Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û rêxistinên ciwanan ji bo 12 ciwanên ku di mitînga 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ji ber gerandina govendê hatin girtin, li pêşiya avahiya DEM Partî ya navçeya Kadikoyê li hev civiyan. Nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa “Em ne dev ji govendên xwe ne jî dev ji azadiya xwe bernadin” hate vekirin. Di çalakiyê de timî dirûşmeyên “Bijî berxwedana zîndana”, “Bijî têkoşîna me ya rêxistinkirî” û “Bijî berxwedana ciwanan” hate berzkirin.
Berdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Marmarayê Vîldan Dogan di çalakiyê de axivî û got: “Girtin û zext bi tu awayî nikarin li ciwan û gelê Kurd gav paşve bide avêtin.”
Hevserokê DEM Partî yê Stenbolê Murat Kalmaz jî diyar kir ku Kurd bi sedan sal in li dijî polîtîkayên îmha û zextê li ber xwe didin û wiha got: “Me mîrateya berxwedanê ji Mazlûman girt ku li zindanan li ber xwe didin. Hûn her roj ciwanan ji ber gerandina govendê digirin. Ev bêhiqûqî û bêexlaqî ye. Em dibêjin êdî bes e. Em ê gav paşde neavêjin. Em yek jî bimînin wê têkoşîna me bidome.”
Daxuyanî jî ji aliyê Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Eda Talafat ve hat dayîn. Talafat anî ziman ku ew ê li dijî hemû zextên desthilatdariyê li qadan bin, govendên xwe bigerînin û dirûşmeyên xwe berz bikin. Eda Talafat, wiha got: “Em ê govendên xwe bikin kabûsa kesên ji azadiya me ditirsin. Divê hêz û dadgehên faşîzmê baş bizanin ku têkoşîna me ya Kurdistana azad xw sosyalîzm ku yekane rêya aştiya bi rûmet e, nabe li saziyên faşîzmê bê darizandin. Em ê ji zindanan heta kolanan, ji meşan heta govendan vê rastiyê biqîrin.”