Pêncşem, 29 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Şandeya DEM Partiyê ku bi girtiyan re hevdîtin kir: Li Egeyê binpêkirinên mafan didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Qizilhesarê êşkence li girtiyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê dê di 1’ê Mijdarê de li Enqereyê kon vedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji DEM Partiyê peyama sala 103’emîn: ‘Divê komar nû bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 29’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Roboskî di meha 178’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xeta fermandar Bêrîtan ji bo me manîfestoyek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    5 ciwanên ku DEDAŞ’ê protesto kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Hinceta tawanbarê ku Rojda Odabaşi birîndar kir ‘qerebalixî’ bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: Di şexsê hevala Bêrîtan de em bûn xwedî nasnameya jin a berxwedêr

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em dixwazin ne bi navê jinên astengdar, lê li gel jinên astengdar biaxivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê Nobeta Jin, Bîr û Edalet: ‘Rojda ne bi tenê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê. Şehîd Bêrîtan pêşeng û meşaleya têkoşîna me ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevala Bêrîtan xeta rast a têkoşînê ye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Mexmûrê Festîvala 10’emîn a Şehîd Bêrîtan bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 2’yemîn a Şehîd Vejîn a Çand û Sporê li Şengalê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Vegera li çanda dayîkê: Gelek berhemên bi qîmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn
Kurdistan

Rêveberiya Tevgerê: Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê nepêkan e ku pêwîstiyên qanûnê bêne bicihanîn

Rêveberiya Tevgerê: Me di her firsendê de anî zima ku divê Rêber Apo azad bibe. Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê û pêvajoyê bi xwe bi rê ve nebe, biryarên hatin wergirtin û pêwîstiyên qanûna bê derxistin nikare bi cih bêne anîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Rêveberiya Tevgerê bi vî rengî ye:

“Nîqaşên li ser qanûna kokê ku paşeroja gelên Tirkiyeyê eleqedar dike bi şêweyên cuda dewam dike û li nava raya giştî jî belav dibe. Dema ku mirov bala xwe didin ser nîqaşan û agahiyên ji çavkaniyên vekirî belav dibin, di mijara nêzîkatiya cidî ya li ser vê qanûnê de dikevin nava fikaran.

Rêber Apo di hevdîtina 20’ê tîrmehê de destnîşan kiribû ku qanûna bê derxistin divê sivik, teng nebe, divê ne bi wî şêweyî be ku xizmetê ji siberojê re neke û li gorî hesasiyetên herdu aliyan bê amadekirin. Ji ber ku tê hêvîkirin ku ev qanûn ji bo bidawîkirina qutbûna sed salî ya navbera gelê Kurd û dewleta Tirk bibe gaveke girîng. Lewma girîng e qanûn xwedî wê taybetmendiyê be ku aştiyê ji xwe re bike armanc.

Weke ku li her devera cîhanê bû, aştî beriya her tiştî ji ziman destpê dike. Ji bo rêxistineke ku xwe fesix kiriye û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kiriye bikaranîna têgehên ‘teror’, ‘rêxistina terorê’ ji destpêkê ve vê pêvajoya li ser siberoja gelên me dixe nava pirsgirêkan. Hîn ji destpêkê ve hesasiyet li ber çavan nayê girtin. Bi kurtasî ji bo pêvajo bi pêş ve biçe gelekî girîng e ku ziman, pênase û naverok li gorî armanca wê be.

Bêguman dema ku mijar çareserkirina şer be, gavên alî biavêjin divê maqûl û bicihanînê de bin. Rêber Apo û Tevgera me di vê mijarê de baldar e. Eger pêvajo wê ne mijûlkirin lê çareserî be, hingî nêzîkatî jî divê bi vî rengî be.

Weke Tevgera Azadiyê me destnîşan kir ku ji bo pêwîstiyên banga aştî û civaka demokratîk bi cih bê anîn divê Rêber Apo karibe bi rola xwe rabe. Me di her firsendê de anîn ziman ku ji bo vê jî divê statuya Rêber Apo diyar be û azadiya wî pêk were. Heta ku Rêber Apo nekeve dewrê û vê pêvajoyê bi xwe bi rê ve nebe, nepêkan e ku biryarên hatine wergirtin û pêwîstiyên qanûna bê derxistin bi cih bêne anîn.

Di mijara statuya Rêber Apo de Devlet Bahçelî gotibû, divê bibe koordînatorê aştî û siyasîbûnê. Di nîqaşên li Îmraliyê de jî hatibû qebûlkirin ku Rêber Apo bibe koordînatorê aştî û siyasîbûnê, di bicihanîna qanûna bê derxistin de rola Rêber Apo hatibû diyarkirin. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên vekirî hatin belavkirin, eger statuya Rêber Apo di qanûnê de li ber çavan neyê girtin, hîn ji destpêkê ve wê li pêşiya pratîkbûnê bibe asteng. Ji ber vê yekê girîng e ku statuya Rêber Apo zelal bibe ku muxatab û muzakerevanê sereke ye.

Li aliyê din, li gorî ruhê vê pêvajoyê nîne ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê di asta bêçekbûnê de bê nîşandan. Bilêvkirina qanûna kok an jî qanûna çarçoveyê tê wê wateyê ku piştî vê qanûnê wê qanûnên din bêne derxistin û gav bêne avêtin. Ji ber vê yekê eger bê destnîşankirin ku qanûna bê derxistin wê qanûna kokê be, pêvajo wê piştre bi qanûnên demokratîkbûnê yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan pêvajo bê pêşvebiirin, wê dilê gelên Tirkiyeyê rehet bibe û baweriya bi pêvajoyê zêde bike.

Weke ku me beriya niha gelek caran destnîşan kir, em ê nêzîkatiya xwe ya esasî piştî dîtina qanûnê diyar bikin. Bêguman eger qanûn erênî be em ê bêhtir teşwîq bikin û berpirsyariya xwe bi cih bînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Werîşe Muradî nayê dermankirin
Nûçeya Pişt re Kûrtûlmûş: Bi qebûlkirina qanûnê re wê derî li dema nû vebe
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Newaya Jin panoramaya jinê ya salê destnîşan kir

Newaya Jin bi manşeta 'Rêberê me Jin, Jiyan, Azadî ye' bal kişand ser berxwedana wan…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Wêranşarê çalakiya girseyî: Rojava rûmeta me ye

Li dijî êrişên li ser Rojava, li navçeya Wêranşar a Rihayê bi hezaran kes daketin…

Ji aliyê Stêrk TV

Hikûmeta veguhêz deriyê Dêr Hafirê bombebaran kir

Komên çekdar ên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê deriyê Dêr Hafir ê kantona Tebqayê bombebaran kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Mûrat Karayilan ji malbatên şehîdan ên Şengalê re peyamek şand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rejîma Îranê 5 sal ceza da Cenk Demîr ê ji Wanê ye 

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Wezareta Karên Hundir a Kurdistanê li dijî entegrasyona li Şengalê Peymana 9’ê Cotmehê xwest

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jin bi biryar in: Em ê xaka xwe nekin qurbanê GES’ê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?