Serdozgeriya Komara Osmaniyeyê bi îdîaya ku li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal “propagandaya rêxistinê kirine”, derbarê gelek kesan lêpirsîn da destpêkirin. Polîsên Tirk bi ser gelek malan de girtin. 7 kes binçavkirin ku yek ji wan zarok bû. 7 kesên hatine binçavkirin, seqî Edliyeya Osmaniyeyê hatin kirin.
Polîsan 7 kes bi kelemçekirî birin edliyeyê. Xizmên ciwanan ên li baxçeyê ediyeyê, bi gotina “van ciwanan çi kiriye?” nerazîbûn nîşanî polîsan dan.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		