AMED: Xizmên Windayan û Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ di hefteya 912’yemîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li dar xistin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHDê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hildan. Di hefteya 912’yemîn de aqûbeta Mesut Dundar ku di tîrmeha 1992’yan de li navçeya Cizîra Şirnexê hat windakirin, pirsîn.
Çîroka Mesut Dundar ji aliyê rêvebera ÎHD’ê Berfîn Elçî ve hat xwendin.
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
ÊLIH: Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 748’emîn de çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD’ê û Xizmên Windayan û gelek kes tevlî bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Resûl Saçan ku di 9’ê tebaxa 1994’an de li navenda Êlihê hat windakirin, hat pirsîn.
Çîroka windakirina Resûl Saçan ji hêla rêveberê ÎHD’ê ya Êlihê Alî Karadogan ve hat xwendin.
Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
RIHA: Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Rihayê û xizmên windayan di hefteya 80’yan de çalakiya xwe ya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, faîl werin darizandin” li dar dixin, domandin. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan li Parqa Novadayê ya Navçeya Xelîliyê ya Rihayê kom bûn. Di çalakiyê de pankarta ji wêneyên windayan hatiye çêkirin û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin.
Xizmên windayan û ÎHD’ê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şen ê ku di Partiya Demokrasiyê (DEP) de kar û xebat dimeşand, di 26’ê Adara 1994’an de li Birêcûka Rihayê ji aliyê kesên ku xwe wekî polîs dan nasîn ve ji cihê kar bi darê zorê hate birin û piştre cenazeyê wî li morga nexweşxaneyê hate dîtin, pirsîn. Endamên saziyên sivîl û gelek xizmên windayan beşdarî çalakiyê bûn. Hevseroka İHD’ê ya Rihayê Songûl Arpa çîroka Mehmet Şen xwend.
Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştandinê bi dawî bû.
COLEMÊRG: Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, çalakiya xwe ya bi navê ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ ku di hefteya 238’an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku li ser ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ dinivîsand hat vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin rakirin. Tevî parazvanên mafê mirovan, endamên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl jî tevlî çalakiyê bûn.
Xizmên Windayan û aktivîstên mafên mirovan di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbete Abdullah Kançî yê di 3’yê tebaxa 1994’an de li Geliyê Doskiyan ya navçeya Gever a Colemêrgê hatiye kuştin pirsîn. Metna daxuyaniyê hevserokê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş xwend. Ozan Akbaş destnîşan kir ku Abdullah Kançî dema pezê xwe diçerand ji aliyê leşkeran ve hatiye binçavkirin û kuştin.
Daxuyanî piştî deqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

