Li gorî nûçeya Rojnewsê, li taxa Serçinar a bajarê Silêmaniyeyê, di wesayita endamê berê yê polîtburo ya YNK’ê Ata Serawî de teqînekê rû da.
Hate ragihanin ku teqîn ji ber bombeya li wesayitê hatibû bicihkirin pêk hat. Di êrişê de ku li dijî Ata Serawî hate kirin, tiştek bi kesî nehat.
Saziyên ewlekariyê hîn daxuyaniyek li ser mijarê nedane.