Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li Parîsê hatin qetilkirin, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar a di sala 2016’an de li Silopiyayê hat qetilkirin û Evîn Goyî di 2022’yan de li Parîsê hat qetilkirin li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Gelek kes beşdarî merasîmên bîranînê yên li Amed, Êlih û Sêrtê li gelek bajaran hatin lidarxistin, bûn.
AMED: EM NE DI ŞÎNÊ DE NE, EM BI HÊRS IN
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Sûltan Yaray, rêveberên TJA û DBP’ê û gelek welatî beşdarî bîranîna ku li navçeya Pasûr a Amedê hat lidarxistin, bûn.
Li salona ku bîranîn hat lidarxistin pankarta “Em ne di şînê de ne bi hêrs in, bi hêrsa xwe têkoşîna xwe bi rêxistin dikin” û wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin daliqandin. Beşdaran gelek caran dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girtin.
Hevseroka DBP’ê ya Amedê Sûltan Yaray di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinan û got, “Li cihekî weke Parîsê sê jin bi awayekî hovane hatin qetilkirin. Her wiha hevalên me Sêvê, Fatma û Pakîze jî hedef hatin girtin.” Sûltan Yaray diyar kir ku azadiya gelê Kurd wê bi têkoşîn û berxwedana jinê pêk were.
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya diyar kir ku Komkujiya Parîsê di pêvajoya hevdîtinên Îmraliyê de pêk hat û got, “Ev komkujî bi awayekî vekirî nîşan dide ku aştî û têkoşîna jinê hedef hatiye girtin.”
LI ÊLIHÊ BANGA PIŞTGIRIYA TÊKOŞÎNÊ HAT KIRIN
Merasîma bîranînê li avahiya DEM Partiyê ya Hezo ya Êlihê hat lidarxistin. Jinên li bajêr, çalakvanên TJA û Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz beşdarî çalakiyê bûn. Li salona bîranînê wêneyên jinên hatin qetilkirin hatin daliqandin û sînevîzyona der barê jinan de hat pêşandan.
Songul Korkmaz di bîranînê de axivî û diyar kir ku jin bi awayekî sîstematîk hedef tên girtin û destkeftiyên wan rastî êrîşan tên. Songul Korkmaz wiha got: “Xeyalên hevalên me azadiya jinan, gelê Kurd û Birêz Abdullah Ocalan bû. Em ê bi xwedîderketina xeyalên wan têkoşîna xwe bidomînin.”
SÊRT: JIN JIYAN AZADÎ
Bîranîna li Sêrtê li avahiya DEM Partiyê ya bajêr hat lidarxistin. Di bîranînê de sînevîzyona li ser têkoşîna jinên hatine qetilkirin hatibû amadekirin hat pêşandan. Piştî sînevîzyonê jinan soza berdewamkirina têkoşîna jinên hatine qetilkirin dan. Merasîma bîranînê bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.