Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Malbatên Windakiriyan bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li Amed û Êlihê çalakiya xwe domandin. Malbatên Windakiriyan ên di hefteya 779’emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolûyê ya li navçeya Rêzan a Amedê hatin bahev, pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser vekirin. Malbatan her wiha wêneyên xizmên xwe hilgirtin.
Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Mehmet Emîn Abak ê di 14’ê çileya 1995’an de li gundê Xanîka Herzem a girêdayî navçeya Qoser a Mêrdînê bi serdegirtina malê ji aliyê JÎTEM’ê ve hate binçavkirin, di binçavan de hate windakirin û piştî 18 salan cenazeyê wî hate wergirtin hate pirsîn.
Nûnerê Herêma Anatoliya Başûrrojhilat û Rojhilat ê ÎHD’ê Tahîr Saçakli, diyar kir ku çalakiya wan a lêgerîna heqîqetê didome û wiha got: “Em hemû baş dizanin ku heta rastî dernekevin holê û sûcdar neyên darizandin aştî û aramî nayê vê erdnîgariyê.”
Endamê Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê Alî Îhsan Demîrtaş jî çîroka Abak ê hatiye qetilkirin xwend. Piştî xwendina çîrokê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
ÊLIH
Li Êlihê jî daxuyanî li ser Cadeya Gulistanê hate dayîn. ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 615’emîn de li pişt pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” aqûbet û faîlên hevjînên hev Şîmonî Dîrîl û Hurmuz Dîrîl ên di 8’ê çileya 2020’an de li gundê Mehrî yê navçeya Elkê ya Şirnexê hatin windakirin hate pirsîn.
Sekreterê Şaxa ÎHD’a Êlihê Rêzan Baytûr çîroka Dîrîlan xwend.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li ber Sumerbanka kevin a Konakê bi dirûşmeya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniya pankarta “Windakirî wijdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in, windakirî li ku ne” hate vekirin de vê hefteyê faîlên Komkujiya Basayê ya di çileya 1996’an de hate lidarxistin hate pirsîn. Kurdiya daxuyaniyê Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Zîlan Gumuş, Tirkiya wê jî rêveberê şaxê Caner Canli xwend.