Newroza li navçeya Pirsûs a Rihayê bi tevlibûna bihezaran kesan li Parka Aştiyê hate pîrozkirin. Li qada Newrozê rengên kesk û sor û zer û pankarta “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” ku dirûşma Newroza îsal e û pankarta “Hûn nikarin bi milyonan kesan di nava çar dîwaran de bi cih bikin” hatin daliqandin.
Newroza ku parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan û Ferît Şenyaşar tev li bûn, bi deqîqeyekê rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, destpê kir. Piştî deqeya bêdengiyê girseyê bi yek dengî dirûşmên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, Jiyan, Azadî” berz kirin.
Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê derketin ser dikê û pankarta bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Hûn çawa dikarin bi milyonan mirovan di odeyeke teng de bihêlin?” vekirin.
SIYASETMEDARÊN GIRTÎ PEYAM ŞANDIN
Di pîrozbahiyê de nameya ku 17 siyasetmedarên ku bi operasyonekê di 9’ê adarê de li navçeyê hatibûn girtin şandin hate xwendin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Gelê welatparêz ê Pirsûsê, îro Newroz e, cejna me ya vejînê ye. Me dixwest li qada Newrozê bi we re govendê bigerînin. Di encama komployekê de em li bi hincetên pûç û vala hatin hefskirin, mîna beriya hilbijartinên 14’ê Gulanê em ketin zindanan û hat hesabkirin ku em ê hilbijartinê winda bikin. Dibe ku em niha ji ber esareta fîzîkî ne bi we re bin, lê belê em ê bi hişmendî, dil û hestên xwe bi we re bin. Ev Newroz ew roj e ku tecrîd were şikandin û gelê me bi dirûşma azadiyê dakeve qadan. Baweriya me tam e ku bi şandina qeyûman wê îradeya gelê me di hilbijartinên 31’ê Adarê de bi ser bikeve. Bi van hestan agirê Newrozê gûr dibe û em di wê baweriyê de ne ku bi hilbijartinên 31’ê Adarê re em ê bi hev re bi ser bikevin. An serkeftin an serkeftin. Dem dema me ye, dem dema gele me ye.”
Pişt re nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2013’an de ji Newrozê re şand hate xwendin. Endamên Meclîsa Dayikan, Namzetên Hevşaredariyê yên Pirsûsê Ayten Kaya û Muslum Baran, namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Gulşen Ozer bi dorê derketin ser dikê û girse silav kirin. Di axaftinên hatin kirin de hate diyarkirin ku divê di zûtirîn demê de azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin û Newroza îsal dê aştî û azadiyê bîne.
AGIRÊ NEWROZÊ HATE VÊXISTIN
Agirê Newrozê Dayikên Aştiyê û ciwanan vêxist. Di wê kêliyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin û govend hate gerandin.
‘EV DER KURDISTAN E EV DER WELATÊ ME YE’
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di axaftina xwe de ev tişt gotin: “Ez Newroza qehremanên li çar perçeyê Kurdistanê pîroz dikim. Ez Newroza Birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyan pîroz dikim. Em dibêjin ku deriyên Îmraliyê vekin, bi Birêz Abdullah Ocalan re dest bi muzakereyê bikin ku bila aştiyeke birûmet û mayînde were vî welatî. Em ji bo serokatiyeke azad û welatekî azad têdikoşin. Ev der Kurdistan e, ev der welatê me ye. Di pirsgirêka Kurd de yekane muxatap Birêz Abdullah Ocalan e. Em aştiyê dixwazin em naxwazin şerekî derveyî exlakê dest pê bike. Em dikarin bi hev re di çarçoveya rêgezên demokratîk de bijîn. Barê me giran e. Em ê ji bo azadiya Kurdistanê li çar parçeyê Kurdistanê tifaqekê pêk bînin. Heke yekitiya me ya neteweyî pêk bê em ê xurttir bibin. Em naxwazin di sedsala 21’emîn de xwîna xwişk û birayan birije. Em bang li PDK’ê dikin, zarokên vî welatî garantorên başûrê Kurdistanê ne. Banga me li hemû partiyên li Kurdistanê ye. Dest bi din hev û kongreya netewî îlan bikin.”
Piştî axaftinan Koma Hevra û Ahmet Jiyara derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Girseyê li gel çepik, tilîlî û dirûşman govend gerand. Newroz ligel govend û dirûşmeyan bi dawî bû.
XELFETÎ
Li navçeya Xelfetî ya Rihayê jî gel li Parka 4’ê Nîsanê ku di saetên serê sibê de dagirtin Newroz pîroz kir. Gelek kes bi cil û bergên herêmî û poşiyên kesk û sor û zer beşdar bûn.
Li qadê dowîzên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Li girtîgehan greva birçîbûnê heye” , “Em bi agirê serhildanê yê ciwanan hatin Newrozê vêxin”, “Ji tecrîdê re na” hatin hilgirtin û di pîrozbahiyan de her tim dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana zindanan” û “Zext nikarin me têk bibin” hatin berzkirin.
Di pîrozbahiyên ku hunermend Ozlem Taner hem bi Tirkî hem bi Kurdî stran gotin de Namzetên Hevşaredariyê yên Xelfetiyê yên DEM Partiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan axivîn.
‘EM Ê BI RUHÊ NEWROZÊ DÎROKÊ BINIVÎSIN’
Bayram wiha got: “Qeyûman Xelfetî parsel bi parsel firot. Em ji bo serkeftinê tên. Em sond dixwin ku em ê qeyûman bişînin.” Karayilan jî Newroz pîroz kir û wiha got: “Me li vir careke din yekîtî û hevgirtina xwe nîşan da. Dem ew dem e ku em Newroza berxwedanê bigihînin serkeftinê. Bi ruhê Newrozê em ê di 31’ê Adarê de careke din dîroka Xelfetiyê binivîsînin. Di 31’ê Adarê de bi ruhê şoreşgerî yê Kawayê Hesinkar em ê qeyûman ji Xelfetiyê bişînin.”
Di wê kêliyê de girseyê dirûşmeyên “Xelfetî ya me ye dê ya me bimîne” û “Diz dê hesabê bidin gel” berz kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê yê Rihayê Bekîr Karakeçîlî jî di axaftina xwe de got ku “Dehaqê her serdemê hebe Kawayê her serdemê jî heye” û nameya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Newroza 2013’an şandibû xwend.
Girseya ku piştî name hate xwendin bi deqîqeyan çepikan xist dîsa dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berz kir. Agirê Newrozê jî bi dirûşma “Bijî Newroz” û çepikan hate vexistin.
Pîrozbahî bi stranên ku Bêwar Tekbaş gotin bi gerandina govendê bi dawîkirin.
SÊWÊREG
Li Sêweregê jî Newroz li Bazara Pêncşemê hate pîrozkirin. Qada ku jinan kiras û fîstan, zilaman jî şal û şepik li xwe kiribûn, bû cihê pîrozbahiyên bicoş.
Pîrozbahiya ku parlamenterê DEM Partiyê Sezaî Temellî, namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, namzeta Hevşaredariyê ya Sêweregê Yildiz Çetîner û Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aîşeoglû tevlî bûn, bi vêxistina agirê Newrozê dest pê kir.
Namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak bi bîrxistina kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir. Bûcak, a helbesteke bi Kurdî ya Faîk Bûcak xwend û qala Bûcak kir. Bûcak anî ziman ku ji bo azadiya gelê Kurd bi salane bedelên giran tên dayîn û destnîşan kir ku êdî ji bo kurdan dem dema hevgirtinê ye. Bûcak anî ziman ku dîmenê yekitiyê yê girseya li Qada Newrozê kombûye dê di 31’ê Adarê de bigihe serkeftinê û wiha got: “Em dîrok û bîra xwe ewçend zindî bihêlin ku gelê Sêweregê di 31’ê Adarê de bersiva herî baş bide van Dehaqên zalim. Îro dem dema hevgirtinê ye. Îro dem dema parastina nasname, statu, zimanê dayikê û jiyana azad a wekhev a gelê Kurd e.”
Piştî axaftinan Koma Avesta derket ser dikê û pîrozbahî bi govenda li ber stranan hate gerandin bi dawî bû.