În, 18 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hevserokên DEM Partiyê: Demîrtaş û Yuksekdag divê werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevdîtina Ozel û Heyeta Îmraliyê: Garantiya hiqûqî gelekî girîng e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Enqereyê trafîka ‘pêvajoyê’ û ‘komisyonê’ 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê bi Demîrtaş re hevdîtinê dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê, endamên komîsyonê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Xarpêtê êşkence tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Omer Ocalan: Ji bo Êzidiyan ne tenê parastin, avakirin pêwîste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Ronakbirî ya Şengalê dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihokê êrîşa li ser bîra petrolê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê Îqbal Muradî bi bîr anî: Sembola berxwedan û têkoşînê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Rêber Apo peyama ji bo konferansa Şengalê: Ferman êdî bi dawî bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sozdar Avesta: Em nûbûnê nekin wê helandin pêk were

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Cudakariya di qanûnên hemwelatîbûnê de jinan ber bi xizaniyê ve dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo Ayşe Tokyaz rabûn ser piyan: Hesab wê were pirsîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê cejna Dayikên Aştiyê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya li nava malbatê zêde bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Meha Hezîranê meha jinên fedaî ne!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê li ser nameya Rêber Apo semîner hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Ji Kolektîfa Hunera Azad a Ewropayê klîba ji bo bîranîna berxwedêrên 14’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Marsîlyayê 15’emîn Mihrîcana Ciwanan a Engîn Sîncer: Bi şoreşa çandî re ber bi sosyalîzmê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwîtiya Lêgerîn a ber bi azadiyê ve

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND Ewropa/Hunera Mizgîn Alî Temel bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Xizmên girtiyan: Rêya Îmraliyê vekin
Rojane

Xizmên girtiyan: Rêya Îmraliyê vekin

Xizmên girtiyan ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd çalakiya “Deng bide azadiyê” didomînin, banga “Rêya Îmraliyê vekin” kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

 Çalakiya “Deng bide azadiyê” ku malbatên girtiyan ji bo azadiya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd dane destpêkirin berdewam dike. Malbatên girtiyan îro jî li gelek bajaran li ber girtîgehan hatin bahev. 

ÎZMÎR 

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAY-DER) û malbatên girtiyan di çarçoveya çalakiyê de li ber Girtîgeha Kiriklar a Bûcayê hatin bahev. Di daxuyaniya ku gelek nûnerên saziyan û malbatên girtiyan tevlî bûn de pankarta “Em ji bo edaletê tecrîdê rakin. Em ji bo aştiya civakî deng bidin azadiyê” hate vekirin. Di daxuyaniya ku pêşmalkên “Ji tecrîdê re na” li xwe hatin kirin de beşdarvanan her tim dirûşmeyên “Ji tecrîdê re na” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.  

Malbata girtiyan Medîne Kaymaz a li vir axivî, anî ziman ku li dijî polîtîkaya zext, zilm û tecrîd a li girtîgehan di çalakiyê de ne û bi lêv kir ku van zextan qebûl nakin. Kaymaz, bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û diyar kir ku heta ku tecrîd ranebe ne aştî, demokrasî û edalet pêk nayê. Kaymaz, bi lêv kir ku li dijî polîtîkaya tecrîdê li ber xwe didin û wiha domand: “Em tenê ji bo gelê Kurd û zarokên xwe yên girtî na têkoşin. Ji bo ku hemû di hawîrdora aştî, xwişk û biratî û demokrasiyê de bijîn têdikoşin. Ji bo ku hemû şert pêk werin bila tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin. Bila rêya Îmraliyê bê vekirin. Bila hawîrdora aştiyê pêk were. Heta ku deriyên Îmraliyê vebin dê têkoşîna me bidome.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.  

EDENE 

Li Edeneyê, malbatên girtiyan li dora Girtîgeha Kampus a Kurkçulerê hatin bahev û di bin dorpêça polîsan de daxuyanî dan. Endam û rêveberên Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azadiyê (TJA), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirine re ya Akdenîz û Edeneyê (AYKAY-DER) beşdar bûn. 

Malbatên girtiyan ên pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê rakin, ji bo aştiya civakî deng bidin azadiyê” vekirin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Ji tecrîdê re na, berî her tiştî aştî” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berzkirin û meşiyan. Destûr nehate dayîn ku girse biçe pêş girtîgehê. Beşdarvanên ku polîsan ew dorpêçkirin di dorpêçê de daxuyanî dan. 

‘POLÎTÎKAYÊN WE ÎFLAS KIRINE’  

Hevserokê DEM Partiyê yê Seyhanê Şefîk Ozbey ê li vir axivî, destnîşan kir ku di serî de li Girtîgeha Îmraliyê li hemû girtîgehan mûameleya nebaş û pêkanînên antîdemokratîk berdewam dikin. Ozbey, bi lêv kir ku tecrîda Îmraliyê binpêkirina destûra bingehîn û sûc e û xwest tecrîda li Îmraliyê demildest bê rakirin. Ozbey, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Bi îmha, înkar û bişaftinê ev pirsgirêk nayê çareserkirin. Hûn nikarin çand, ziman, govend, kevneşopiyên gelê kurd qedexe bikin. Gelê kurd vê qebûl nakin. Em careke din bang li desthilatê dikin; Demildest tecrîdê rakin. Polîtîkayên we yên ewlehiyê yên heta niha pêkanîne îflas kirine. Ji ber vê yekê nêzîkatiya li Abdullah Ocalan di heman demê de nêzîkatiya li siyasetê ye, li hiqûqê û beşên civakî ye.”

Daxuyanî piştî stranên li ber erbanê hatin gotin bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 

MÊRSÎN  

Li Mêrsînê, malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kampusa Girtîgehê çalakiya rûniştinê kir. Malbatên girtiyan ên di hefteya 15’emîn de pêşmalkên ku bi Kurdî û Tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, xwestin demildest tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan azad bibe.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.  

MÊRSÎN  

Li Mêrsînê, malbatên girtiyan li ber Girtîgeha Kampusa Girtîgehê çalakiya rûniştinê kir. Malbatên girtiyan ên di hefteya 15’emîn de pêşmalkên ku bi Kurdî û Tirkî li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Kesên beşdarî daxuyaniyê bûn, xwestin demildest tecrîd bê rakirin û Abdullah Ocalan azad bibe.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.  

AMED

Di pêşengiya malbatên girtiyan de li Amedê jî çalakiya “Deng bide azadiyê” pêk hat. TUAY-DER’a Amedê, MED TUHAD-FED, Dayikên Nobetên Edaletê, DBP, parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren û hevserokên bajêr û gelek kes beşdarî çalakiya li ber Kampusa Girtîgeha Amedê hate kirin bûn. 

Di çalakiya ku pankarta “Deng bide azadiyê” hate vekirin de, dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Heq hiqûq edalet” hatin berzkirin. Girseyê bi tilîlî û çepikan tecrîd şermezar kir.  

Dayika girtiyê nexweş Civan Boltan, Nazmiye Boltan a li vir axivî, wiha got: “Parêzer û malbatên herkesê diçin hevdîtinê, bila malbat û parêzerên Abdullah Ocalan jî hevdîtinê bikin. Heta ku malbata Abdullah Ocalan û parêzerên wê bi malbatê re biaxivin dê çalakiyên me berdewam bikin.” 

‘TECRÎDÊ RAKIN’  

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren jî anî ziman ku malbat li dijî zext û êşkenceya li girtîgehan demekî dirêj e hewl didin dengê xwe ji Wezareta Dadê û saziyên navnetewî re ragihînin lê Wezareta Edaletê vî dengî nabihîze. Eren, wiha domand: “Em hemû hincetên îşkence, rewşa girtiyên nexweş û şewitandina înfazan a li girtîgehan baş dizanin. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan ê li navenda êşkenceyê Îmraliyê 25 sal in tê ragirtin demildest bê rakirin. Tecrîda li Îmraliyê tê wateya bêtir şer, birçîtî û xizanî. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser nekin tecrîd tê sepandin.YE, Konseya NY vê dibêjin lê li hundir Wezareta Dadê, AKP û MHP, li gorî hiqûqa navnetewî û hiqûqa xwe tevnagerin. Ji ber polîtîkayên şer hemû bêhiqûqî bi awayekî rewa li gelê kurd tên ferzkirin.”

Eren, bal kişand ser ku zilma li ser kurdan ne tenê bi girtîgehan her wiha bi êrîşên li ser xweza, ziman, çand û bîra wan berdewam dike û ev bang kir: “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ku aktorê vê pirsgirêkê ye rakin.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

 

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Êrîvanê jinan komkujiya Şengalê şermezar kirin
Nûçeya Pişt re Ciwanên Êzîdxanê meşeke meşaleyî lidar xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Îsraîl rêwiyên keştiya Madleenê dersînor dike

Îsraîl aktîvîstên di keştiya Madleenê de dersînor dike ku dixwestin alîkariyê bigihînin Xezeyê.

Ji aliyê Stêrk TV

DYE û Rwandayê têkildarî mijara penaberan dest bi hevdîtinan kirin

Wezîrê Karên Derve yê Rwandayê Olivier Nduhungirehe roja Yekşemê daxuyaniyek da û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Di 3’yemîn Mîhrîcana Çanda Kurd de çanda Rojhilat hate nîqaşkirin

Di roja duyemîn a 3’yemîn a Mîhrîcana Çanda Kurd de Dr. Tabîbeh Rezayî li ser…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Cîhan

Fransayê dawî li hebûna xwe ya leşkeriya mayinde ya li Senegalê anî

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Li Siwêdayê 154 jê sivîl zêdetirî 500 kes hatin qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Medvedev: Eger pêwîst bike divê êrîşên astengkirinê li hemberî Rojava pêk bên

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hevserokên DEM Partiyê: Demîrtaş û Yuksekdag divê werin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?