Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 1’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sibe cenazeyên 25 qurbaniyên komkujiya Şengalê tên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > ‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî mîhenga sedsala jinê ye’
Jin

‘Şoreşa Jin Jiyan Azadî mîhenga sedsala jinê ye’

Fermandariya HPJ’ê bi wesîleya salvegera şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ daxuyaniyeke nivîskî da û got: “Xwedî li armanc û xeyalên şehîdên vê pêvajoyê derketin erkekî sereke ye. Li ser vê bingehê divê hemû jinên li qadan xwedî parastinek xurt bin û yekgirtî bin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Îlon 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) têkildarî duyemîn salvegera şoreşa Jin Jiyan Azadî daxuyanî da û diyar kir ku şoreşa Jin Jiyan Azadî mîhenga sedsala jinê ye.

Daxuyaniya Fermandariya HPJ wiha ye:

“Di dîroka desthilatdariyê de sîstema mêrsalar bi hemû hêz û derfetê xwe her tim xwest rastiya jinê ku di her alî de çavkaniyê jiyanê ye û heqîqetê mirovahî jîndar dike, tune bike û jinan bike koleyên dildar a jiyanê. Her çiqasî ev sîstema ceberud ji bo ku vê armanca xwe pêk bîne serî li rê û rêbazên herî hovane da jî; jinan bi qetlîam, taciz, tecawiz û her cure kiryarên nemirovane re rûbirû hişt jî jin tu carî bi giştî teslîm nebûn, serî ne tewandin. Di hemû merheleyên dîroka desthilatdariyê de jinên ku li hember vê sîstema mêrsalar li ber xwe dan û têkoşîn kirin hebûn. Yanî ev sîstem her çiqasî xwestibe tune bike jî kok û cewhera jinê ku jiyan ava dike û hêviyê azadiyê geş dike nekarî bi giştî tune bike. Lewma em dibêjin dîroka azadiya jin xwedî kokeke kevnar e û di hemû merheleyên wê de rastiyên pir dewlemend veşartî ye. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe yê bê emsal li hember dîrok, civak û bi taybet jî li hember jin mêzekirinekî wisa ava kir ku bi ronîbûna dîroka jin ku di tarîtiyê de hatibû hiştin, civak roj bi roj nêzî rastiyê xwe dibe û heqîqeta jiyanê carekî din serweriyê xwe bi dest dixe. Rêber Apo vê herîkînê wek ‘Jin Jiyan Azadî’ jiyanî kir. Ev, felsefeya jiyana nû ya azad e. Lewma dema ku du sal berê jina Kurd Jîna Emînî bi destê rejîmê Îran ya dagirker, qirker hate qetilkirin; di pêşengiya jinan de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê civak rabû serhildanan û bi dirûşma Jin Jiyan Azadî li hemberî rejîma qirker a Îranê û giştî sîstema mêrsalar sekinî û hesab pirsî. Ev serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêş ketin roj bi roj geştir bûn, hîn bêtir bi rêxistin bûn û di giştî cihanê de berbelav bûn. Bi pêşketinê pêvajoyê re edî wisa lê hat ku giştî cihan di pêşengiya jinan de bi felsefeya Jin Jiyan Azadî li dijî sîtema mêrsalar dînamîzmekî çalakiyan ava kir û di dîrokê de cara yekem felsefeyekî sînorên netew, ol, bawerî, çand û hwd. derbas kir û giştî mirovahî girte hindirê xwe.

Li hember vê rewşê him textê rejîma dagirker-qirker a Îranê û him jî textê sîstema modernîteyê kapîtalîst a mêrsalar hejiya û derzên ewqas mezin kete sîstema wan ku hemû rastiyên ku dixwestin biveşêrin ji wan derzan herikî meydanê û mirovahî belkû cara yekem di vê astê de rêxistinkirî mêzeyê pirsgireka jin a dîrokî kir û rastiya van sîstemên ceberud dît. Û mirovahî careke dîtir fam kir ku li hember her yek hêza hegemon, ya rastî li hember giştî sîtema modernîteya kapîtalîst yekane rêkê alternatîf paradîgmaya Rêber Apo ye û ew jî li ser bingeha azadiya jin pêş dikeve. Ji bo vê jî sedsala 21’emîn sedsala jinê ye û şoreşa Jin Jiyan Azadî jî di dîroka azadiya jinê de bû yek ji merheleyên esasî ku meşa azadiyê gihand qonaxeke nû. Şoreşa Jin Jiyan Azadî bi wate û rastiyên pir kur barkirî ye. Ev şoreş dînamîkekî heta dawî stratejîk e û her pêngavê ku pêş dikeve jî di her milî de îdeolojîk e. Em dikarin bêjin ku jinên Kurd ji bo giştî jinan pêşengî kir, rastiya hovane ya sîstema mêrsalar raxist ber çavan û li hember vê sîstemê çalakiyên cûrbicûr pêk anî û bi berdewamî jî pêk tîne. Di van çalakiyan de sekna rêxistinî ku pêşket, daxwazên îdeolojîk ku hatin ziman û asta xwe parastinê ku derket holê carekî din nîşanî me da ku şoreşa Jin Jiyan Azadî şoreşeke pir milî ye û dijmin di her çar alî de tengav dike. Ev dijminê ku tengav bûye û vê şoreşê ji bo xwe wek metirsiya herî mezin dibîne bi rê û rêbazên herî bê pîvan û bê exlaq êrîşî jin û civakê dike. Ji bo vê jî pêwîste bê rawestan daxwazê xwe ya azadî û demokrasî biqêrin, di hemû qadên jiyanê de hîn bêtir xwe rêxistin bikin û her dayîm têkoşîn xurt bikin.

Di dawî de em wek HPJ’ê dibêjin ku pêwîste hemû jin xwedî li destkeftiyên ku Rêber Apo ji bo şoreşa jin ava kiriye derkevin. Bi ruhek yekgirtî, bi rêxistibûnek xurt, bi hezkirinek mezin em xwedî li van demên şoreşê derkevin da ku serkeftin bi dest bixin. Dema wê hatiye ku em parastina namûs, welat û şoreşa xwe bikin. Ev erk û berpirsyariya her yek ji me ye û ji ber vê jî pêwîste her kes xwedî rol û mîsyona xwe ya demê derkeve. Di xeta fermandar Aryen Arêyan de xwedî derketina nirxên şoreşê û şehîdên vê dozê talîmata vê rastiyê ne, ji bo vî jî xwedî li armanc û xeyalên şehîdên vê pêvajoyê derketin erkekî sereke ye. Li ser vê bingehê divê hemû jinên li qadan xwedî parastinek xurt bin û heta dawî yekgirtî bin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Îsraîlê dibistana ku koçber xwe lê ragirtibûn bombe kir: 18 kes mirin
Nûçeya Pişt re Desteya Çandê nerazîbûn nîşanî bikaranîna navê ‘Kobanê’ da
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Eniya Têkoşîna Demokratîk: Em biryara girtina partiya xwe qebûl nakin!

Partiya Eniya Têkoşîna Demokratîk ragihand ku ew biryara Encûmena Bilind ya Dadgeriya Iraqê ya girtina…

Ji aliyê Stêrk TV

Êşkenceyê li girtiyên di greva birçîbûnê de ne dikin

Girtiyên ku li Antalya û Erziromê di greva birçîbûnê de ne, ji ber ku muayeneya…

Ji aliyê Stêrk TV

Merasîma veşartina şehîdan: Berdêl çi dibe bila bibe em ê bi ser bixin

Cenazeyê şehîd Çeko Xidirbejî û şehîd Ciwan bi merasîmeke bi heybet li Kobanê hat veşartin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Hejmara Cotmehê ya Newaya Jin: ‘Ji komployê heta bi muzakereyê: Sembolên berxwedanê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?