Mehmet Alî Ûgûr di sala 2007’an de li Şirnexê hate girtin û bi îdîaya ‘xerakirina yekparebûn û yekîtiya dewletê’ hate darizandin û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hatibû birîn.
Ûgûr ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, bi taybetî nexweşiya helandina hestî pê re heye. Hate ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya Ûgûr nebaş bûye.
Endama Şaxê Wanê yê Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Dersîm Erîşen li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Patnosê hevdîtin bi Ûgûr re kir û got, “Rewşa wî nebaş dibe.”
Gulistan Demîr dayika Ûgûr jî got, “Dixwazim kurê min tavilê berdin.”