Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Serokê berê yê KESK’ê Lamî Ozgen got: “Di vê pêvajoya nû de divê hêzên kedkar û karker hem daxwazên xwe hem bendewariyên civakî hem jî bi nêzîkatiyeke demokratîk û aşitiyane hiqûqa hevpar û pêşeroja hevpar biparêzin.”
Serokê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê Ercan Yilmaz diyar kir ku qanûna çarçoveyê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd qonaxeke girîng e û anî ziman ku çarçoveya qanûnê ya teng ne li gorî ruhê pêvajoyê ye.
Prof. Louis Lemkow destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde li gel garantiyên hiqûqî divê azadiya Rêber Apo di bingeha pêvajoyê de be û got, “Yek ji gavên herî girîng ên ji bo pêşveçûnê azadiya Ocalan e.”
Şebekeyên avdanê yên GAP’ê yên nehatine temamkirin, bikaranîna zêde û bêkontrol a avên bin erdê, siyaseta bendavan ku herikîna çeman diguherîne û qedexeyên bi sedemên ewlehiyê, hemû bi hev re, rewşekê derdixin holê ku êdî tenê krîza çandiniyê nîne.
Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê bi coşeke mezin pêşwazî kirin, diyar kirin ku ew ê li pey şopa Heval Egîd bimeşin û meşa xwe heqîqetê bidomînin.
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Sûltan Ozcan diyar kir ku Qanûna Çarçoveyê bi tena serê xwe bersivê nade çareseriya pirsgirêka Kurd û got, sererastkirin gava destpêkê ye ku meseleyê ji şer derbasî ser zemîna siyasî û demokratîk dike.

