Pêncşem, 13 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Xizmên girtiyan: Divê qanûn bê berfirehkirin û girtiyên siyasî hemû werin berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê TEBAXA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ekrem Îmamoglu ji CHP’ê îstîfa kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê Koma Aştiyê yê Duyemîn Aktaş hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyaya parêzbendiya Ozgur Ozel û 2 parlamenteran ji komîsyonê re hat şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-DEM’ê ji bo çareseriya krîza aboriyê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bokanê 2 welatiyên Kurd hatin girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê fuze avêt baregeha Komele

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Çaglar Demîrel: Qanûna Çarçoveyê destpêkeke ku bi têkoşînê hatiye afirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên ciwan ên Mexmûrê: Bîrodoziya Rêbertî ji bo me vejîn û azadî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li girtîgehên Îranê zexta li ser girtiyên jin zêde dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Meha Tîrmehê 25 jin û zarokek hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em ê nehêlin kuştina jinan di taritiyê de bimîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinan a Pêncşêr: Talîban girtin û înfazên girseyî dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi meşê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Li Rihayê bi deh hezaran kes li Newrozê hatin ba hev: Be Serok jiyan nabe!
Kurdistan

Li Rihayê bi deh hezaran kes li Newrozê hatin ba hev: Be Serok jiyan nabe!

Coşa Newrozê ya ku li Rihayê bi hezaran kes anî ba hev dewam dike. Di axaftinan de peyama “Gel Rêberê xwe dixwaze. Bi berxwedanê re tecrîd wê bê şikandin” hate dayîn.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Rihayê ku bi dirûşma “Rabe, dema azadî û serkeftinê ye” li Stadyuma 11 Nîsanê tê lidarxistin, bi tevlibûna bi hezaran kesan dewam dike. Pîrozbahî wê di saet 11’an de bihata destpêkirin lê hêj saetên zû yên serê sibehê ve bi hezaran welatiyan berê xwe dan qada Newrozê. Welatî bi cil û bergên Kurdî, bi flamayên bi kesk, sor û zer û tevî zarokên xwe berê xwe dan qada Newrozê.

Girse, heta demekî li ber noqteyên lêgerînê yên ketina qadê sekinîn. Li vir stran gotin û govend gerandin. Ji saet 11.00’an ve jî bi coşeke mezin û bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî”, “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” ketin qadê. Li platforma qada Newrozê pankartên “Rabe! dema azadî û serkeftinê ye” ve “Newroz Pîroz be” hatin daliqandin.

https://www.facebook.com/DemGenelMerkezi/videos/944038007165553/

Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, xwişka yek ji sembolên berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê Alî Çîçek, Ayşe Çîçek jî tev li pîrozbahiyê bûn.  

Bernameya Newrozê bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dayîn dest pê kir.Piştre jî Berdevkê Komîteya Amedekar a Newrozê Ahmet Taş axivî. Taş, girsê silav kir û bi lêv kir ku Newroz ne tenê pîrozbahî ye lê di heman demê de sembola têkoşîn û berxwedanê ye. Piştrê jî Hevserokên DEM Partiyê yên Rihayê Sema Aîşeoglû û Bekir Karakeçîlî, Hevserokên DBP’ê yên Rihayê Sîbel Sûtpak û Halîl Yaşarer li ser dikê girse silav kirin û Newroza pîroz kirin.

TEKOŞÎN WÊ TECRÎDÊ BIŞKÎNE

Li ser navê Tevgera Jinên Azad (TJA) Saliha Ayata axivî. Ayata, ji ewil girse silav kir û Newroz li gel pîroz kir. Ayata, Ayata anî ziman ku Riha bajarê qedîm ê Kurdistanê ye û wiha got: “Di serî de jinên kurd û jinên Rojhilata Navîn, jin di nava têkoşîneke mezin de ne. Li vir Emîne Şenyar jî berxwedaneke mezin da. Em li vir cejna wê jî pîroz dikin. Jinên kurd li cîhanê bi bîrdoziya xwe bûn pêşeng û mînak. Ev bîrdozî wê tecrîda Îmraliyê jî bişkîne. Herî zêde Newroza jinên kurd ên di girtîgehan de pîroz be. Em ê van qeyûman bişînin û bi pergala hevserokiyê bajarên xwe birêve bibin. Sedsala nû dê bibe sedsala jinên berxweder.”
GEL RÊBERÊ XWE DIXWAZE

Piştre jî Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Ocalan girse silav kir û ev tişt anî ziman: “Newroz li heps û zindanan pîroz be. Newroza rêzdar Ocalan pîroz be. Gelê Rihayê li vir e. Di rêya rast de dimeşin. Ruhê Seyîd Riza, Şêx Seîd û Qazî Mihemed şad be. Li çar aliyên Kurdistanê şer heye. Rêya Îmraliyê vekin bila rêzdar Ocalan biaxive û çareserî pêk were. Gel dixwazê rêya aştiyê veke. Ev gel birçiyê aştiyê ye. Em dixwazin li ser axa Kurdistanê bi awayekî azad û biratî bijîn. Ji bo wê jî muxatap li Îmraliyê ye. Muxatab birêz Ocalan e.”

ONDER Û BAYDEMÎR PEYAM ŞANDIN

Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder jî bi dimên peyamek şand û wiha got: “Ji ber pirsgirêkên tenduristiyê min nekarî tevlî bibim û pîrozbahiya Newrozê bi xelkê Rihayê re pîroz bikim. Ev Newroz bila bibe Newroza dawî ya hesreta azadî û aştiyê. Newroz Pîroz be.”

Her wiha siyasetemderê kurd Osman Baydemîr jî bi dimên ev peyam şand: “Ez bi hevî me ew Newroz wê bibe bingeha mizgîniyeke mezin. Hemû Rojhilata Navîn bi êş e. Lê hûn bi xwe bingeha mirovahiyeyê ne. Ji Sewrêgê heta Pirsûs û Haranê û Hilwanê. Hûn îro mizgîniyeke mezin didin. Newroza Rihayê pîroz be.”

Pîrozbahî li gel axaftin, stran û govendê berdewam dike.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Balafirên şer ên Tirk 64 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin
Nûçeya Pişt re Peyama girtiyan a ji bo Newrozê: Werin em li dora azadiya Rêbertiyê bên ba hev
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Cenazeyên şervanên YBŞ’ê hatin veşartin

Cenazeyên 5 şervanên YBŞ’ê yên ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn,…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Wê tola nêzîkatiya li hemberî dîlgirtiyan bê hilanîn’

Koordînasyona Kongra Star têkildarî êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Til Berakê şehîd hatin bibîranîn

Şehîdên meha Çile, Sibat, Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran, Tîrmeh, Tebax û Îlonê bi tevlîbûna gelek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Pêngava 15’ê Tebaxê vejîna gelê Kurd e’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

YRK’ê hişyarî da sîxuran: Nebin hevkarên dijmin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Berxwedanek ji Mexmûrê: Yadê Xanê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gerîlayên Azadiyê: 15’ê Tebaxê navê meşa heqîqetê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?