Pêncşem, 30 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê bîranîn: Em bibin yek, biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji rêxistinên Elewî daxuyaniya ‘Dersimê’: Serhildan nîne, qirkirin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Heyeta Îmraliyê daxuyaniya li ser ‘notên hevdîtinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di navbera DYE û Çînê de rageşiya ‘Panama’yê mezin dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dogan Erbaş: Eger bi Birêz Ocalan re li ser ya maqûl lihevkirin nebe, çareserî nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ji bo parastina destketiyên li Rojava pêwîstî bi piştgiriyeke xurt heye’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Şaredarê Colemêrgê hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK: Em qadên 1’ê Gulanê tijî bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Dogû: Divê pêvajo tenê ji dewletê re neyê hiştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Iraq wê tezmînatê bide qurbaniyên êrîşan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi mûşekan êrîşî Kampa Azadî ya li Koyê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampa Sûrdaş bi mûşekan hat bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ’ê nasnameya şehîdeke xwe eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jinan a Rêveberiya Xwecihî ya DEM Partiyê: Em ê li ber êrişan rabin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên piştgiriyê ji jinên Rojhilata Navîn bo YPJ’ê: Têkoşîn wê dewam bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelatgir a Nobelê Nêrgiz Mihemedî nayê dermankirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    3’yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya li Dusseldorfê bi merasîma xelatdayînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskara Kurd Meral Şîmşek beşdarî Festîvala Wêjeyê ya Munchenê dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyamên hevgirtinê yên ji bo banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çand Ewropa hunermend Elî Mansûr bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mensûr jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Cannesê de 21 fîlm dê ji bo ‘Palmiya Zêrîn’ pêşbaziyê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Rojhilat 394 welatî hatin binçavkirin
Li Hewlêrê zarokan dayik û bavê xwe qetil kirin, cenazeyên wan mehekê li malê veşartin
Dewleta Tirk êrîşî sivîlên ku vegeriyan Serêkaniyê kir
Li Hewlêrê droneyek hate xistin
Îranê pêla binçavkirinê da destpêkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > YPJ’ê: Şervana me Yildiz Çiya şehîd bû
Jin

YPJ’ê: Şervana me Yildiz Çiya şehîd bû

YPJ’ê, ragihand ku şervana wan Yildiz Çiya di berxwedana Pira Qereqozaxê de şehîd bûye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 31. Kanûn 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Fermandariya Giştî ya YPJˈê der barê şehadeta şervana YPJˈê Yildiz Çiya (Dilvîn Mihemed) de daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Şoreşa Jin a Rojava, di şexsê jinên ciwan ên ku hemû hêviya xwe di  nava refên YPJ’ê de dibînin, gav bi gav bi berdêlên giranbûha destkeftiyên mezin qezenc dike. Dewleta Tirk li dijî heremên me bi armanca têkbirina îradeya gelan êrîşên plankirî dide meşandin. Lê berxwedaniya ku ji destpêka meha Kanûnê ve bi taybet li eniyên Qereqozax û Bendava Tişrînê tê raberkirin, biryardariya jinan a parastina şoreşê nîşan dide.

Şervanên YPJˈê di eniyên herî pêş de bi bawerî û sekneke wêrek cihê xwe di çeperên parastina welat de digirin. Hevrêya me Dilvîn Mihemmed bi nasnav Yildiz Çiya jî yek ji wan jinên wêrek bû ku di eniyên Qereqozaxê de bi hêrsa tolhildana sedsalê bersiva êrîşên dagirkeriyê da.

Hevrêya me Yildiz Çiya li bajarê Kobanê di nava malbateke welatparêz de ji dayîk dibe. Çanda welatparêz a malbatê di têşe girtina kesayeta hevrê Yildiz de risteke diyarker dileyîze. Bavê hevrê Yildiz jî di 25ˈê Hezîrana 2015’an de dema ku çeteyên DAÎŞ’ê êrîşî Kobanê kirin û komkujî pêkanîn, di wê komkujiyê de şehîd bû. Gelê Kobanê li hemberî DAÎŞ’ê berxwedaniyeke mezin raber kir û cihê xwe di dîroka azadiya gelan de girt.

Berxwedaniya ku li Kobanê hate jiyîn, fikrê Rêber Apo û naskirina jiyana şoreşgerî weke jineke ciwan di hilbijartinên hevrê Yildiz de lêgerînên azadiyê xurt kir. Hevrêya me Yildiz di sala 2021’an de tevlî nava refên YPJ’ê bû. Îdealên bilind ên jiyana azad ji bo xwe kirê bingeheke esasî ya têkoşînê. Di demeke pir kurt de fêrî jiyana şoreşgerî bû û ji bo ku bikaribe li hemberî êrîşên dijmin ên ku tunekirina gelan armanc dike, bibe bersiv xwe di warê bîrdozî û leşkerî de perwerde kir. Weke şervaneke YPJ’ê di warê leşkerî de gihîşt zanebûna taktîkên demê û bi rola peşengiyê rabû. Hevrê Yildiz di nava jiyanê de bi sekna xwe ya dînamîk ji bo hawirdora xwe bû çavkaniya moralê. Ji dil tevlîbûn, xwe ji bo hemû erk û berpirsiyariyên şoreşê amade kirin di kesayeta hevrê Yildiz de xwe şênber kiribû.

Hevrê Yildiz dema êrîşên dewleta Tirk û komên girêdayî wê li ser herêmê zêde bûn, bi daxwaz û pêşniyarên xwe derbasî eniya Qereqozax bû. Ji bo rê nede dagirkeran çek û rextê xwe rakir û bi dilwêrekiyeke mezin parastina axa xwe kir. Bi vî ruhî qehreman û heta dawiyê fedakar di eniyên berxwedanê yên Qereqozaxê de cihê xwe girt û di dîroka 29’ê Kanunê di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Weke Yekîneyên Parastina Jin em diyar dikin ku soza me ji şehîdên me re tolhildana me ye. Em di serî de ji bo malbata hêja a hevrê Yildiz, sersaxiyê û ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Wê şer û berxwedana me ya di oxira azadiyê de bê navber bidome.”

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û Paşnav: Dilvîn Mihemmed

Nasnav: Yildiz Çiya

Navê Dayik: Şemse

Navê Bav: Îzedîn

Cih û Dîroka Şehadetê: 29.12.2024/Qereqozax.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Venezuelayê 413 xwepêşander wê bên berdan
Nûçeya Pişt re Dagirker êrîşî gundên Kobanê dikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

‘Şoreşa Rojava ji bo cîhanê gaveke dîrokî ye’

Salvegera 13’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Qamişloyê bi coş hate pîrozkirin. Ji beşdaran Xerma…

Ji aliyê Stêrk TV

Neteweyên Yekbûyî têkildarî Xezeyê hişyariya ‘Xela’yê da

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li bakurê Xezeyê 'Xela' li ber derî ye û hişyarî da.

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Qamişloyê rabû seferberiyê

Li bajarê Qamişlo bi sedan kes li dijî êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi palpiştiya dewleta…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Li Siwêdayê du dilgirtî hatin berdan

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Kerkûkê jînek hat qetilkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Meksîkayê reforma destûrî ya têkildarî qetilkirina jinan hat qebûlkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Cîhan

Rapor: Rûsyayê di şerê Ûkraynayê de berê bi hezaran biyaniyan daye eniyên şerî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?