În, 12 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    DYE wê piştgiriya xwe ya leşkerî ya li Ewropayê kêm bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nîlufer Koç: Em ji bo neteweya Kurd li Neteweyên Yekbûyî statuyê dixwazin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Remzî Kartal: Daxwaza yekîtiyê ya gel di siyaseta Kurd de serdemeke nû da destpêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Sîlîvriyê û 16 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wan re bû Yasîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Kothari: Fikrên Abdullah Ocalan û Gandhi dişibin hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Karayilan: Divê Rêber Apo azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Hêvî jî çareserî jî Birêz Ocalan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qûştepeyê bi du dronan êrîşî depoyeke dexlûdan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Berpirsyariyeke civakî ye ku goristanên hatine xerakirin jinûve bêne avakirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Huseyîn Arasan di 3’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelkê Mexmûrê ji bo mafê hêviyê yê Rêber Apo meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nejala Thamir: Armanca min a sereke çareserkirina pirsgirêkên civakî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Mafê nefeqeyê meseleyeke polîtîk e, ne tenê aborî ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karavana Dayikan bi banga aştî û piştevaniyê ji du rêgehan ber bi Berlinê ve bi rê dikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zextên li ser girtiyên jin dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nurgul Sadak hate kuştin, Ayşe Irmak Koparan hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kejal Rehmanî dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Sala 8’an a dagirkirina Efrînê: 784 kes hatin qetilkirin, 9 hezar 65 kes hatin revandin
Rojava

Sala 8’an a dagirkirina Efrînê: 784 kes hatin qetilkirin, 9 hezar 65 kes hatin revandin

Ji dagirkirina Efrînê û vir ve 784 kes hatin qetilkirin, 9 hezar kes hatin revandin. Rêveberê Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo got, "Gelên ku xaka wan hatiye dagirkirin divê bi rengekî ewle vegerin warê xwe û dagirker bêne derxistin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Çile 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker li gel çeteyên xwe di 20’ê Çileya 2018’an de li dijî Efrînê dest bi êrîşeke dagirkeriyê kir. Li hemberî van êrîşan 58 rojan ‘Berxwedana Serdemê’ hate kirin û Efrîn piştre hate dagirkirin. Li gorî agahiyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di nava 7 salên derbasbûyî de bi hezaran caran mafên mirovan hatin binpêkirin. Ji Rêveberiya Rêxistina Mafên Mirovan Îbrahîm Şêxo bûyerên piştî dagirkeriyê nirxand.

‘LI EFRÎNÊ SÛCÊ ŞER TÊ KIRIN’

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser kiryarên li derveyî mirovahiyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê û got, “Dagirker û çete her roj kiryarên hovane li dijî gelê Efrînê kirin. Mîna ku ev jî têrê nake, Şehba dagir kirin û zêdeyî 100 hezar Efrînî careke din koçber kirin. Li gorî Peymana Cenevreyê ya sala 1948’an û qanûnên navneteweyî, ev kiryarên li dijî gelê Efrînê sûcên şer in.”

Îbrahîm Şêxo bal kişand ser metirsiya li ser ewlekariya gel û got, “Gelê me yê li Efrînê tê qetilkirin, revandin û her roj êşkenceyên cuda li wan tê kirin. Ji bo mirovên têne revandin jî fîdye tê xwestin. Efrîn ji aliyê ewlehiya jiyanê ve veguherî bajarekî metirsîdar. Li Efrînê bi taybetî li dijî gelê Kurd polîtîkayek tê meşandin.”

‘HTŞ EGER SÛRIYEYÎ BE DIVÊ DAGIRKERAN CEZA BIKE’

Şêxo anî ziman ku weke Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê wan ev kiryarên li dijî mirovahiyê yên li Efrînê bi belge kirin, ji saziyên pêwendîdar re ragihandin, xwestin heyeteke çavdêriyê ji herêmên dagirkirî re bê şandin, lê belê ev daxwaza wan bi hincetnîşandana rejîma Sûriyeyê hate redkirin. Şêxo got bi bîr xist ku rejîm niha hilweşiya ye û got, “Hincetên dihatin pêşkêşkirin êdî nînin. Saziyên pêwendîdar bi rêveberiya HTŞ’ê re rûniştin. Êdî astengî nîne ku biçin herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Ji bo cezakirina sûcdaran û rawestandina sûcên şer divê saziyên mafên mirovan tavilê biçin herêmê. Her wiha divê rêveberiya HTŞ’ê jî bi lev bikeve nava liv û tevgerê; ji ber ku xelkê Efrînê parçeyek ji Sûriyeyê ye, Sûriyeyî ye. Sûcên li dijî Efrîniyan hatin kirin divê li dadgehên Sûriyeyê bi vegotina Efrîniyan bê guhdarîkirin û sûcdar bêne cezakirin. Her wiha ne tenê Efrîn gelek bajarên Sûriyeyê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne. Rêveberiya nû eger dibêje ‘Em Sûriyeyî ne û em ê gelê xwe biparêzin’ divê sûcdaran li dadgehên Sûriyeyê darizîne.”

Piştî ku Efrîn hate dagirkirin di nava 7 salên dawî;

1000 jê jin 9 hezar û 65 kes hatin revandin.

95 jê bi êşkenceyê 683 kes hatin qetilkirin.

10 jê bi îdîaya xwekuştinê 101 jin hatin qetilkirin.

74 jin rastî destavêtin, destdirêjî û tundiyê hatin.

Zêdeyî 400 dar hatin birîn, ji 4 parên zeviyan 3 par hatin şewitandin.

Zêdeyî 30 mal û kampên mêtingeriyê hatin avakirin.

Zêdeyî 134 cihên dîrokî, zêdeyî 28 cihên ziyareta olî û tirbe hatin hilweşandin.

Di sala 2024’an de;

69 jê jin, 650 kes hatin revandin an jî girtin.

10 jê jin 64 kes hatin qetilkirin. 10 kes ji ber êrişan birîndar bûn, 3 kesan xwe kuştin.

Yek jê jin, 2 jê zarok, 56 kes li êşkenceyê rast hatin.

Destdirêjî li 2 kesan hate kirin.

20 kesan ji ber bermahiyên şer zerar dîtin.

Zêdeyî 10 hezar û 360 dar hatin birîn; 497 hektar zevî şewitîn û 6 hezar darên fêkî şewitîn.

15 malên mêtingeriyê hatin avakirin. Ji aliyê rêxistina JTS a ser bi Koreya Bakur ve dibistanek hate vekirin.

Zêdeyî 16 xeyrî menkûl hatin firotin.

Koma çete ya Emşat li gundê Kaxrê yê navçeya Mabetayê ji bo karibe pereyan bi zorê ji gel bistîne dest danî ser mal û milkên şêniyên herêmê.

Berhemên zeytûnan ên li gundên Efrînê hatin dizîn. Li gundê Kurzelê zêdeyî 3 hezar û 500, li gundê Qibarê jî zêdeyî 700 berhemên zeytûnan hatin dizîn.

Ji gelê ku ji bo berhevkirina zeytûnan çûn nava zeviyan ji 20 heta 30 dolarî bertîl hate wergirtin. Lİ gundê Meydana yê navçeya Reco 3 hezar û 500 tenekeyên zeytê hatin desteserkirin. Li navçeya Racoyê 900 tenekeyên zeytê hatin desteserkirin. Li gundê Gemrukê yê navçeya Mabetayê 250 dolar bertîl ji gel hate stendin. Li navçeya Şiyê li 6 gundan 60 dolar bertîl hate stendin. Lİ gundê Qertmitliqê yê Şiyê 70 dolar bertîl hate stendin.

KANÛNA 2024:

Li Efrînê 16 jê jin 145 kes hatin revandin.

Piştî ku Şehba ji aliyê dewleta Tirk ve hate dagirkirin 26 kes hatin qetilkirin. Di dema veguhestina li herêmên ewle de kesekî ji ber krîz dil jiyana xwe ji dest da, 2 zarok ji sermayê qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

Ji kesên ku ji ber dagirkeriyê neçar man ji Şehbayê koç bikin 3 jê jin, 1 jê zarok 16 kes rastî tundiyê hatin.

Li gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê 60 darên zeytûnê hatin birîn.

Piştî dagirkirina Şehbayê ji 2’ê Kanûnê û vir ve aqûbeta 300 kesî nayê zanîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê QSD’ê li Eyn Îsayê hewldana ketina çeteyan têk bir: 2 çete hatin kuştin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 19’Ê ÇILEYA 2025’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Rojnamegera dîlgirtî Eylem Babayigit: Em ê li hundir jî berdewam binivîsin

Rojnameger Eylem Babayigit ku ji dewleta Tirk ew dîl girt, diyar kir ku ew ê…

Ji aliyê Stêrk TV

MSD: Konferans berxwedana ruhê kolektîf raxist ber çavan

MSD'ê "Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojava" pîroz kir û daxuyand ku konferans gaveke…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Gerîlayên jin li dijî sîstema kapîtalîst pêşengên xebat û têkoşîna jinan in’

Rojnamevan Şatû Mihemedê da xuyakirin ku jinên gerîla û jinên Rojava pêşengên xebat û têkoşîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Cenazeyê şervanê QSD’ê Dilovan li Kobanê hat veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarê Kobanê ji bo piştgiriya YPJ’ê konserek hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bajarê Kobanê dest bi wergirtina genim hatiye kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?