Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê cenazeyê şervanê YPG’ê Egîd Efrîn (Kemal Ehmed) yê ku 29’ê Mijdarê dema ku erka xwe ya parastina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk tanî şehîd bibû, bi merasîmekê oxir kir.
Şêniyên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd ji bo beşdarî merasîma oxirkirinê bibin li pêşiya nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir kom bûn.
Beşdarên merasîmê li kolanên sereke yên taxa Şêxmeqsûd geriyan û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” bilind kirin.
Li Pakrewangeha Şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir, piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Fexrî Henan axivî û got: “Hêza me li kuderê be, ew der ewle ye, ji ber ku me diparêzin û canê xwe ji bo me feda dikin.”
Li ser navê malbata Egîd Efrîn Emîna Beyrem got, “Tu kes nikare me tune bike, ji ber ku vîna hêzên me yên ku me diparêzin ji çekên dijmin bi hêztir e.”
Piştre nasnameya şehîd Egîd Efrîn hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.
Canazeyê şehîd bi durişme û tilîliyên dayikan hate veşartin.