-Geşedanên piştî hevdîtina Rêber Apo û şandeya DEM Partiyê qewimîne, wê bên şopandin.
-Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku siberoja Rojava, girêdayî berxwedana gel û hêzên şoreşger e û got, “Eger êrîşên dewleta Tirk bên pûçkirin, şoreş wê bi rengekî hîn xurttir dewam bike.”
-Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û geşedanên têkildarî vê yekê, wê bên şopandin.
-Ebîr Hessaf daxuyaniyên dawî yên Ofîsa Karên Jin a li Şamê rexne kir û got, “Jinên li Sûriyeyê, divê van polîtîkayên paşverû red bikin û di nava piştevaniyê de, eniyeke xurt ava bikin.”
– Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” di nava salê de bi dehan çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin; zexta raya giştî hat çêkirin, mekanîzmayên navneteweyî hatin ferzkirin û dewleta Tirk neçar ma ku gav bavêje.
-Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û çalakiyên berxwedanê wê bên şopandin.
-Di dema nêzbûna dawiya sala 2024’an de, ji çar aliyên Kurdistanê heta metropolên Tirkiyeyê gerîlayên azadiyê berxwedaneke girseyî raber kirin û ji bo têkoşîneke ku di sala 2025’an de bi serketinê encam bibe, bingehekî xurt ava kirin.