Yekşem, 5 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    KNK’ê cejna Paskalyayê li bawermendên Mesihî pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 5’Ê NÎSANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê di bin çavan de hate kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampên partiyên Rojhilat ên li Hewlêr û Koyê hatin bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amarayê pîrozbahiya 4’ê Nîsanê: ‘Em ê dev ji kokên xwe bernedin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    4’ê Nîsanê roja bûyîna azadiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    4’ê Nîsanê li Şengalê bi coş hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên PJAK’ê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê wateya serkeftina şoreşê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Başûrê Kurdistanê rojbûna Rêber Apo pîroz dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan li sê bajaran hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ: Em ê sala 2025’an bikin sala azadî, aştî û wekheviyê
Jin

YPJ: Em ê sala 2025’an bikin sala azadî, aştî û wekheviyê

YPJ'ê got, "Careke din bi ruhê 8’ê Adarê, bi çanda domdar a berxwedana jinan em biryardarî û dilsoziya xwe ya bi hemû jinan re raber dikin û em bawer in wê sala 2025’an bibe sala hevgirtin û têkoşîna mezin a hemû jinên cîhanê."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 7. Adar 2025 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya YPJ’ê di daxuyaniya xwe ya bi boneya 8’ê Adarê de wiha diyar kir:

“Em 8’Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinên têkoşer, kedkar û berxwedêr, her wiha li lêgerên azadiya jinan Rêber Apo ku eşqa jiyaneke azad xiste dilê me, pîroz dikin. Hemû jinên ku ji destpêka dîrokê ta roja îro li hember her cure destdirêjî, îşkence û tundiyê serî rakirin û li ber xwe dan, di hafizeya civakê de bûn cihê bîrewerî û serbilindiyê, silav dikin. Clarayê bi têkoşîna xwe, Hîpatyayê bi zanista xwe, Newal El Sadawî bi pênûsa xwe, Sakîne Cansiz bi şerkeriya xwe bûn rênîşanên rêya azadiya jinan. Di şexsê van jinên qehreman de em şehîdên cenga giran a Rojava fermandar şehîd Arjîn Kobanê, Ronahî Yekta, Bêrîtan Şoreş, Jînda Botan, Arjîn Efrîn, Bêrîtan Ereb û hemû şehîdên azadiya jinan bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û bejna xwe li ber dilwêrekiya wan ditewînin. Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ çawa ku me li ser hîmê parastina jin û gelan xwe bi rêxistin kir û 14 sal bi têkoşîn, şer û fedekariyeke mezin li ber xwe da, em ê ji vir û şunde jî liberxwe bidin û sala 2025’an veguherînin sala azadî, aştî û wekheviya gelan.

Çanda berxwadanê ya 8 Adarê îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya YPJ’ê de dewam dike. Di hemû qadên jiyanê de bi fedekarî, lehengî û berxwedaniyeke bêhempa jin li berxwe didin xwe û civaka xwe diparêzin. Li ser vê xakê bi hezaran canên bedew di oxira têkoşîna azadiyê de bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Ji her aliyê cîhanê û ji çar perçeyê Kurdistanê jin ref bi ref ber bi şoreşê ve herkirîn û bi wêrekiya xwe destan nivîsandin. Ev xakên berxwedêr bi ruhê netewa demokratîk, pîrozî li ser pîroziya xwe zêde kir. Careke din hemû bawerî, komên etnîk û mirovên ji rengên cuda ji nûve hevdû hembêz kirin û şahidî ji vê têkoşîna dîrokî re kirin. Bi bawerî, zanist, îrade û hêza jinan wê ev têkoşîna domdar, bi serkeftinê tacîdar bibe.

Jina ku bi paradîgmaya Rêber Apo xwe ava dike û ronî dibe, çawa ku duh ji bo înşakirin û parastina civaka demokratîk li berxwe da, îro û sibe jî wê mîsyona pêşengiyê bigre ser milê xwe. Ev jî bi pêşeniya Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê ve pêkan dibe. Di van kêliyên ku şer lê didome, di kêliyên ku em cejna xwe ya 8’ê Adarê pîroz dikin, jinên têkoşînvan, hevrêyên me di qadên cengê de bi bombardûmaneke giran re rû bi rû tên. Dewleta Tirk û çeteyên wê bi awayekî rojane bi rêka balafirên şer, balafirên bêmirov, bi tang û topên xwe êrişê qadên me dike. Ango ruhê berxwedêr ê 8’ê Adarê îro ji herdemê zêdetir bilind bûye û êrişên dagirkeriyê vala derdixe.

Banga Rêber Apo coş û kelecaneke mezin di dilê tevahî gel û jinan de avakir. Ev kelecan bi ruhê 8’ê Adarê re bilindtir dibe. Em banga Rêber APO watedar û bi nirx dibînin, guftûgoyên ku îro der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de tên meşandin, ji nêz ve dişopînin. Îro dewleta Tirk bi êrişên xwe yên giran ên li ser bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê asta dilsozî û samîmiyeta xwe ya li hember pêvajoyê nîşan dide.

Li Sûriyeyê di nava 14 salên dawîn de êş û birînên giran hatin jiyîn, ev êşên civakê ne pêkane bi HTŞ û serkêşê wê Colanî re werin dermankirin. Hikumeta ku xwe bi xwe li Şamê xwe ava kir nikare bi hişmendiya cîhadîst û selefî pirsgirêkan çareser bike. Nikare hilweşandin û êşa 14 salan ji holê rake. Dijberî wê îro li seranserî Sûriyeyê êriş, tundî û qirkirin bi awayekî sîstematîk tê meşandin. Gelê Durzî rastî zext û êrişan tê, gelê Elewî bi qirkirinê re rû bi rû dimîne û gelê Kurd tê înkarkirin. Her wiha gelê Ereb bê vîn û bê çare tê hiştin. Hişmendiyeke ku her kesî neçarî bêdengiyê û serî tewandinê dike, çawa ku nikare pirsgirêkan çareser bike, nikare xwe ji aqûbeta hatiye serê rejîma Baas jî xilas bike. Lewma yên ku heman rê û rêbazê weke çareserî ji xwe re esas bigrin, dawiya wan jî wê weke dawiya rêjîma Baas be.

Lewma jî ji bo demokratîkbûna Sûriyeyê, em amade ne bi erka xwe rabin. Di vê derbarê de çareserî û projeyên me jî amade ne. Pêdiviya civakê bi demokrasî, wekhevî û azadiyê heye. Bi pergaleke ku hemû reng, hemû ziman û hemû baweriyan di nava xwe de dihewîne, Sûriye dikare li ser bingehek demokratîk jinûve were avakirin. Sûriyeke bi vî rengî hêvî û daxwaza her kesî ye. Pêşenigya vê jî wê jin bikin, ji ber ku qurbaniyên herî mezin ên vî şerî jin in û jin dikarin dawî li vî şerî bînin.

Em ne tenê hêza parastina bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne, di heman demê de em parêzvanên hemû gel, bawerî, ziman û çandên li tevahî Sûriyeyê ne. Lewma heya ku êrişên hovane li ser gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hebin, ne pêkane kes ji me çek berdanê hêvî bike. Di dema ku jin, gelê me û ev xak di bin gef û xeteriyan de be, mafê me yê herî rewa, mafê xweparastinê ye. Mafê xweparastinê, mafê jiyanê ye, kes nikare jinan û vî gelî neçarî bê parastinê bike.

Careke din bi ruhê 8’ê Adarê, bi çanda domdar a berxwedana jinan em biryardarî û dilsoziya xwe ya bi hemû jinan re raber dikin û em bawer in dê sala 2025’an bibe sala hevgirtin û têkoşîna mezin a hemû jinên cîhanê. Ev têkoşîn wê me ber bi serdema civaka demokratîk a bi pêşengiya jinan ve bibe. Bi vê baweriyê em careke din 8’ê Adarê roja berxwedan û cenga azadiyê li tevahî jinan pîroz dikin.

Bijî 8’ê Adarê
Bijî Rêber Apo
Jin Jiyan Azadî”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Pêvajo bi pêşengiya jinan wê bigihije serketinê
Nûçeya Pişt re Şervanên YPJ’ê: Roj hemû wê bibin 8’ê Adarê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG: Hevrêyên me Hebûn û Botan li Amedê şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku meha Îlonê li Amedê di êrîşên…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Pasûrê hejmara miriyan bûn 4 kes

Di qezaya li Pasûrê de ji ber hilweşîna îskeleya pirekê, hejmara karkerên ku jiyana xwe…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji Şarederên Hackney, Haringey û Enfieldê ji bo Rojava ji hikûmetê re bangawazî

Li Brîtanyayê, sê şaredarên cuda yên ji Partiya Karker (Labour Party), bang li hikûmeta Londonê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

KNK’ê cejna Paskalyayê li bawermendên Mesihî pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Karwana duyemîn ku ji 200 kesan pêk tê, gihîşt Efrînê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşê ya 4’ê Nîsanê bi dawî bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îranê di bin çavan de hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?