Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Çalakiyên têkildarî şermezarkirina desteserkirina Şaredariya Colemêrgê wê bêne şopandin.
Ji sala 2021’ê û vir ve di çarçoveya konsepta ‘Plana têkbirinê’ de dewleta Tirk a dagirker di nava 3 sal û 4 mehan de 5 hezar û 45 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî êrişî gerîla kir. Êriş hîn jî dewam dike.
Aktîvîsta Misrî D. Seher Hesen Ehmed anî ziman ku rejîma li Îmraliyê parçeyek ji siyaseta qirêj û zalim a Tirkiyeyê ye û got, “Ev rejîm ne tenê tecrîdeke fîzîkî ye, di heman demê de hewldaneke bi rêk û pêk a ji bo tinekirinê ye.”
Hevşaredarê Yenîşehîrê Mehmed Ergun ragihand ku wan enqazek ji qeyûm wergirtine û got, tevî deyn û talanê jî ew karekî berfireh dimeşînin.
Li gundê Karacaoren ê navçeya Heweng a Rihayê cerdevanan dest danîn ser zeviyên gel. Tevî îtiraza gundiyan û biryara dadgehê jî cerdevan zeviyan bi kar tînin.