Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, bi armanca amadekariya karesatan û xurtkirina kapasîteya wê Navenda Koordînasyona Afatê (AKOM) vekir. Navê Bijîşkê Japonî Atsushi Miyazaki ê ku di sala 2011’an de di erdheja Wanê de dema alîkariya dildarî dikir jiyana xwe ji dest da, li AKOM’ê hat kirin. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, Balyozê Japonya-Tirkiyeyê Tahara Koji, Dîrektorê Komeleya Alîkarî û Rizgarkirina Japonyayê Konako Ono Miyachi, endamê Meclîsa Şaredariyên Tirkiyeyê û Şaredarê Selçûkê. Filiz Ceritoglu Sengel, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) Sûat Yildiz, parlementer, hevşaredarên şaredariyan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, serokên şaredariyan û gelek kes beşdar bûn.
Merasîma vekirinî piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane axaftinên vekirinê hatin kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî got, “Rêveberiyên qeyûmê tayînkirî ji bo erdhejê xebatek jî nekiriye. Dema em hatin hilbijartin, me navenda karesatê vekir da ku bandora erdhejê kêm bibe. Ev navend wê wekî akademiyê jî xizmetê bike. Ew ê bibe navendek ku ne tenê Wan, wê karibe herêmê xwedî bike.”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî wiha got: “Em ê nelihevkirina saziyan ji holê rakin û vê navendê bikin navendeke girîng a koordînasyonê.”
Endama Meclisa Yekîtiya Şaredariyan a Tirkiyeyê û Şaredara Selçûkê ya Îzmîrê Fîlîz Cerîtoglu Sengel ji bo vekirina navendê spasiya xwe kir û peyama hevgirtinê parve kir. Dîrektorê Tirkiyeyê yê Komeleya Alîkarî û Rizgarkirinê ya Japonyayê (AAR) Konako Ono Miyachi peyama dayika Doktor Atsushi Miyazaki xwend.
Balyozê Japonya-Tirkiyeyê Tahara Koji jî wiha got: “Di sala 2011’an de li Japonya û Wanê erdhejek çêbû. Piştî erdhejê dildarê Japonî Miyazakî hat vir û alîkariya gel kir û di erdheja duyemîn de jiyana xwe ji dest da. Hevgirtin di demên teng de dityar dibe û rêxistinên alîkariyê yên Japonî demek dirêj beşdarî hewildanên alîkariyên li vir bûn. Rêveberiyên herêmî ji bo kêmkirina bandora erdhejê berpirsyariyeke mezin li ser milê wan e. Em amade ne ku di vî warî de alîkariya wan bikin.”
BERTEK NÎŞANÎ DESTESERKIRINA ŞAREDARIYA AKDENÎZÊ DAN
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku ji erdnîgariya Tirkiyeyê ji 3’yan 2 jê di beşa erdheja yekem û duyemîn de ye û navendên weke AKOM’ê weke nan û avê pêwîst in.
Tulay Hatîmogûllari got ku ne erdhej, îhmalkarî û avahî mirovan dikuje.
Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî binçavkirina hevşaredar û endamên meclîsê yên Şaredariya Akdenîzê da û got, “Mixabin îro zîhniyeta qeyûman mudaxeleyî Şaredariya Akdenîzê kir. Hevşaredarên me yên Şaredariya Akdenîzê, endamên meclîsê û hin rêveber hatin binçavkirin. Şaredarî niha bi awayekî derhiqûqî hatiye dorpêçkirin. Destûr nadin xebatkar û endamên meclîsê yên şaredariyê têkevin şaredariyê. Ev bi ti awayî nayê qebûlkirin. Şaredariyên DEM Partiyê ji bo avakirina saziyên wekî AKOM’ê hatin hilbijartin. Şaredariyên DEM Partiyê ji bo xizmeta bajêr hatin hilbijartin. Şaredariyên DEM Partiyê ji bo ku pêwîstiyên rêveberiyên xwecihî yên bajar û civakekê pêk bînin, hatin hilbijartin. Îro tu ferqa şaredariyên DEM Partiyê û Şaredariya Konyayê nîne. (…) Tu nikarî mafê me yê bijartin û hilbijartinê bistînî. Di serdema destpêkê de li vî welatî mafê dengdayîn û hilbijartinê weke şertê demokrasiyê hatiye diyarkirin û bi destûra bingehîn hatiye misogerkirin. Em vî mafî nadin we.”
Tulay Hatîmogûllari wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şaredariyên me bi taybetî AKOM’ê û çêkirina rê, av, çalakiyên civakî û xebatên çandî yên ku pêwîstiya vî bajarî hatin hilbijartin. Divê demildest hevşaredarên me bên berdan, hemû hevalên me yên girtî demildest bên berdan.