Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), di dengdana roja Sêşemê de pêşvebirina pêşnûme biryara li ser vekişîna hêzên Emerîkî ya ji şerê bi Îranê re erê kir. Dema dengdana dawî hîn diyar nebûye. Lê belê rojevkirina biryarê li Senatoyê bi xwe weke bûyereke balkêş a li Washingtonê hate nirxandin.
Pêşnûme biryar ji ber erka vetoyê ya serokatiyê di asteke bilind de sembolîk tê dîtin. Lê belê rageşiya navbera Kongreyê û Qesra Spî ya têkildarî mijara erka şer de radixe pêş çavan.
Li gorî Destûra Bingehîn a DYE’yê ragihandina şer erka Kongreyê ye. Demokrat dixwazin di vê demê de erkên organa qanûndanînê jinûve bi bîr bixînin û biryarê leşkerî yên yekalî yên rêveberiyê bi sînor bike. Qanûnên Emerîkayê, di rewşeke ‘gef a nêz’ de erka destpêkirina operasyona leşkerî dide serok, lê belê eger operasyon 60 rojî derbas bike, hingî pêwîstî bi erêkirina Kongreyê dibe.
Li gorî Demokratan, rêveberiya Trump ev dem binpê kiriye. Qesra Spî jî îdîa dike ku êrişên Emerîka û Îsraîlê yên di 28’ê Sibatê de destpê kirin, ji ber agirbestê di pratîkê de bi dawî bûye.
Lîderê Demokratan ê li Senatoyê Chuck Schumer beriya dengdanê bi gotinên tund Trump rexne kir. Schumer got, “Ev Serok weke zarokekî tevdigere ku bi çeka dagirtî dilîze.” Lîderê Demokrat her wiha got, “Her kêliya ku em ji bo bidawîkirina vî şerî dereng bikevin, ew kêlî ye ku Trump leşkerên me dixe nava xeteriyê.”
Di dengdanê de mijara ku bal kişand ew bû ku hin senatorên Komarger jî bi Demokratan tevgeriyan. Ji Partiya Komarger Bill Cassidy jî bi dengê xwe xwest, pêşnûme bi pêş ve bê birin. Senatorê Louisianayê Cassidy beriya demeke kurt ji ber kampanya ku Trump piştgiriya wê kiribû, di pêşhilbijartinê de winda kiribû.
Rewşa li Senatoyê bi wî rengî tê şîrovekirin ku gavên Trump ên li polîtîkaya derve li eniya Komargeran jî nerazîbûn zêde kiriye.

