Dîrektora Giştî yê UNESCO yê girêdayî NY Audrey Azoulay got, “Di salên 2022 û 2023’yan de, di navbera her çar rojan de rojnamevanek dema li ser peywira xwe ya sereke ya lêkolîna heqîqetê bû, hat kuştin. Di piraniya bûyerên cînayetê de, wê ti kes ji van cînayetan berpirsyar neyê dîtin.”
Di raporê de tê diyarkirin ku ji sedî 85 ê cînayetên rojnamevanan ên ji sala 2006’an û vir ve ji aliyê UNESCO ve hatine qeydkirin, kujerên wan nediyar e.
UNESCO li hemberî vê “rêjeya bêcezahiştinê” ya gelekî zêde, bang li hikûmetan kir ku ‘hewldanên xwe zêde bikin.’
DI NAVA 2 SALAN DE 162 ROJNAMEVAN HATIN KUŞTIN
Di rapora UNESCO’yê ya du salan de hat ragihandin ku 162 rojnamevan hatine kuştin û hema hema nîvê wan li welatên ku şer lê heye pêk hatine.
Li welatê ku herî zêde bûyerên sûcê kuştinê di sala 2022’yan de lê pêk hatiye Meksîka ye. Li Meksîka di heman salê de 11 rojnamevan hatin qetilkirin û bi vê rêza xwe dikeve pêşiya Ûkranyayê.
Di raporê de hate diyar kirin ku di sala 2023’yan de 24 rojnamevan li Dewleta Filîstînê hatin qetilkirin. Filîstîn di sala 2011’an de weke endamê UNESCO hatibû pejirandin.
Bi giştî di raporê de tê gotin ku “di hejmara cînayetên li welatên di şer de hatine kirin de zêdebûnek çêbûye.”
Rêxistin her wiha balê dikêşe ser wê yekê jî ku “rojnamevan li malên xwe yan jî li nêzîkî malên xwe tên kuştin û di vê rewşê de malbat dikevin nava rîskeke mezin.”
UNESCO, da zanîn ku piraniya rojnamevanên li herêmên din ên nûçeyên “sûcên rêxistinî û gendeliyê” çêdikin an jî xwepêşandan dişopînin hatine kuştin.
BI TAYBETÎ DI SALA 2022’YAN DE ROJNAMEVANÊN JIN HEDEF HATIN GIRTIN
Li gorî salên derbasbûyî, bi taybetî di sala 2022’yan de rojnamevanên jin bûn hedefa van cînayetan. Rêxistinê, destnîşan kir ku tenê di sala 2022’yan de 10 rojnamevanên jin hatine kuştin.