Li Baxçeyê Şehîd Dijwar ê li bajarokê Xanesorê, ji aliyê Koma Ciwanên Xanesorê ve ji bo bîranîna şehîdên teqînên Tilizêr û Siba Şêx Xidir ku 19 sal li ser re derbas dibin, çalakiyeke bîranînê pêk hat. Di çalakiyê de pankart û dovizên ku li ser hatibû nivîsandin “Em li vir bibîr tînin û emê bibîr bînin, bîranîna wan emê nehêlin winda bibe” hatibûn daliqandin. Her wiha gelê Xanesorê ku li parkê amade bû jî ji bo cangoriyên teqînê mûm pêxistin.
Her wiha oldarê Êzidxanê Haçim Hecî jî li vir axaftinek kir. Di serî de şehîdên teqînê û hemû şehîdên Êzidxanê bibîr anîn û diyar kir ku teqîna pêk hatî, eger bi destê komên derve be jî di encama xiyaneteke ku li ser gelê me hatibû kirin de pêk hat. Weke ku di sala 2014’an de gelê me bi xiyanetê rastî fermanê hat, her dem civaka me ji ber dilpakiya xwe derbên giran xwarine. Lê divê her kes bizanibe ku gelê me tu carî bîr û baweriyên xwe ji bîr nake û kesên xiyanetê li me bikin jî emê jibîr nekin.
Haçim diyar kir jî ku: “Em civakeke ji hemû civakên din cudatirin. Raste, plan û êriş li ser me hatine kirin û dixwazin me tune bikin, lê me her dem aştî xwestiye. Ew kesên tundrew li dijî mirovahiyê ne lê em nikarin weke wan bin. Çawa ku Xwedê em Êzidî dane , emê weke Êzidî jî bimirin.”
Piştî axaftinê sînevizyonek hate pêşandan û çalakî bidawî bû.

