Wezîrê Parastinê Borîs Pîstorîûs di axaftina xwe ya li Meclîsê de banga bbi lezgînî kapasîteya operasyonê ya artêşa Elman zêde bikin kir û got, “Divê heta sala 2029’an em ji şer re amade bin.”
Wezîra Elman ji bo vê hewcedariya xwe ‘niyeta şerker’ a Rûsyayê bi bîr xist û got, “Tê gotin ku divê em amadekariyên xwe yên parastin û operasyonê paşguh nekin. Aboriya şer a Pûtîn ji bo pevçûneke nû dixebite.”
Wezîrê Parastinê wiha berdewam kir: “Rûsya demeke dirêje derbasî aboriya şer bûye û çekdarkirinê didomîne. Heke rewş bê vê nuqteyê, nefikirin ku Pûtîn dê li ser sînorên Ûkraynayê raweste. Rûsya jî ji bo Gurcistan, Moldova û NATO’yê jî gef e.”
Bi destpêkirina şerê li Ûkraynayê re, hikûmeta Elman dest bi pêvajoya nûjenkirina artêşa xwe kir.
Olaf Scholz ji bo veguherandina Bundeswehr (artêşa Elman) di Sibata 2022’an de defonek taybetî ya 100 mîlyar euro ragihandibû.