiyê vekişand

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku xwe ji namzetiya hilbijartinên ku dê di 5’ê Mijdarê…

Ji aliyê Stêrk TV

MKG û DFG’ê biryara darvekirina rojnamevan Pexşan Ezîzî şermezar kir

MKG û DFG’ê têkildarî cezayê darvekirinê ya rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê girtiye, daxuyanî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Kurdistanê ziwabûn û bandora wê ya li ser civakê

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Qanûna çarçoveyê girîng e lê belê bi tena serê xwe pirsgirêka Kurd çareser nake’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 14’Ê TEBAXA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Xanesorê şehîdên Tilizêr û Siba Şêx Xidir hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?