Sibe li Şengalê ji aliyê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan ve, konferansek bi dirûşmeya “Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk” tê lidarxistin. Ji bo konferansê hemû amadekariyên teknîkî bidawî bûne û mêvanên ku hatine vexwendin gihiştine Şengalê.
Endamê Komîteya Amadekar a Konferansê, Xwedêda Elyas, diyar kir ku wan hemû amadekariyên pêwîst temam kirine û nêrînên xwe wiha anî ziman: “Em spasiya her kesê ku ji bo lidarxistina vê konferansê bûye alîkar dikin. Her wiha spas ji bo wan mêvanên ku ji bo civaka Êzidî demê xwe veqetandine û dê beşdarî konferansê bibin. Ev gelekî girînge ku di 12 saliya fermanê de, me karîbû hinek çalakvan, rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetiyan li hev kom bikin da ku karibin êşên civaka me dîtine nîqaş bikin.”
Bernameya konferansê ya ku dê sibe saet di 09:00’an de destpê bike, ji aliyê Komîteya Amadekar ve hatiye amadekirin. Bername ji sê panelên sereke pêk tê û hûrgiliyên wê wiha ne:
Bernameya konferansê
Sernavê Giştî: Konferansa Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk
Dirûşme: “Edaleta Veguhezbar Dê Bibe Bingeha Entegrasyona Demokratîk”
1. Rêzgirtin
2. Axaftina Vekirinê: Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê
3. Pêşandana Sînevîzyonê
Mijar û Panelên Konferansê:
Panel I: Rastiya Fermanê
a) Di Dîrokê de Ferman – Heso Birahîm
b) Ferman û Jin – Sara Botan (Endama Akademiya Jineolojî)
c) Bandora Fermanan li Ser Çandê – Eldîn Qûlo (Rewşenbîr û Nivîskar)
Panel II: Jenosîda 2014an û Lêgerîna Edaletê
a) Qanûna Jenosîda Navnetewî û sedemên nebeşdarbûna Iraqê di Deklarasyona Romayê de – Nasir Kirêt (Şêwirmendê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê yê Karûbarên Enfal û Jenosîdê)
b) Rewşa Gorên Bi Kom, Belgeyên Hovîtiya DAIŞ’ê û Mafên Malbatên Qurbaniyan – Xeyrî Elî Îbrahîm (Serokê Rêxistina Petrichor a Mafên Mirovan)
c) Jenosîda 2014an û Bandorên Wê li Ser Psîkolojiya Civaka Êzîdî – Samya Şengalî (Rojnamevan û Aktîvîst)
d) Qirkirina Êzîdiyan di navbera xemsariya navxweyî û naskirina navdewletî de – Xelef Qasim (Hiqûqnas)
Panel III: Entegrasyona Demokratîk
a) Entegrasyon, Dewlet û Civaka Demokratîk – Kendal Şengalî (Endamê Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan a Şengalê)
b) Di Entegrasyona Demokratîk De Rola Jinê – Besê Şengalî (Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Gel a Şengalê)
c) Demokrasiya Xwecihî – Xwedêda Elyas (Hevserokê Komînên Şaredariyên Şengalê)

