– Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
– Kampanya DEM Partiyê ya ji bo hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê wê were şopandin.
– DEM Partiyê diyar kir ku wê hilbijêran hemûyan bigihînin bajar û navçeyên lê qeyidkirî û ragihand ku heta 27’ê Adarê dikare serî li avahiyên partiya wan bê dayin, yan jî li ser înternetê serlêdan bê kirin.
– Meclîsa Mîdyadiyên li Ewropayê diyar kir ku DEM Partî îradeya siyasî ya hevpar a gelan e û ji bo Mîdyadê jî tercîha herî guncaw û rast e.
– Bultena Tecrîdê ku balê dikişîne ser asta tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî, hejmara xwe ya nû weşand.
– Li Girava Sardegna ya Îtalyayê bi pêşengiya Sendîkaya perwerdeyê ya COBAS’ê wê “Newroza 2024, Meşa Piştevaniya Enternasyonalîst a Rêya Kurdistanê” bê lidarxistin.
– Ji namzetên DEM Partiyê yên ji bo Hevşaredariya Çelê Hîvîdar Ertûnç anî ziman ku AKP-MHP’ê leşker û hilbijêrên xeyalî li Çelê qeyd kiriye û bang li xelkê navçeyê kir ku xwedî li îradeya xwe derkeve.