Serokkomarê Cezayirê Ebdulmecîd Tebbun ragihand ku ew ê cezayê darvekirinê ji bo sûcên şewitandina bi qestî, ji nû ve bixin meriyetê.
Tebbûn ferman da Wezîrê Edaletê ku di Qanûna Ceza de guherînan amade bike. Wî xwest ku ew reşnivîs heta 15’ê Îlonê ji hikûmetê re bê pêşkêşkirin û di parlamentê de bi lez bê gotûbêjkirin. Di heman demê de diyar kir ku cezayên darvekirinê wê tenê piştî bidawîbûna hemû rêyên mafên îtirazê bêne sepandin.
HERÎ KÊM 12 KES BÛN QURBANÎ
Li herêmên Bicaye, Jijel û Tîzî-Uzu yên Cezayirê di şewata daristanan de herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. Wezîrê Tenduristiyê Muhamed Seddik Ayt Mesuden di daxuyaniya xwe ya roja Înê de diyar kir ku hejmara qurbaniyan ‘gelek giran’ e. Gelek kesên ku gumana têkiliya wan bi van şewatan re heye, hatin binçavkirin.
Piştî van şewatên mezin li welat sê roj şîna neteweyî hate ragihandin. Tebbun eşkere kir ku zirara wan welatiyên ku mal, tişt, sewal an darên xwe yên fêkiyan di şewatê de winda kirine, wê ji aliyê dewletê ve bê dabînkirin.
Agir ji ber germahiya zêde û bayê gur di demeke kurt de berfireh bû. Parastina Sivîl a Cezayirê ji bo vemirandina agir gelek tîm û personel wezîfedar kirin.

