Helîkoptera ku Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî tê de bû, şevê din li herêma çiyayî ya eyaleta Azerbaycana Rojhilat qeza kir. Helîkoptera ku Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan jî tê de bû hate dîtin. Ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê ragihand ku helîkoptera Reîsî û şandeya pê re tê de bû hatiye dîtin. Televîzyona Dewletê ya Îranê got ku di helîkoptera hatiye dîtin de tu şopên jiyanê tune ne. Medyaya dewletê ya Îranê jî ragihand ku li cihê helîkopterê tu nîşaneyên jiyanê tune ne. Rayedarên îranî jî ragihandin ku di Reîsî û Abdullahiyan di qezayê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî nûçeya ÎRNA’yê, Îmamê Îniyê yê Tebrîzê û Hiqûqnasê Îslamê El Haşim, Waliyê Azerbaycana Rojhilat Dr. Melîk Rahmetî jî jiyana xwe ji dest dan.