– Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
– 69 Xelatgirên Nobelê name ji Serokkomarê Tirk Erdogan re nivîsandin. Di nameyê de hat destnîşankirin ku aştî û lihevkirin, tiştekî pêkan e û wiha hate gotin: “Em ji we dixwazin ku dawî li tecrîda li ser Birêz Ocalan bînin.”
– Hevserokê TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat anî ziman ku tecrîd ji aliyê hemû gelan ve tê hîskirin û got: “Divê em çalakiyên girtî û girtiyên nexweş ên li girtîgehan weke rexneya li ser civakê bibînin.”
– Şehîd Zîlan a ku bi ruhê xwe awazên azadiyê dikêşand cerga xwe, her nefesa wê strana berxwedanê bû. Dema ku bi vîna xwe rûmeta azadiyê bilind kir, navê wê di nava refên berxwedanê de hat bibîranîn.
– Endama ÎHD’ê Neylan Solmaz Saçilik anî ziman ku ew ê qanûna komkujiyê ya ji bo kûçikan tê derxistin nas nekin û got: “Heke qanûn li meclîsê were qebûlkirin jî em ê nehêlin pêk were û em ê li ber xwe bidin.”
– Rojnamevanên Misirî diyar kirin ku ji bo êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Iraq û Başûr, Sûriye û Rojava bên rawestandin, pêwîstî bi tevgereke Erebî heye.
– Xizmên windayan ji bo aqûbeta xizmên xwe yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine windakirin bizanin, wê çalakiyan lidar bixin. Ev çalakî wê bên şopandin.
– Çalakiyên li dijî xespa li Şaredariya Colemêrgê tên lidarxistin, wê bên şopandin.