Raportorê Tirkiyeyê yê Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Stefan Schennach di navbera 11-14’ê Hezîranê de girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret kir. Schennach di rapora ku der barê ziyareta xwe de amade kir de diyar kir ku li girtîgehan gelek binpêkirin hene. Di raporê de tecrîda li ser Rêber Apo ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin jî cih girt.
Schennach ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku ji bo dîtina Rêber Apo wê serlêdanê bike. Schennach bal kişand ser tecrîda li ser Rêber Apo û got: “Tecrîda li girtîgehê li dijî mafên mirovan e û di asta îşkenceyê de ye. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re ez ê jî serlêdanê bikim.” Schennach wê meha Çileyê careke din serdana Tirkiyeyê bike.
Schennach bal kişand ser desteserkirina şaredariyan û got, “Şaredarên hilbijartî şaredarên hilbijartî ne. Hikumet neçar e ku demokrasiyê qebûl bike.”
Schennach bi bîr xist ku Tirkiye li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevnagere û anî ziman ku ji bo bicihanîna van biryaran wê hewldanên xwe dewam bike. Schennach destnîşan kir ku desteya wezîran jî ji bo bicihanîna biryaran israr dike.