Krîza avhewayê bandorê li hemû cîhanê dike. Lê li Kurdistanê ev krîz tenê bi xwezayê re sînordar namîne; bandorê li civak û siyasetê jî dike. Projeya GAP’ê bi dehan sal in ku tê gotin wê ji herêmê re dewlemendiyê bîne. Lê polîtîkayên bendavan ên bi sedema ewlehiyê, tora avdanê ya neqediyayî û bikaranîna bêkontrol a ava bin erdê dibin sedema pirsgirêkên mezin.
Ji Amedê heta Rihayê, ji Mêrdînê heta Şirnexê li gelek deştên berhemdar, cotkar di nav krîza avê de ne. Pirsgirêk tenê kêmbûna baranê nîne. Ava bîran kêm dibe, ax bê av dimîne û gelek erd nayên çandin. Cotkar dikevin bin deynan û hilberîn roj bi roj zehmetir dibe. Li hindek gundan mirov debara xwe winda dikin û neçar dimînin ku gundên xwe terk bikin. Av li van herêman tenê ne çavkaniya jiyanê ye; di heman demê de bûye amûreke girîng ê siyaset û kontrolê. Ev krîz bandorê li çandiniyê dike û têkiliya mirovî ya bi ax, war û rabirdûya wan re jî qels dike.
BÎRÊN AVÊ KÛR DIBIN Û AV KÊM DIBIN
Li herêmê, beşeke mezin a ava ku ji bo çandiniyê tê bikaranîn, ji binê erdê tê kişandin. Li Amed, Riha, Mêrdîn, Êlîh, Sêrt û Şirnexê salên dirêj e ku avên bin erdê bi awayekî zêde tên bikaranîn. Ji ber vê yekê asta avê her sal kêm dibe. Cotkar ji bo gihîştina avê neçar in ku bîrên avê kûrtir bikin. Divê pompayên bihêztir bikar bînin. Ev yek hem lêçûnên wan zêde dike hem jî zexta li ser avên bin erdê zêde dike.
Pirsgirêka li herêmê êdî tenê kêmbûna baranê nîne. Herêm ber bi ziwabûna hîdrolojîk ve diçe. Di gol, çem, bendav û avên bin erdê de asta avê kêm dibe. Dema baran kêm dibe, çavkaniyên avê nikarin xwe bi têra xwe nû bikin. Ji ber vê yekê, avdana zeviyan bi ava bin erdê her ku diçe zehmetir û nepêkan dibe.
CUDAHIYA DI NAVBERA SOZA GAP’Ê Û RASTIYA DEŞTÊ DE
Di çarçoveya Projeya Anadoliyaya Başûr-rojhilat (GAP) de avakirina 22 bendavan û 19 santralên hîdroelektrîk hat plan kirin. Armanc ew bû ku nêzîkî 1,8 milyon hektar zevî bê avdan. Lê tevî ku gelek sal derbas bûne, beşeke girîng a qanalan avdanê hîn jî nehatine temamkirin an jî nayên bikaranîn. Li Riha 47 hezar, li Mêrdînê 26 hezar û li Amedê 76 hezar hektar zevî di nav van projeyan de ne.
Ji ber ku qanal nayên bikaranîn, cotkar neçar in zeviyên xwe bi ava bin erdê av bidin. Ev yek dibe sedem ku avên bin erdê zûtir kêm bibin. Lê rexneyên li ser GAP’ê tenê bi pirsgirêka avdanê re ne sînordar in. Komên ku nêzîkî gelê Kurd û rêxistinên ekolojîk in dibêjin ku GAP’ê zirarên mezin daye xwezayê û cihên jiyanê yên herêmî. Bendava Ilisu û Heskîf ji bo vê rexneyê dibin mînakek girîng. Beşeke mezin a Heskîfê, ku dîrokeke hezarên salan di nava xwe de vedihewîne, di bin avên bendavê de ma. Heman hewirdor, diyar dikin ku soza xweşiya ku ji bo gelê herêmê hatibû dayîn, nehatiye bicih anîn berevajî vê pirsgirêkên çandiniyê û jiyana xwezayî zêde kirin.
Her wiha tê gotin ku bendavên li ser Dîcleyê herikîna xwezayî ya çemê guherandine. Li gorî vê nêrînê, ev yek bi taybetî di demsalên ziwabûnê de dibe sedem ku ava ku digihîje zeviyên çandiniyê kêm bibe.
HILBERÎN KÊM DIBE, DEYN ZÊDE DIBE
Kurdistan ji nîvî zêdetirê pembûyê Tirkiyeyê hildiberîne. Beşek mezin a çandina garis jî li vir çêdibe. Di hilberîna genim de jî para herêmê mezin e. Lê ziwabûna li ser hev hilberîna çandiniyê kêm dike. Mesrefên avdanê jî her ku diçe zêde dibin. Bi taybetî cotkarên biçûk û navîn ji vê rewşê bêtir bandor dibin. Kolanên bîran, bikaranîna elektrîk û mazotê buhatir dibe. Lê li hemberî vê, dahata cotkaran bi heman astê zêde nabe. Hinek cotkar berê xwe didin hilberên ku kêm avê dixwazin. Hinek ji wan jî zeviyên xwe didin kirê an jî çandiniyê bi temamî berdidin.
Baranên biharê carnan ji bo demeke kurt cotkaran rehet dikin. Lê ev baran pirsgirêkê çareser nakin. Baranên çend mehan têra tije kirina ava bin erdê ku bi salan e kêm dibe, nakin. Ji ber guherîna avhewayê tê hêvîkirin ku di salên pêş de jî pirsgirêkên mîna vê bidomin.
GUND VALA DIBIN: BÊAVÎ NEÇARÎ KOÇBERIYÊ DIKE
Dema dahata çandiniyê kêm dibe, koça ji gundan ber bi bajar ve jî zêde dibe. Malbatên ku avê nabînin pêşî diçin navendên navçeyan, paşê jî diçin Amed, Mêrdîn û bajarên din. Ev koç, li ser valakirina bizorê ya gundan ku 30 sal berê li herêmê çêbibû, pêlek nû ya koçberiyê zêde dike. Li gorî rêxistinên ekolojiyê, koça ji ber bêaviyê ya ku îro çêdibe, li herêmên ku berê bi zorê hatibûn valakirin pêk tê.
Rêxistinên hawirdorê yên wekî Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê dibêjin ku bendav, wêrankirina daristanan û qedexeyên bi sedemên ewlehiyê, jiyana li gundan zehmet dikin. Li gorî wan, ev pirsgirêk tenê ne pirsgirêkeke hawirdorê ye; di heman demê de bi qutbûna mirovan ji axa wan û qelsbûna bîra çandî re jî girêdayî ye.
BANDORA AVÊ YA LI SER DERVEYÎ SÎNORAN
Bandora bendavên li Kurdistanê tenê bi Tirkiyeyê re sînordar namîne. Mîktara ava Dîcle û Firatê ya ku diçe Iraq û Sûriyeyê jî kêm dibe. Ev rewş li Iraq û Sûriyeyê çandiniyê hîn zehmettir dike. Cotkarên li parçeyên din ên Kurdistanê jî ji vê krîza avê bandor dibin. Rayedarên Iraqê û cotkarên Kurd dibêjin ku kêmbûna ava çeman bi beşeke mezin ji ber bendavên li Tirkiyeyê ye.
SIYASETA AVÊ
Krîza avê ya li Kurdistanê tenê bi guherîna avhewayê nayê ravekirin. Hêla siyasî ya vê pirsgirêkê jî heye. Cotkar û rêxistinên civaka sivîl dibêjin ku ziwabûna heyî tenê bûyereke karesat nîne. Li gorî wan, ev krîz bi polîtîkayên av û axê yên ku bi salan e tên meşandin re jî girêdayî ye.
Qanalên avdanê yên GAP’ê ku neqediyane, bikaranîna bêkontrol a ava bin erdê, bendavên ku herikîna çeman diguherînin û qedexeyên bi sedema ewlehiyê krîzê hîn mezintir dikin. Ji ber vê yekê, rewşa heyî êdî tenê ne pirsgirêkeke çandiniyê ye; di heman demê de dibe pirsgirêkeke mezintir ku mirovan ji ax, av û gundên wan qut dike.

