Duşem, 23 Mijdar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Rêber Apo: Tedbîra herî bi bandor xurtkirina pêvajoyê bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayten Kordu: Şer bi destê mêr û dewletê, aştî jî bi destê jinê ava dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 23’Ê MIJDARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiya nexweş Evîn Zapsû: Em ji pêvajoyê bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ji bo çareserkirina pirsgirêkên cotkaran em talîbê rêveberiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG: Em şehîdên xwe yên Rojhilatê Kurdistanê bi hurmet bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê semînerên 25’ê Mijdarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi avabûna PKK’ê re gelê Kurd hebûna xwe nas kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê li Awdananê Hazim Haşîmî binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Rejîma Îranê herêma Serçûrî ya Merîwanê bombebaran kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li ser daxwaza keça xwe beriya 22 salan tevlî nava têkoşîna aştiyê bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şukran Demir: Li dijî şer û tundiyê gotinek me heye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zeynep Oduncu: Di avakirina aştiyê de divê gotin û îradeya jinê hebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nêrgîz Mihemedî banga parastina jinan li dijî gefên sîber kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd: Em ê di civakîbûna aştiyê de bibin xwedî gotin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Banga jinan a ji bo 25’ê Mijdarê: Piştevanî dide jiyîn, têkoşîn azad dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hunermendên jin: Jin azad nebe aştî û edalet jî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Artêşa Sûdanê êriş kir: 4 jê zarok 15 kes mirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mihrîcana Filman a Rojava ya Navneteweyî di roja 3’yemîn de didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    10’emîn Festîvala Navneteweyî ya Şanoya Kolanê li Kerkûkê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Omer Bîçer: Divê sînemaya Kurd di pêvajoya aştiyê de hişê dîrokê biafirîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Uysal: Hêza çêker û hevgirtinê ya hunerê dikare tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Girtiyê 30 salan Tekin hate berdan: Em ê têkoşînê mezin bikin
Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekê
Petrola di ser Îranê re ji bo Efganistanê hate birin wê bê lêkolîn
Agahî ji 2 jinên Kurd ên li Îranê hatin binçavkirin nayê wergirtin
Dadgeriya Îranê cezayê darvekirinê yê li 4 çalakgeran hatibû birîn erê kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Şervanê HRE’yê Sîdar Efrîn şehîd bû
Rojava

Şervanê HRE’yê Sîdar Efrîn şehîd bû

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku şervanê bi navê Sîdar Efrîn (Hisên Mihemed Nasiro) roja 17’ê Tebaxê şehîd bû.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tebax 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Hisên Mihemed Nasiro, bi nasnav Sîdar Efrîn, 17’ê Tebaxê dema li ser erka xwe bû, şehîd bûye. HRE’yê di daxuyaniya xwe de behsa têkoşîn û berxwedana şehîd Sîdar kir û soza şopandina hemû şehîdên azadiyê da.

Daxuyaniya HRE’yê ya der barê şehadeta Sîdar Efrîn de wiha ye:

“Em hevrêyê xwe Sîdar Efrîn, bi navê xwe yê rast Hisên Mihemed Nasiro ku di 17’ê Tebaxa 2025’an de dema ku li ser erka xwe bû gihaşt asta şehadetê, bi rêzdarî û hurmet bi bîr tînin. Hevrê Sîdar Efrîn di ciwantiya xwe de tevlî nava refên azadiya Rojavayê Kurdistanê bû û di temenê xwe yê ciwan de erk û mîsyonên girîng girtin ser milê xwe, heyanî gihîşt asta şehadetê bê sekin û tebat erka xwe ya şoreşgerî bi temamî pêk anî. Em ji gelê xwe yê welatparêz re û ji malbata hêja ya hevrê Sîdar re sersaxî dixwazin û soza xwe ya tolhildanê û dewam kirina rêya şehîdan nû dikin.

Hevrê Sîdar li bajarê Efrîna berxwedêr li gundê Mîrkan ê girêdayî navçeya Mabeta di sala 1999’an de ji dayik dibe, di nava malbeteke welatparêz de çavên xwe li dinyayê vedike. Ji biçûkaniya xwe ve bi çîrok û destanên qehremantiyê yên Kurdî mezin dibe, lewra Hevrê Sîdar bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bandor dibe û di temenê xwe yê ciwantî de berê xwe dide nava refên rizgariya welêt û dest bi lêgerîna xwe ya azadiyê dike. Hevrê Sîdar di sala 2013’an de li Çiyayên Kurmênc ê bajarê Efrînê beşdarî têkoşîna azadiyê dibe, di akademiyên rêxistinî re derbas dibe û di warên bîrdozî, leşkerî, siyasî de perwerdeyan dibîne û xwe tê de kûr dike.

Di sala 2016’an di dema pêngava rizgariya herêma Şehbayê ji terora DAIŞ’ê de, hevrê Sîdar tevlî pêngava rizgariyê dibe û bi berpirsyariyek mezin erka xwe ya welatparêzî, şoreşgerî û insanî pêk tîne. Her wiha dibe şahidê terora DAIŞ’ê ku çawa gelê Şehba di qetlîaman û qirkirinê re derbas kirin. Hevrê Sîdar bi hevrêyên xwe re şerekî mirovî ji bo rizgarkirina gel ji zilm û zordariyê didin meşandin, kêliyên serkeftinê bi tîpên zêrîn dinivisînin, ken û kêfxweşiyê li ser rûyê zarok, dayik û bavan didin avakirin.

Hevrê Sîdar di berxwedana dîrokî ya Efrînê de wek şervanekî wefadarê axa xwe, çeka xwe spart hembêza xwe, mil bi mil li kêlekî zarokên welatê xwe şerê rûmetê li dijî mêtîngerî û dagirkeriyê yên ku dixwestin gel ji îradeyê tecrîd bikin, dîrok û çanda çiyayên Kurmênc tune bikin, lê bi berxwedana gel û şervanên mîna hevrê Sîdar û bi hezaran hevalên şehîd ew planên qirêj têk birin. Di her du qonaxên Berxwedana Serdemê de mîna mîlîtanekî dil ji pola li kêleka gel û hevrêyê xwe sekinî û xwe kir mînakek ji fedakarî û dilsoziya dozê re.

Hevrê Sîdar ji destpêka tevlîbûna xwe ve û heya gihîşt roja şehadetê, bi dilnizmî, welathezî û hevaltiya rast hate nasîn. Şoreşgertiyek bêhempa ji bo azadiya gelê xwe, welatê xwe, cih û warê bav û kalan meşand û navê xwe bi tîpên zêrîn û bi destê ku ji kedê westiyayî nivîsand.

Hevrê Sîdar mîna bi hezaran şehîdan e ku ji bo azadiya Rojavayê Kurdistanê canê xwe feda kirine. Di serî de ji malbata xwe ya hêja malbata hevrê Sîdar Efrîn û ji gelê me yê Efrînê û tevahiya gelê Kurdistana pîroz re em sersaxî dixwazin.

Wek hevrêyên wî em soz didin ku em ê tu car ji têkoşînê gav şûnde naavêjin. Xewn û xeyalên hevalên şehîd tu car di nîvî de namînin. Ji bo pêkanîna armancên wan bedelê wê çi be jî em ê bê teredûd û bêdudilî pêk bînin. Em ê bibin layiqê ked û fedakariya rêhevalên xwe û asta têkoşîna xwe li hemberî dagirkeriyê mezintir û bilindtir bikin.”

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Sîdar Efrîn

Nav û Paşnav: Hisên Mihemed Nasiro

Navê Dayikê: Zeyneb

Navê Bav: Mihemed

Cih û Dîroka Şehadetê: 17 Tebax 2025

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di 4 mehan de 45 jin hatin qetilkirin
Nûçeya Pişt re Dadgeha Bilind, cezayê Rojbîn Sevîl Çetîn erê kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Encamname: DEM Partiyê işaret bi wezîfeyên sereke yên dema nû kir

Meclîsa DEM Partiyê di civîna duyemîn a piştî kongreyê de diyar kir ku parastina zemîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Akiş ê ku wezîfeya wî hate desteserkirin: Min çi kiribe ez li pey wan hemûyan im

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş ê wezîfeya wî hate desteserkirin, wiha got: “Min çi kiribe…

Ji aliyê Stêrk TV

‘1’ê Gulana 2024’an wê bibe lûtkeya rabûna sosyalîstan’

Dûran Kalkan got, “1’ê Gulana 2024’an wê bibe lûtkeya rabûna sosyalîstan.” Ferzat Can, jî got…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Li DYE’yê Demokrat ji sala 1992’yan û vir ve dê bibin xwedî dengê herî zêde

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Farqînê li şikefta sê qatî gelek hestiyên mirovan hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Zelenskiy diyar kir ku li peravên Libyayê li 2 keştiyên Rus hatiye xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Rêber Apo: Tedbîra herî bi bandor xurtkirina pêvajoyê bi rêya siyaseta azad û hiqûqa demokratîk e

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?