În, 5 Îlon 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kesên ku êrîşî rojnamevan Hêmîn Mamed kirin hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşenbîrên Sûriyeyî û Misrî xwestin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila binpêkirinên mafan bi dawî bibe, pêvajoya reformê were destpêkirin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Halîde Turkoglû: Em ê aştiya bi rûmet bi pêşengiya jinan ava bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana 3 girtiyan hate astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Saritaş: Pêvajoya çareseriyê bêyî plana stratejîk nameşe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kesên 4’ê Îlona 2015’an li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mehmet Sîncar di salvegera 32’emîn a qetilkirina xwe de hate bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûad Bêrîtan: Kurdistan ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn firsendek e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana şîna Şehîd Ronî Xezal kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî çûn serdana konê sersaxiyê yê gerîlaya YJA Starê Fatma Kaya

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Tevgera Şemiya Mor: Erdhejê xanî, Talîbanê jî hêvî hilweşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin têkildarî tundiya psîkolojîk û aborî têne agahdarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyeke çawa dixwazin?

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê li dijî qetilkirina jinan banga xurtkirina têkoşînê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Em evîndara azadiyê, fermandara fedayî ya Apoyî Bêrîtan Amed bi rêzdarî bi bîr tînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Îştarê biryarên darvekirinê yên li ser jinan şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Engîn Sever: Di festîvalê de em ê îradeya xwe nîşan bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengbêj Silêman Şirnexî koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala 33’emîn a Çanda Kurdî ya Navneteweyî 13’ê Îlonê li Dortmundê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Hunera Kurdî ya li Belçîkayê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Swîsreyê bi hezaran kes li hev kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagenê Festîvala Çand û Hunerê ya Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Hevdîtina Rêveberiya Xweser û Hikumeta Demkî taloq bû
Li Pêncewînê êrîşa bi balafira bêmirov: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Şoreşa ku bi destê xwedawendan gihîşt serkeftinê: Şoreşa Rojava
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Hevserokê MXDŞ’ê banga vegerê li Şengaliyan kir
Kurdistan

Hevserokê MXDŞ’ê banga vegerê li Şengaliyan kir

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ji bo parastina Şengalê ji êrîşan bang li Şengaliyên koçberbûyî kir ku li warê xwe vegerin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke hewl dide ku şerekî herêmî bide destpêkirin û siyaseta xwe ya dagirkeriyê ya di çarçoveya Mîsak-î Mîllî de pêk bîne. Bi vê armancê dixwaze hikumeta Iraqê jî bikşîne nav vê siyaset û stratejiya xwe. Hevdîtinên dawî yên di navbera şandeyên leşkerî û ewlehiyê yên dewleta Tirk a dagirker û Iraqê de, li herêmê bûye sedema nîqaş û nerazîbûnên cidî yên siyasî û civakî.

 

Gelê Şengalê ku di sala 2014’an de rastî qirkirinê hat û ji fermanê heya roja me ya îro bi destê dewleta Tirk û PDK’ê siyaseta qirkirinê lê tê ferzkirin, helwesteke xurt û zelal nîşan dide û Iraqê hişyar dike da ku nekeve nav xefika dewleta Tirk. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo jî der barê mijarê de ji ANF’ê re nirxandinên girîng kir, hişyariyên cidî li Iraqê kir. Her wiha bang li gelê Şengalê kir ku di bin banê Rêveberiya Xweser a Şengalê de berxwedana xwe xurt bikin.

‘IRAQ NIKARE RÊ LI BER DEWLETEKE DIJMIN VEKE’

Nayîf Şemo diyar kir ku lihevkirina di navbera hikumeta dewleta Tirk û ya Iraqê de hatiye îlankirin, ne li gorî yasayên navneteweyî ye û xalên ku tê gotin li ser lihevkirine wiha şîrove kir: “Yek jê ew e ku hikumeta Iraqê bi hinceta PKK’ê destûrê bide artêşa dewleta Tirk 40 km. bikeve nav axa Iraqê. Ev cihê şermê ye. Dewleteke di nav axa dewleta xwe de rê bide dewleteke dijmin û xelkê xwe bi destê wê bide kuştin! Ev ne tiştekî aqilane ye, kî dikare van tiştan qebûl dike?’’

Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo, daxuyaniya wezîrê parastinê yê dewleta Tirk jî bi bîr xist û wiha rexne li helwesta Iraqê kir: “Wezîrê parastinê ya dewleta Tirk got ‘me ti tiştek li derveyî îradeya dewleta Iraqê nekiriye’. Bi van axaftinên xwe behsa êrîşên li ser hin herêmên Iraqê dikir, bi taybetî jî Şengalê. Yek ji sedemên ku koçberên Êzidî nikarin vegerin ser axa xwe jî ev êrîş in. Dixwazin tirsê bixin nav dilê Êzidiyan ku venegerin ser axa xwe û biçin bibin koleyê alemê. Dewleta Tirk got, ‘Me tiştek bêyî destûra Iraqê nekiriye û em tiştek bêyî wan nakin’. Wate, Iraq van êrîşan tîne ser gelê Şengalê, ew zarokên Êzidiyan dikujin.”

‘REVA PDK Û IRAQÊ, PKK ANÎ ŞENGALÊ’

Nayîf Şemo derbarê rastiya PKK’ê de ku dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên xwe re dike hincet jî nirxandinên girîng kir û nêrîna gelê Şengalê wiha anî ser ziman: “Dema 73 ferman anîn ser serê Êzidiyan PKK li ku dere bû? Ne ku me PKK ne anî, dewleta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê PKK anî! Reva pêşmergeyan PKK anî. Dema hemû bazdan û qada leşkerî, siyasî, civakî vala kirin, însanetiya PKK’ê PKK aniye vê derê. Dilê wan bi zarokên Êzidiyan şewitî û bi Êzidiyan ve hatin. Dinya hemû dizane PKK erka xwe ya însanî pêk anî û di sala 2018’an de xatir ji Şengalê xwestin. Eger li dinyayê rêxistineke însanî heye ew jî PKK ye. Em qenciya wan ji bîr nakin, lê ne rast e bi hinceta PKK’ê her roj li mal û seyareyên Şengalê bixin.”

‘KÎ ÊRÎŞÊ ŞENGALÊ BIKE EM Ê ŞERÊ WÎ BIKIN’

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo di dawiya nirxandina xwe de li hemberî siyaseta şer û dagirkeriyê bangên girîng li gelê Şengalê jî kir û got: “Di zûtirîn wextê de bila gelê me vegere Şengala xwe û xwedî li Şengalê derkeve. Bibine destek, dilek, peyvek û hêzek. Hemû hesabên siyasî bidin aliyekî, Rêveberiya Xweser li Şengalê heye, di bin sîwana vê rêveberiyê de bi navê Ezdatiyê parastina xwe bikin. Wekî Rêveberiya Xweser hêzên me yên leşkerî hene, kî destê xwe dirêjî Şengalê bike em ê şerê wî bikin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞENGAL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 18’Ê ADARA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Di Serokdewletiya Rûsyayê de Pûtîn bi ser ket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Wanê civîna gel: Em ê lênûska AKP’ê bi hev re bigirin

Li Wanê li dijî xespkirina vîna gel bang li hemû gelên Tirkiyeyê hat kirin ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê 8’an ê Romayê piştî ji Rojava vegeriya li Stenbolê hate binçavkirin

Şaredarê 8’an ê Romayê Amadeo Ciaccheri piştî ji pîrozbahiya salvegera rizgarkirina Kobanê vegeriya li Stenbolê…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên KBDH’ê li Bûrsayê çalakî lidar xistin

Milîsên Rosîda Mêrdîn (Emîne Demîr) ên KBDH’ê, li Nûlîfer û Orhangazî yên Bûrsayê çalakî lidar…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Kesên 4’ê Îlona 2015’an li Cizîrê hatin qetilkirin hatin bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mehmet Sîncar di salvegera 32’emîn a qetilkirina xwe de hate bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Fûad Bêrîtan: Kurdistan ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn firsendek e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Bêrîtan Amed û Çiya Rizgar li Qendîlê hatin veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?