Girtiyê bi nexweşiya giran Îsmet Çardak tevî rapora ‘nikare li girtîgehê bê hiştin’ a doktoran jî demeke dirêj nehate berdan. Îsmet Çardak 28’ê Sibatê li ber mirinê ji Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê hate berdan. Doh ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Ji bo Çardak li Mala Şînê ya Hevîdaniyan konê sersaxiyê hate danîn.
Tevî parlamenter û rêxistinên civakî yên sivîl gelek kesan serdana sersaxiyê kirin.